MÊRDÎN - Bi ser kuştina Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan li gel bavê xwe li Qoserê hat kuştin re 14 sal derbas bû. Dayika Ugur, Makbule Kaymaz da zanîn ku wek roja ewil hevjîn û kurê wê li ber çavê wê ne û got: "Ne wê rojê û ne jî tiştên piştî wê kirin em ê ji bîr bikin.
Di 21’ê mijdara 2004’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan Ahmet Kaymaz û kurê wî Ugur Kaymaz ê 12 salî gulebaran kir û laşên wan kir mîna seradê. Bi ser kuştina Ugur û bavê wî re 14 sal derbas bû. Ahmet Kaymaz 8 gule xwaribû û ji temenê wî zêdetir 13 gule li bedena Ugur Kaymaz hatibûn barandin.
Polîsan piştî gulebaranê çeka qeleşnîkofê danî ber cenazeyê bav û kur ku li erdê bûn. Walîtiya Mêrdînê di heman kêliyan de daxuyanî da û got: “Du terorîst di pevçûnê de hatin kuştin.” Di kêliya ewil de Ugur û bavê wî wek “terorîst” hatin îlankirin. Li gel 14 sal bi ser cînayetê re derbas bû jî hêj ji kujeran hesap nehatiye xwestin.
ÇI LI SER NAVÊ WÎ HEBÛ HILWEŞANDIN
Li Qoserê ji bo bîranîna Ugurê biçûk, şaredariya DBP’ê ya wê demê peykerê mafê mafê mirovan dabû çêkirin. Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin peykerê Ugur hat hilweşandin. Li şûna peykerê Ugur kuleya saetê hat lêkirin. Li Derikê jî qeyûm navê Ugur ji parke bir û navek din lê lêkir.
Dayika Ugur Kaymaz, Makubel Kaymaz a li Şaredariya Qoserê dixebitî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di salvegera kuştina hevjîn û kurê xwe de hat îxrackirin.
‘HER ROJ LI BER ÇAVÊ MIN E’
Makbule Kaymaz bi boneya salvegera kuştina kur û hevjînê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
Dayik Kaymaz diyar kir ku di salvegera bûyerê de dubare heman êşê dikişîne û got: “Ew roj hêj li ber çavê min e. 14 sal ji bo min û zarokên me zor derbas bû. Em tenê edaletê dixwazin. Em aştiyê dixwazin. Lê em li hember van daxwazên xwe ji bilî zilm û zextan tu tiştekî nabînin. Me ne wê rojê û ne jî pişt re jî bîr nekir û ne jî ji bîr dikin. Baweriya me bi edaletê nema. Li vê dinyayê edalet nebe jî, em ê li axîretê hesabê vê yekê bipirsin.”
‘KUJERAN LEHENG ÎLAN KIRIN’
Kaymaz da zanîn ku polîsên kujer ji aliyê rayedaran ve wek “leheng” hatin nîşandan û wiha domand: “Di biryara dozê de cara duyem wan ‘leheng’ îlan kirin. Polîsê kurê min kuşt Serdar Gokbayrak di 15’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Hesab neda. Lê dewlet vî polîsî ji nedîtî ve hat. Ji bo ku di 15’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, carek din ev polîs wek ‘leheng’ îlan kirin. Navê wî li pireka Kocaeliyê kirin û wî xelatkirin. Polîsên din jî hêj li ser kar in. Wî jî berat kirin. Necezakirina kujeran nayê qebûlkirin.”
‘TENÊ DAXWAZA ME EW E KU ZAROK NEYÊN KUŞTIN’
Dayik Kaymaz anî ziman ku ew ê tevî hemû tiştan vê bûyerê ji bîr nekin û wiha got: “Hem me dikujin û hem jî nav û peykerê me xera dikin. Dixwazin ev bûyer bê ji bîr kirin. Bi ser re rabûn min jî ji kar derxistin. Çawa ku hevjîn û kurê min bi ‘terorîzmê’ sûcdarkirin niha jî dixwazin min tewanbar bikin. Dinya alem dizane ku ev derew e. Tenê daxwaziyek min heye bila êdî zarok jiyana xwe ji dest nedin. Bila êdî tu dayik ji bo zarokên xwe negirî. Bila aştî pêk were.”
DER BARÊ DOZÊ DE
Têkildarî kuştina Ugur û bavê wî de der barê 4 polîsan de li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê doz hat vekirin. Doz bi hêceta “ewlehiyê” neqlî Eskîşehîrê kirin.
Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê bi îdiaya “mafê xwe yê parastina rewa bikaranîn” hemû polîsan berat kir. 1’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Bilind bi pirjimariya dengan biryara dadgeha cezayê giran erê kir. Li hiqûqa navxweyî hemû rêyên hiqûqê hatin girtin. Li ser vê yekê parêzeran dozê neqlî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) kirin. DMME di sibata 2014’an de di warê “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” biryar da û Tirkiyeyê ji bo 70 hezar avro maddî û 70 hezar avro manewî mehkûmî tazmînatê kir.
Piştî biryara DMME, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê bi daxwaza darizandin ji nû ve pêk bê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê da.
Dadgehê bêyî tu hêcetê nîşan bide serlêdanê red kir. Parêzeran di 2015’an de bi takekesî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Lê heta niha AYM’ê derbarê vê serlêdanê de tu biryar nedaye.
MA / Ahmet Kanbal