AMED – Muzîkjen Erkan Benlî yê di dema “qedexeya derketina derve” ya li Nisêbînê de hat girtin. Di bedena Benlî de parçeyên şarapnelê hene û divê emeliyat bibe. Parêzerê wî got ev 2 sal e bi awayek kêfî emeliyat tê astengkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di sala 2016’an de “qedexeya derketina derve” bi mehan dewam kiribû. Dema hêj li navçeyê pevçûn hebûn 53 kes bi awayek birîndar ji taxê derketin û hatin girtin. Ji van kesan jî yek jê muzîkjen Erkan Benlî bû. Ji ber parçeyên şarapnelê di bedena Benlî de ne divê bê emeliyatkirin lê bes ev 2 sal e nikare emeliyat bibe. Benlî di dawiya 2015’an de ji bo hin konseran çûbû Mêrdînê û di serdema qedexeyê de li Nisêbînê mabû û nikaribû derkeve.
'BI AWAYEK KÊFÎ EMELIYAT NAKIN'
Benlî û hevalên xwe yên di meha gulana 2016’an de ji taxê hatin derxistin li emniyetê bi rojan îşkenceya fîzîkî û derûnî li wan hat kirin. Di binçavan de milê rastê yê Benlî û tiliyên wî hatibûn şikandin. Benlî ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat girtin û wî şandin Girtîgeha Tîpa T a Tokatê. Benlî di 24’ê îlona 2018’an de jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hat kirin. Parêzerê Benlî, Berdan Acun diyar kir ku divê muwekîlî wî demildest bê emeliyatkirin lê ji ber pêkanînên kêfî ev 2 sal e nayê emeliyatkirin.
‘NAYÊ EMELIYATKIRIN Û TALÛKEYA MIRINÊ HEYE’
Acun anî ziman ku ev du sal e li girtîgehan di asta herî jor de binpêkirênên mafan diqewime û mafê miwekîlê wî jî hatiye binpêkirin. Acun da zanîn ku miwekîlê wî di dema qedexeyê de ji çene, mil û hemû laşe xwe birîndar bûye û di laşî wî de tije parçayên şarapnelê hêj disekinin. Acun got li gel hemû serlêdanên wan jî hêj miwekîlê wî emeliyat nekirine û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Acun destnîşan kir ku divê emeliyat li nexweşxaneyek baş bê kirin lê heke miwekîlî wî neyê emeliyatkirin talûkeya mirinê jî heye.
MA / Mehmet Şah Oruç