Narîn a 78 salî: Binçavkirina min wêneyê zilmê ye

  • rojane
  • 11:41 28 Cotmeh 2017
  • |
img

AMED - Li Amedê piştî kuştina çawîşê pispor, di serdegirtina malan de Salîha Narîn a 78 salî hat binçavkirin û 3 roj şûnde hat berdan. Salîha Narîn, piştî hat berdan, diyar kir ku binçavkirina wê wêneyê zilmê ya li Tirkiyeyê ye û got: "Êdî bese ji vê zilmê re."   

Li navçeya Yenîşehîra Amedê di 23’yê Cotmehê de, Çawîşê Pispor Bîlal Dîcle ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve, hat kuştin. Piştî kuştina çawîşê pispor polîsan li Taxên Şehîtlîk û Ben û Senê bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de 24 welatî binçav kirin. Di nava  kesên hatin binçavkirin de pîra 78 salî Salîha Narîn jî hebû. Narîn a bi nexweşîna tansiyon û şekir, li Şaxa TEM’ê rewşa wê ne baş bû û di Ambulansê de tedawî kirin. Narîn tevî 23 kesan 3 roj şûnde hat berdan. 
 
PIRSA KURÊN WÊ YÊN BEŞDARÎ PKK’Ê BÛNE KIRIN
 
Narîn, têkildarî binçavkirin û zilma li TEM’ê dîtî axivî û wiha got: “Ji ber kuştina çawîşê pispor ez binçav kirim. Tîmên taybet saet 04.00’ê sibê di ser mala min de girtin, lêgerîn kirin û dûre jî ez birim midûryeta polîsan. Pirsa kurê min ê di sala 2000’an û kurê min ê di sala 2008’an beşdarî PKK’ê bûyîn ji min kirin û gotin ‘Têkiliya te bi wan re heye..’” Narîn anî ziman ku di dema sergirtina malê de, xwestin wêneyê kurê wê yê bi dîwar ve jêbin û wiha bilêv kir: “Min destûr neda polîsan. Min ji wan re got ‘berî hûn wêneyê kurê min biçîrîn û bavêjin, min bikujin, piştre wêneyê wî biçirîn in.’ Piştî vê gotina min tiştek nekirin.” 
 
‘DEMA ÇAWÎŞÊ PISPOR HAT KUŞTIN TU LI KU BÛYÎ?’
 
Narîn, pirsên ku li midûryeta polîsan jê hatin kirin, wiha vegot: “Ji min pirsa ‘Dema çawîşê pispor hat kuştin tu li kur bûyî’ kirin. Min jî ji wan e got ‘Li nexweşxanê bûm.’ Du polîsên dinavbera xwe de diaxivin gotin ‘Çima hûn pîrên wisan kom dikin û mîna zibalê li vir tije dikin.’ Polîsekê din jî got ‘Ew vê yekê heq dikin.’ Bi taybetî pirsa kurên min ê beşdarî PKK’ê bûyîn ji min kirin. Min ji wan re got ‘Yek berî 17 salan û yê din jî berî 9 salan tevlî bûne. Ez jinek nexweş û pîrim. Ez nizamin li kune. Ger hûn cihê wan dizanin kerem bikin em bihev re biçin gel wan.’” 
 
‘BINÇAVKIRINA MIN WÊNEYÊ ZILMÊ YÊ LI TIRKIYEYÊ YE’
 
Narîn, destnîşan kir ku di binçavan de wê dermanên xwe nevexarin, ji ber vê ser hişê xwe çû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinek 78 salî binçav kiri zilme. Wêneyê zilma li Tirkiyeyê ye. Bi salan bi malbatî em ji zilma dewletê xelas nabûn. Êrîş li ser me hene. Ev dewlet xwîna kurdan vexwe jî têr nabe. Dewlet bi xwe di fermana Erdogan deye. Em vê zilmê qebûl nakin. Êdî bese ji vê zilmê re.”
 

Sernavên din

29/10/2017
10:57 Mamosteya MAPER’ê û xebatkarê DBP’ê hatin binçavkirin
10:14 Şakar: Bi hevdîtina malbat û parêzeran re tecrîd ranabe, divê Ocalan azad bibe
10:00 ‘Ji bo turîzm pêş bikeve, divê OHAL rabe'
09:49 Hevserokên mafên wan hatin xwarin: Em ê xurttir vegerin
09:48 Welatiyên Geverê xwe ji zivistanê re amade dikin
09:47 ‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'
09:46 Ji niha ve jin barê zivistanê hildigirin
09:45 Du kes dilîzin, bi dehan kes temaşe dikin
09:43 ANHA bû dengê azadiya Sûriyeya Bakur
09:42 Rojnameger Kizilkaya û Sancili cara 5'an derkevin dadgehê
09:41 Aydogdu: Divê gelên Tirkiyeyê tecrîdê qebûl nekin
09:39 Nûnerên siyasî: Israra tecrîdê dê rê li ber înfialê veke
09:38 Karkerên Komirê: Talûke ye, lê em mecbûr in
09:37 Emniyet ji bo Velî Saçilik li rêxistinekê digere!
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2017'AN DE
28/10/2017
20:58 Ji bo Roboskiyê cara 70’yemîn doza edaletê hat kirin
17:29 'Azadî dê bi ser bikeve tecrîd dê winda bike'
16:37 Xebatkarên TV10: Em destê xwe bidin hev û welat xelas bikin
16:23 ‘Bila girtiyê nexweş Solhan bê berdan’
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Huseyin Toraman pirsîn
15:39 Li Amedê 'komxebta jin û qeyûman' hat lidarxistin
15:25 Polîsan di çalakiya Yukselê de 4 kes binçav kirin
15:07 Girtiyê nexweş Babaoglu serbest berdin
15:06 ‘Çiya, kevir û çûk rê nîşan bidin ez bigêjim kurê xwe'
15:03 Bîlgen: Tecrîda li ser Birêz Ocalan provokasyon e
14:21 Jina rastî êrîşa çekdarî hat mir
14:20 Rojnameger ji bo hevalên xwe yên girtî meşiyan
13:50 ‘Ramanên Ocalan tecrîd dikin’
13:21 Polîsan li Mêrsîn û Stenbolê 20 kes binçav kirin
13:20 Hêj ruhê 7'ê Hezîranê zindî ye
13:19 Piştevaniya Hopayê girtin şermezar kirin
12:42 Mamosteyan li eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin
12:27 Hîco: Duyemîn reva PDK'ê ya Şengalê em şaş nekirin
12:26 TSK noqteyên QSD'ê bombe dike
12:14 Gemîcîoglu ya ji nexweşiyê hat berdan: Tu mafî nas nakin
11:58 Piştî operasyonê şer derket
11:41 Bîrlîk: Xaniyên li Şirnexê ji bo kê tên çêkirin?
11:41 Narîn a 78 salî: Binçavkirina min wêneyê zilmê ye
11:40 Nameyên binpêkirinên mafan vedibêjin tên desteserkirin
11:03 Çapemeniya kurd a li Sirgûniyê dest pê kir bû pêşengê çapemeniya azad
11:02 Em bi karkeran re daketin 'Çala mirinê'
10:13 Di Mîhrîcana çand û hunera kurdî de şahiya muzikê
09:53 DAIŞ'ê li Reqqayê Muzeyek wêrankirî li pey xwe hişt
09:09 2 hezar û 593 xwendekar di girtîgehan de ne
09:09 Hevserokê MMO'yê Hatun: Hêj ji kanê komirê derdixin
09:08 'Kesên ji aştiyê ditirsin tecrîdê girantir dikin'
09:05 'Dewlet bi girtina saziyên çapemeniya kurd negihaşt armanca xwe'
09:04 Mişmiş jî ketin ber krîza vîzeyan
09:03 Midurê Girtîgehê: Dewlet jî hiqûq jî ez im
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2017'AN
27/10/2017
21:00 Girtiya nexweş Gemicioglu ji girtîgehê derket
20:10 Li Farqînê 4 leşker birîndar bûn
20:08 Parêzer Deniz Yildiz hat berdan
18:53 Li Îzmîrê rêveberên HDP'î dest bi greva birçîbûnê kirin
17:34 Herêmên bejahiyî yên Farqîn û Hezro tên bombebarankirin
17:16 Girtiya nexweş Gemicioglu hat berdan
17:09 Katalonya bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir
16:11 Polîsan li Bogilanê bi ser malan de girt
16:02 Leman: Li pey Felek’ê wêneyek jî nema
15:27 23 meh berê Tahir Elçî hat kuştin, lê kujer tune
15:26 Dozger serlêdana malbata Ocalan red kir
15:01 5 DAIŞ’iyên biyanî teslîmî YAT'ê bûn
15:00 ‘Divê gelê kurd tecrîdê qebûl neke’
14:51 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Yukselê kir: 5 kes binçav kirin
14:50 Leşkeran mal şewitand: Pîra xwest şewatê vemirîne krîza dil derbas kir
13:55 Karkerên li Denîzliyê jehrî bûn û qeza derbas kirin
13:54 Prz. Demîr: Hevdîtina bi Ocalan re dê bibe nefesa Tirkiyeyê
13:53 Demîrtaş: Xwedîderketina li rojnamegeran peywirek exlaqî ye
13:32 KCD: Biryara dadgehê dijî qanûnê ye û nayê qebûlkirin
13:00 9 hezar Rojavayî ji Başûr vegeriyan Rojava
12:24 Bêrîvan a YJŞ'î: Em dê pêşiya fermanan bigirin
12:06 'Herî zêde Tirkiye endam şandine nava DAIŞ'ê'
12:04 Stenbol ji bo Ocalan seferber dibe
11:13 Polîsan 6 parêzerên ÇHD'ê binçav kirin
11:03 Li ser girtiyên Girtîgeha Sîlîvriyê nasnameyê ferz dikin
11:02 Dixwazin Şirnexiyan di TOKÎ'yên li Cizîrê de bi cih bikin
11:02 6 siyasetmedar li Wanê hatin berdan
10:52 Nivîskar Derwêşiyan çû ser dilovaniya xwe
10:40 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
10:36 Akil: Em ê aboriya xwe ya navxweyî ava bikin
10:24 Bê delîl 10 sal û 10 meh ceza birîn
09:46 Li girtîgeha nû zaroka yek salî jî tazî kirin
09:45 HES Sûlava Bêgirê zuwa dike
09:44 Ev firin wargeha malbatên xizan e
09:43 Wezîr qebûl kir: Li girtîgehê 7 rojan binçavkirin
09:42 Polîs welatiyên Farqînê bêzar dike
09:41 Heyeta Îmraliyê li benda bersîva Wezîrê Dadê ye
09:40 Jeotermal dê dar û beran tune bike
09:40 Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn
09:39 'Mêrgên xwe didin îmarê, li derve kirê dikin’
09:38 'Heke ev tişt hatibe serê mele, ka dê çi neyê serê me'
09:37 Zabite ji bo firotina gulan bertîlê dixwazin
09:36 180 roj in di çalakiyê de ye: Ez ê paşve gavan neavêjim
09:35 Gurkan: Rakirina tecrîdê dê xizmeta yekîtiyê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2017'AN
26/10/2017
22:04 Selîm Temo: Piraniya kurdologên ewropî bi kurdî nizanin
18:03 Rojnameger Kuray hat berdan
18:01 HDP'ê mirina biguman a Kîl bir Meclisê
17:03 Malbatên Roboskê: Di şexsê wekîlê me de me ceza dikin
16:40 Doza Demîrtaş hat taloqkirin