Narîn a 78 salî: Binçavkirina min wêneyê zilmê ye 2017-10-28 11:41:01 AMED - Li Amedê piştî kuştina çawîşê pispor, di serdegirtina malan de Salîha Narîn a 78 salî hat binçavkirin û 3 roj şûnde hat berdan. Salîha Narîn, piştî hat berdan, diyar kir ku binçavkirina wê wêneyê zilmê ya li Tirkiyeyê ye û got: "Êdî bese ji vê zilmê re."    Li navçeya Yenîşehîra Amedê di 23’yê Cotmehê de, Çawîşê Pispor Bîlal Dîcle ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve, hat kuştin. Piştî kuştina çawîşê pispor polîsan li Taxên Şehîtlîk û Ben û Senê bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de 24 welatî binçav kirin. Di nava  kesên hatin binçavkirin de pîra 78 salî Salîha Narîn jî hebû. Narîn a bi nexweşîna tansiyon û şekir, li Şaxa TEM’ê rewşa wê ne baş bû û di Ambulansê de tedawî kirin. Narîn tevî 23 kesan 3 roj şûnde hat berdan.    PIRSA KURÊN WÊ YÊN BEŞDARÎ PKK’Ê BÛNE KIRIN   Narîn, têkildarî binçavkirin û zilma li TEM’ê dîtî axivî û wiha got: “Ji ber kuştina çawîşê pispor ez binçav kirim. Tîmên taybet saet 04.00’ê sibê di ser mala min de girtin, lêgerîn kirin û dûre jî ez birim midûryeta polîsan. Pirsa kurê min ê di sala 2000’an û kurê min ê di sala 2008’an beşdarî PKK’ê bûyîn ji min kirin û gotin ‘Têkiliya te bi wan re heye..’” Narîn anî ziman ku di dema sergirtina malê de, xwestin wêneyê kurê wê yê bi dîwar ve jêbin û wiha bilêv kir: “Min destûr neda polîsan. Min ji wan re got ‘berî hûn wêneyê kurê min biçîrîn û bavêjin, min bikujin, piştre wêneyê wî biçirîn in.’ Piştî vê gotina min tiştek nekirin.”    ‘DEMA ÇAWÎŞÊ PISPOR HAT KUŞTIN TU LI KU BÛYÎ?’   Narîn, pirsên ku li midûryeta polîsan jê hatin kirin, wiha vegot: “Ji min pirsa ‘Dema çawîşê pispor hat kuştin tu li kur bûyî’ kirin. Min jî ji wan e got ‘Li nexweşxanê bûm.’ Du polîsên dinavbera xwe de diaxivin gotin ‘Çima hûn pîrên wisan kom dikin û mîna zibalê li vir tije dikin.’ Polîsekê din jî got ‘Ew vê yekê heq dikin.’ Bi taybetî pirsa kurên min ê beşdarî PKK’ê bûyîn ji min kirin. Min ji wan re got ‘Yek berî 17 salan û yê din jî berî 9 salan tevlî bûne. Ez jinek nexweş û pîrim. Ez nizamin li kune. Ger hûn cihê wan dizanin kerem bikin em bihev re biçin gel wan.’”    ‘BINÇAVKIRINA MIN WÊNEYÊ ZILMÊ YÊ LI TIRKIYEYÊ YE’   Narîn, destnîşan kir ku di binçavan de wê dermanên xwe nevexarin, ji ber vê ser hişê xwe çû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinek 78 salî binçav kiri zilme. Wêneyê zilma li Tirkiyeyê ye. Bi salan bi malbatî em ji zilma dewletê xelas nabûn. Êrîş li ser me hene. Ev dewlet xwîna kurdan vexwe jî têr nabe. Dewlet bi xwe di fermana Erdogan deye. Em vê zilmê qebûl nakin. Êdî bese ji vê zilmê re.”