Em bi karkeran re daketin 'Çala mirinê'

  • rojane
  • 11:02 28 Cotmeh 2017
  • |
img

ŞIRNEX – Em bi karkeran re daketin kanên komirê yên li Şirnexê. Xebata di saet 5'an de dest pê dike, tenê di binê erdê de 8 saetan dewam dike. Kanên ku karker pênaseya "Çalên mirinê" ji bo wan dikin, gelek karker bê sîgorte bi 70 TL'yî dixebitin. Tenê daxwazeke karkeran heye, "Bila kan neyên girtin, şert û merc bên sererastkirin."

Di 17'ê Cotmehê de li Kana Komirê ya Hejmar 1'ê ya li Şirnexê de hezaz pêk hatibû û 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, li ser vê karesatê çavê hemû raya giştî careke din vegeriya ser şert û mercên karkeran. Qada ku tekane cihê debara welatiyan e û karker jî wekî "Çala mirinê" pênase dikin, heta çoltara Şirnex, Silopî, Cizîr û Qilebanê dewam dike. Di beşeke qadê de hilberîna li derve tê kirin, di beşeke wê de jî gelê herêmê bi derfetên xwe rêbaza ku ew dibêjin "bîr" hatiye vekirin. Şirketên mezin bi maşîneyên kar dixebitin, lê kargehên piçûk bi rêbazên kevin dixebitin.
 
BI TEVIR Û BÊRAN KOMIRÊ DERDIXIN
 
Karkerên ku mirinê didin ber çavên xwe û peyayê kanên komirê dibin, di binê ziyanên bilind de bi rêya eksvatoran komirê davêjin maşînên kar. Komira ku derdikeve bi rêya fîrmayên taşeron li ser rêya Şirnex-Cizîrê li qadê tê komkirin û li wir tê belavkirin. Komira derfetên ferdî komira ku ji 100 û 120 metreyan ji binê erdê tê derxistin jî bi tevayê bi rêbazên kevin tê derxistin. Karkerên di şirketan de dixebitin beşa zêde bi sîgorteyî ne, lê kesên di kanên bîran de dixebitin, hema bêje hemû bê sîgorte ne. Saeta xebata karkerên şirketan 12-13 saet e, yên di bîran de dixebitin 8 saet e.
 
XWARINÊN XWE JI ÊVAR DE AMADE DIKIN
 
Karker di saet 5'an de dest bi kar dikin, piştî taştê xwarinên wekî penêr, nan, becan, zeytûn û hwd. ji êvar de amade dikin û piştre li serwîsê sîwar dibin. Piştî saetekê li bajêr tûr davêjin ber bi gundê Nerexê ya 15 kîlometreyî ji dûrê navendê ve dikevin rê. Di tevahiya rê de karker ji gelek noqteyên lêgerînê yên polîs û leşkeran derbas dibin, 8 kîlometre rêya ku mayî bi traktoran dewam dikin.
 
JI BO KU NEKEVIN HEV DU HEMBÊZ DIKIN
 
Karker pêwîstiyên xwe yên avê di nava rojê de li gund pêşwazî dikin, kûpên ku tije av dikin li traktoran sîwar dikin. Di rêya stabîlîzeyî û çal de toz û dûman û ax li nav hev dikeve. 15 karkerên di kaseya traktorê de diçin, ji bo ku nekevin bi destekî kûpên avê digirin, bi destên din jî hev du hembêz dikin û qasî 20 deqeyan di wan rêyên çiyayî de diçin.
 
DI FERQA XETEREYÊ DE NE
 
Di her bîrekê de 8 an jî 10 karker dixebitin. Qada ku bi maşîneyên kar komir tê derxistin, xebatên terasî tên kirin û ji ber xilo xwarbûnê pirsgirêkên mezin dijîn. Zinarên mezin ên ji cihên xwe hol bûne û karkerên di nav maşîneyên kar de dixebitin, di ferqa xetereyê de ne lê tu çareya wan jî tune. Me xwest em bi karkeran re bikevin cihê ku ew dixebitin, lê bi gotina "xeter e" daxwaza me red kirin.
 
'HÛN NÛÇE ÇÊKIN JÎ DÊ TIŞTEK NEGUHERE'
 
Tirseke herî mezin a karkeran jî ew e ku der barê şert û mercên wanên kar de destûra dîmenan e, ji ber wê tirsa ku kargeha wan bê girtin dijîn û dibêjin ku "Hûn nûçeyê çêkin jî dê tiştek neguhere. Dewlet ji bo van kanan bigire li hincetan digere. Em mirinê didin ber çavên xwe û dixebitin. Çareyekî me jî tune. Em bi xwehdana eniya xwe dixebitin."
 
DORA PEYABÛNA BI XETER E
 
Karker ji bo peyayê kanan bibin hin amadekariyan dikin, destpêkê bîdonên qasî 100 û 120 kîloyan dirêjînin kaseya traktorê. Piştre karker haletê li xwe girê didin û peyayê tunêla 120 metreyî kûr dibin, di wê bîra qasî mêtrek û nîv fireh de, bi alîkariya halatê peyayê kanê dibin. Ev rêya xeter êdî ji bo karkeran bûye pêlîstokekê, yek bi yek peyayê binê kanê dibin. Ji derveyê du karkerên li ser dezgeha komirê û karkerê ku halatê dixebitîne, hemû karker peyayê "Çela mirinê" dibin.
 
RÊWÎTIYA BI HALETÊ YA YEK DEQEYÎ! 
 
Peyabûna bi haletê ya ku ji bo karkeran bûye karekî rûtîn, lê bi xetere ye, hisa ne diyarî ya fikaran bi xwe re çêdike. Karkerên jor yên li jêr hişyar dikin û dibêjin "Em rojnamegeran peya dikin. Lê baldar bin" û piştî deqeyekê rêwîtiya bi haletê bi dawî dibe. 
 
JI ARÛKÊ ŞIL AV DILOP DIKE
 
Em dema peyayê jêr dibin di kaneke tarî de rastî kûp û du karkeran tên. Bilindahiya kanê 170-180 û firehiya wê 110-120 santîm metre ye û wekî labîrentekê ye. Hundur bêhna kamkêşê tê. Di bin dilopên arûkan de karker komirê tişe dikin û hin karker jî bi erebeyên destan komirê dikişînin. Em silavê didin wan. Karker bi giranên di destê xwe de komirê parçe dikin û bi erebeyên di destê xwe de, komirê dikişîn cihê ber deriyê kanê. Ev komira ku li kûpan tê dagirtin, bi heman halatê derdikeve jorê.
 
Ev kûpana qasî 3 erebeyên destan komirê digirin û li jor 2 karkerên li ser dezgehê wan li kaseyên traktoran bar dikin. Piştî 15 kûp tên rijandin, vê komirê dikişînin qada 500 metreyî dûr.
 
JI KILÎMAYÊ HEWA DIGIRIN!
 
Kana ku bi tu awayî ewlehiya wê tune ye, ji baceyeke din hewa tê standin. Karker hewaya hundur wekî "klîma" pênase dikin, di kûrahiya bin erdî de her 33 metreyan carekê hewa germ dibe û karker bi atletan dixebitin. Di bîran de têkiliyên karkeran bi hev re heye û di hin cihan de hezaz jî tên dîtin. Karkeran bi rêbazên kevin pêşî li van hezanan girtine.
 
TEKANE TIŞTA KÊFA WAN TÎNE, HENEKÊN WAN IN
 
Piştî 4 saetan di 110 metre di kûrahiya erdê de dixebitin, molaya nan û çay didin û li ser tûpê seyranê çay çêdikin. Hin ji wan îskana, hin ji wan şekir û hin ji wan tasên ku xwarin bi xwe re anîne amade dikin. Tekane tişta ku kêfa wan tîne henekên wanên rojane ye. Piştî xwarinê heta saet 15.00'an bê navber dixebitin. Di xebata nava rojê de karker 15 romork komir derdixin û ji bo roja din berê xwe didin malê.
 
Gelek karker sîgorteya wan jî tune û rojê bi 70 TL dixebitin.
 
MA / Mehmet Şah Oruç – Cîhan Olmez  
 
 

Sernavên din

29/10/2017
10:57 Mamosteya MAPER’ê û xebatkarê DBP’ê hatin binçavkirin
10:14 Şakar: Bi hevdîtina malbat û parêzeran re tecrîd ranabe, divê Ocalan azad bibe
10:00 ‘Ji bo turîzm pêş bikeve, divê OHAL rabe'
09:49 Hevserokên mafên wan hatin xwarin: Em ê xurttir vegerin
09:48 Welatiyên Geverê xwe ji zivistanê re amade dikin
09:47 ‘Yên îxanet li Stenbolê kirin, îxanetê li Îzmîrê jî dikin'
09:46 Ji niha ve jin barê zivistanê hildigirin
09:45 Du kes dilîzin, bi dehan kes temaşe dikin
09:43 ANHA bû dengê azadiya Sûriyeya Bakur
09:42 Rojnameger Kizilkaya û Sancili cara 5'an derkevin dadgehê
09:41 Aydogdu: Divê gelên Tirkiyeyê tecrîdê qebûl nekin
09:39 Nûnerên siyasî: Israra tecrîdê dê rê li ber înfialê veke
09:38 Karkerên Komirê: Talûke ye, lê em mecbûr in
09:37 Emniyet ji bo Velî Saçilik li rêxistinekê digere!
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2017'AN DE
28/10/2017
20:58 Ji bo Roboskiyê cara 70’yemîn doza edaletê hat kirin
17:29 'Azadî dê bi ser bikeve tecrîd dê winda bike'
16:37 Xebatkarên TV10: Em destê xwe bidin hev û welat xelas bikin
16:23 ‘Bila girtiyê nexweş Solhan bê berdan’
15:41 Xizmên windayan aqûbeta Huseyin Toraman pirsîn
15:39 Li Amedê 'komxebta jin û qeyûman' hat lidarxistin
15:25 Polîsan di çalakiya Yukselê de 4 kes binçav kirin
15:07 Girtiyê nexweş Babaoglu serbest berdin
15:06 ‘Çiya, kevir û çûk rê nîşan bidin ez bigêjim kurê xwe'
15:03 Bîlgen: Tecrîda li ser Birêz Ocalan provokasyon e
14:21 Jina rastî êrîşa çekdarî hat mir
14:20 Rojnameger ji bo hevalên xwe yên girtî meşiyan
13:50 ‘Ramanên Ocalan tecrîd dikin’
13:21 Polîsan li Mêrsîn û Stenbolê 20 kes binçav kirin
13:20 Hêj ruhê 7'ê Hezîranê zindî ye
13:19 Piştevaniya Hopayê girtin şermezar kirin
12:42 Mamosteyan li eniya zarokan heyv û stêrk xêz kirin
12:27 Hîco: Duyemîn reva PDK'ê ya Şengalê em şaş nekirin
12:26 TSK noqteyên QSD'ê bombe dike
12:14 Gemîcîoglu ya ji nexweşiyê hat berdan: Tu mafî nas nakin
11:58 Piştî operasyonê şer derket
11:41 Bîrlîk: Xaniyên li Şirnexê ji bo kê tên çêkirin?
11:41 Narîn a 78 salî: Binçavkirina min wêneyê zilmê ye
11:40 Nameyên binpêkirinên mafan vedibêjin tên desteserkirin
11:03 Çapemeniya kurd a li Sirgûniyê dest pê kir bû pêşengê çapemeniya azad
11:02 Em bi karkeran re daketin 'Çala mirinê'
10:13 Di Mîhrîcana çand û hunera kurdî de şahiya muzikê
09:53 DAIŞ'ê li Reqqayê Muzeyek wêrankirî li pey xwe hişt
09:09 2 hezar û 593 xwendekar di girtîgehan de ne
09:09 Hevserokê MMO'yê Hatun: Hêj ji kanê komirê derdixin
09:08 'Kesên ji aştiyê ditirsin tecrîdê girantir dikin'
09:05 'Dewlet bi girtina saziyên çapemeniya kurd negihaşt armanca xwe'
09:04 Mişmiş jî ketin ber krîza vîzeyan
09:03 Midurê Girtîgehê: Dewlet jî hiqûq jî ez im
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2017'AN
27/10/2017
21:00 Girtiya nexweş Gemicioglu ji girtîgehê derket
20:10 Li Farqînê 4 leşker birîndar bûn
20:08 Parêzer Deniz Yildiz hat berdan
18:53 Li Îzmîrê rêveberên HDP'î dest bi greva birçîbûnê kirin
17:34 Herêmên bejahiyî yên Farqîn û Hezro tên bombebarankirin
17:16 Girtiya nexweş Gemicioglu hat berdan
17:09 Katalonya bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kir
16:11 Polîsan li Bogilanê bi ser malan de girt
16:02 Leman: Li pey Felek’ê wêneyek jî nema
15:27 23 meh berê Tahir Elçî hat kuştin, lê kujer tune
15:26 Dozger serlêdana malbata Ocalan red kir
15:01 5 DAIŞ’iyên biyanî teslîmî YAT'ê bûn
15:00 ‘Divê gelê kurd tecrîdê qebûl neke’
14:51 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Yukselê kir: 5 kes binçav kirin
14:50 Leşkeran mal şewitand: Pîra xwest şewatê vemirîne krîza dil derbas kir
13:55 Karkerên li Denîzliyê jehrî bûn û qeza derbas kirin
13:54 Prz. Demîr: Hevdîtina bi Ocalan re dê bibe nefesa Tirkiyeyê
13:53 Demîrtaş: Xwedîderketina li rojnamegeran peywirek exlaqî ye
13:32 KCD: Biryara dadgehê dijî qanûnê ye û nayê qebûlkirin
13:00 9 hezar Rojavayî ji Başûr vegeriyan Rojava
12:24 Bêrîvan a YJŞ'î: Em dê pêşiya fermanan bigirin
12:06 'Herî zêde Tirkiye endam şandine nava DAIŞ'ê'
12:04 Stenbol ji bo Ocalan seferber dibe
11:13 Polîsan 6 parêzerên ÇHD'ê binçav kirin
11:03 Li ser girtiyên Girtîgeha Sîlîvriyê nasnameyê ferz dikin
11:02 Dixwazin Şirnexiyan di TOKÎ'yên li Cizîrê de bi cih bikin
11:02 6 siyasetmedar li Wanê hatin berdan
10:52 Nivîskar Derwêşiyan çû ser dilovaniya xwe
10:40 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da
10:36 Akil: Em ê aboriya xwe ya navxweyî ava bikin
10:24 Bê delîl 10 sal û 10 meh ceza birîn
09:46 Li girtîgeha nû zaroka yek salî jî tazî kirin
09:45 HES Sûlava Bêgirê zuwa dike
09:44 Ev firin wargeha malbatên xizan e
09:43 Wezîr qebûl kir: Li girtîgehê 7 rojan binçavkirin
09:42 Polîs welatiyên Farqînê bêzar dike
09:41 Heyeta Îmraliyê li benda bersîva Wezîrê Dadê ye
09:40 Jeotermal dê dar û beran tune bike
09:40 Projeya avdaniyê 5 salin temam nebûye: Darên fisteq û zeytûnan hişk bûn
09:39 'Mêrgên xwe didin îmarê, li derve kirê dikin’
09:38 'Heke ev tişt hatibe serê mele, ka dê çi neyê serê me'
09:37 Zabite ji bo firotina gulan bertîlê dixwazin
09:36 180 roj in di çalakiyê de ye: Ez ê paşve gavan neavêjim
09:35 Gurkan: Rakirina tecrîdê dê xizmeta yekîtiyê bike
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2017'AN
26/10/2017
22:04 Selîm Temo: Piraniya kurdologên ewropî bi kurdî nizanin
18:03 Rojnameger Kuray hat berdan
18:01 HDP'ê mirina biguman a Kîl bir Meclisê
17:03 Malbatên Roboskê: Di şexsê wekîlê me de me ceza dikin
16:40 Doza Demîrtaş hat taloqkirin