Em bi karkeran re daketin 'Çala mirinê' 2017-10-28 11:02:10 ŞIRNEX – Em bi karkeran re daketin kanên komirê yên li Şirnexê. Xebata di saet 5'an de dest pê dike, tenê di binê erdê de 8 saetan dewam dike. Kanên ku karker pênaseya "Çalên mirinê" ji bo wan dikin, gelek karker bê sîgorte bi 70 TL'yî dixebitin. Tenê daxwazeke karkeran heye, "Bila kan neyên girtin, şert û merc bên sererastkirin." Di 17'ê Cotmehê de li Kana Komirê ya Hejmar 1'ê ya li Şirnexê de hezaz pêk hatibû û 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabû, li ser vê karesatê çavê hemû raya giştî careke din vegeriya ser şert û mercên karkeran. Qada ku tekane cihê debara welatiyan e û karker jî wekî "Çala mirinê" pênase dikin, heta çoltara Şirnex, Silopî, Cizîr û Qilebanê dewam dike. Di beşeke qadê de hilberîna li derve tê kirin, di beşeke wê de jî gelê herêmê bi derfetên xwe rêbaza ku ew dibêjin "bîr" hatiye vekirin. Şirketên mezin bi maşîneyên kar dixebitin, lê kargehên piçûk bi rêbazên kevin dixebitin.   BI TEVIR Û BÊRAN KOMIRÊ DERDIXIN   Karkerên ku mirinê didin ber çavên xwe û peyayê kanên komirê dibin, di binê ziyanên bilind de bi rêya eksvatoran komirê davêjin maşînên kar. Komira ku derdikeve bi rêya fîrmayên taşeron li ser rêya Şirnex-Cizîrê li qadê tê komkirin û li wir tê belavkirin. Komira derfetên ferdî komira ku ji 100 û 120 metreyan ji binê erdê tê derxistin jî bi tevayê bi rêbazên kevin tê derxistin. Karkerên di şirketan de dixebitin beşa zêde bi sîgorteyî ne, lê kesên di kanên bîran de dixebitin, hema bêje hemû bê sîgorte ne. Saeta xebata karkerên şirketan 12-13 saet e, yên di bîran de dixebitin 8 saet e.   XWARINÊN XWE JI ÊVAR DE AMADE DIKIN   Karker di saet 5'an de dest bi kar dikin, piştî taştê xwarinên wekî penêr, nan, becan, zeytûn û hwd. ji êvar de amade dikin û piştre li serwîsê sîwar dibin. Piştî saetekê li bajêr tûr davêjin ber bi gundê Nerexê ya 15 kîlometreyî ji dûrê navendê ve dikevin rê. Di tevahiya rê de karker ji gelek noqteyên lêgerînê yên polîs û leşkeran derbas dibin, 8 kîlometre rêya ku mayî bi traktoran dewam dikin.   JI BO KU NEKEVIN HEV DU HEMBÊZ DIKIN   Karker pêwîstiyên xwe yên avê di nava rojê de li gund pêşwazî dikin, kûpên ku tije av dikin li traktoran sîwar dikin. Di rêya stabîlîzeyî û çal de toz û dûman û ax li nav hev dikeve. 15 karkerên di kaseya traktorê de diçin, ji bo ku nekevin bi destekî kûpên avê digirin, bi destên din jî hev du hembêz dikin û qasî 20 deqeyan di wan rêyên çiyayî de diçin.   DI FERQA XETEREYÊ DE NE   Di her bîrekê de 8 an jî 10 karker dixebitin. Qada ku bi maşîneyên kar komir tê derxistin, xebatên terasî tên kirin û ji ber xilo xwarbûnê pirsgirêkên mezin dijîn. Zinarên mezin ên ji cihên xwe hol bûne û karkerên di nav maşîneyên kar de dixebitin, di ferqa xetereyê de ne lê tu çareya wan jî tune. Me xwest em bi karkeran re bikevin cihê ku ew dixebitin, lê bi gotina "xeter e" daxwaza me red kirin.   'HÛN NÛÇE ÇÊKIN JÎ DÊ TIŞTEK NEGUHERE'   Tirseke herî mezin a karkeran jî ew e ku der barê şert û mercên wanên kar de destûra dîmenan e, ji ber wê tirsa ku kargeha wan bê girtin dijîn û dibêjin ku "Hûn nûçeyê çêkin jî dê tiştek neguhere. Dewlet ji bo van kanan bigire li hincetan digere. Em mirinê didin ber çavên xwe û dixebitin. Çareyekî me jî tune. Em bi xwehdana eniya xwe dixebitin."   DORA PEYABÛNA BI XETER E   Karker ji bo peyayê kanan bibin hin amadekariyan dikin, destpêkê bîdonên qasî 100 û 120 kîloyan dirêjînin kaseya traktorê. Piştre karker haletê li xwe girê didin û peyayê tunêla 120 metreyî kûr dibin, di wê bîra qasî mêtrek û nîv fireh de, bi alîkariya halatê peyayê kanê dibin. Ev rêya xeter êdî ji bo karkeran bûye pêlîstokekê, yek bi yek peyayê binê kanê dibin. Ji derveyê du karkerên li ser dezgeha komirê û karkerê ku halatê dixebitîne, hemû karker peyayê "Çela mirinê" dibin.   RÊWÎTIYA BI HALETÊ YA YEK DEQEYÎ!    Peyabûna bi haletê ya ku ji bo karkeran bûye karekî rûtîn, lê bi xetere ye, hisa ne diyarî ya fikaran bi xwe re çêdike. Karkerên jor yên li jêr hişyar dikin û dibêjin "Em rojnamegeran peya dikin. Lê baldar bin" û piştî deqeyekê rêwîtiya bi haletê bi dawî dibe.    JI ARÛKÊ ŞIL AV DILOP DIKE   Em dema peyayê jêr dibin di kaneke tarî de rastî kûp û du karkeran tên. Bilindahiya kanê 170-180 û firehiya wê 110-120 santîm metre ye û wekî labîrentekê ye. Hundur bêhna kamkêşê tê. Di bin dilopên arûkan de karker komirê tişe dikin û hin karker jî bi erebeyên destan komirê dikişînin. Em silavê didin wan. Karker bi giranên di destê xwe de komirê parçe dikin û bi erebeyên di destê xwe de, komirê dikişîn cihê ber deriyê kanê. Ev komira ku li kûpan tê dagirtin, bi heman halatê derdikeve jorê.   Ev kûpana qasî 3 erebeyên destan komirê digirin û li jor 2 karkerên li ser dezgehê wan li kaseyên traktoran bar dikin. Piştî 15 kûp tên rijandin, vê komirê dikişînin qada 500 metreyî dûr.   JI KILÎMAYÊ HEWA DIGIRIN!   Kana ku bi tu awayî ewlehiya wê tune ye, ji baceyeke din hewa tê standin. Karker hewaya hundur wekî "klîma" pênase dikin, di kûrahiya bin erdî de her 33 metreyan carekê hewa germ dibe û karker bi atletan dixebitin. Di bîran de têkiliyên karkeran bi hev re heye û di hin cihan de hezaz jî tên dîtin. Karkeran bi rêbazên kevin pêşî li van hezanan girtine.   TEKANE TIŞTA KÊFA WAN TÎNE, HENEKÊN WAN IN   Piştî 4 saetan di 110 metre di kûrahiya erdê de dixebitin, molaya nan û çay didin û li ser tûpê seyranê çay çêdikin. Hin ji wan îskana, hin ji wan şekir û hin ji wan tasên ku xwarin bi xwe re anîne amade dikin. Tekane tişta ku kêfa wan tîne henekên wanên rojane ye. Piştî xwarinê heta saet 15.00'an bê navber dixebitin. Di xebata nava rojê de karker 15 romork komir derdixin û ji bo roja din berê xwe didin malê.   Gelek karker sîgorteya wan jî tune û rojê bi 70 TL dixebitin.   MA / Mehmet Şah Oruç – Cîhan Olmez