ÎZMÎR - Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxuyaniyekê piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven.
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Îzmirê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a di 7'ê Mijdarê de li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi çalakiya grevê kiriye daxuyani dan. Meclîsa Dayikan li avahiya DBP'ê ya Îzmirê daxuyanî dan. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP û DBP'ê yên jin tev li çalakiyê bûn. Li ser navê dayikan Cemile Aydin, daxuyanî da û diyar kir ku daxwaza Leyla Guven daxwazek mafdar e û wiha got: "Em bang li her kesi dikin ku li daxwaza wê xwedî derkevin. Guven ji bo parastina mafê hemû mirovan dest bi ve çalakiye kiriye. Dayikên kurd her dem gavek pêş ve avetine. Divê hemû kesên mafê wan tê binpêkirin jî li çalakiya Guven xwedî derkevin. Divê her kes li cem çalakiya Guven cih bigirin."