AMED – Baroya Amedê der barê binpêkirina mafê mirovan a girtîgehan de rapora xwe aşkere kir û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ji ber jinên girtî stranên kurdî gotine cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn û got: “Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve dewam dike.”
Baroya Amedê rapora binpêkirina mafê mirovan ên Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê û Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li avahiya xwe aşkere kir. Endamê Komîsyona Girtîgeha a Baroyê Yusuf Çakaş got wan vê raporê piştî encama gilîkirina malbatan de li girtîgehan hevdîtin pêk aniye amade kirin e û di hevdîtina bi girtiyan re binpêkirina mafê mirovan tespît kirin e.
LÊGERÎNA TAZÎ Û LÊDAN
Çakaş anî ziman ku hevdîtinên li dijî binpêkirinê pêk anîne encam nedane û Ufuk Demîr û du girtiyên din ku di 7’ê mijdarê de birine Girtîgeha Patnosê rastî lêgerîna tazî hatine û ji ber vê yekê qebûl nekirine eskeran li wan daye. Çakaş diyar kir ku ji ber îşkenceya li girtiyan hatiye kirin guhê Demîr werîmî ne û gardiyanek bi gotinên “Ev der komara Tirkiyeyê ye hûnê qebûl bikin” beriziye wan. Çakaş got di hevdîtina Girtîgeha Panosê de derketiye holê ku girtiyan ji wan re gotiye av nayê vexwarin û bêhna loxerê ji avê tê û girtî nikarin vexwin.
‘NÎVÊ ŞEVÊ SERDEGIRTIN PÊK TÊ’
Çakaş da zanîn ku li Girtîgeha Panosê di saetên şevê de esker û gardiyan ji nişkeve bi ser qawîşan de digirin û ev lêgerîn di kontrola midûrê hepsê tê kirin û di lêgerînê de heqaret li girtiyan tê kirin.
'GARDIYAN XWEST ZAROK BIFETISÎNE’
Çabaş bal kişand ser binpêkirina mafan a li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê jî û got: “Zarokê bi navê F.T. rastî îşkence û muameleya xerab hatiye. Gardiyanê bi navê H. destê xwe xistiye qirika wî û xwestiye wî bifetisîne. Rewşa gardiyan ji midûrê girtîgehê re hatiye vegotin. Beriya niha jî heman gardiyanî heman tehdîtan kiriye. Dema bûyerê gardiyanek din jî li gel wî hebûye û mudaxele nekiriye. Li gel vî zarokî îşkence dîtiye jî lê hêj gardiyan li ser kar e. Hêj diçe ew gardiyan diçe beşa ew zarok lê girtî ye û zarok dibêje ku ewlehiya canê wî nîne.”
‘REWŞEK XETERNAK E’
Çakaş got bi dozger re hevdîtin kirine û dozger gotiye heta niha di derbarê bûyerê de tu agahî jê re nehatiye ragihandin. Çakaş diyar kir ku ji ber ku gardiyan li ser peywîra xwe ye wek “rewşek xeternak” nirxand û xwest ku demildest der barê gardiyan de lêpirsîn bê destpêkirin.
‘FERASETA TIRKÎ BIAXIVE PIR BIAXIVE DIDOME’
Çakaş destnîşan kir ku yek ji girtîgehên binpêkirina mafan lê qewimiye jî Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye û wiha got: “Ji ber jinên girtî bi kurdî stran gotine rastî cezayê dîspîlînê hatine. Der barê jinên bi navê S.A. û E.A. di navbera xwe de bi kurdî stran gotine girtek hatiye amadekirin. Strana kurdî wek sirûd û dirûşm derbasî girtekan kirine. Ji ber vê yekê jî cezayê dîsîplînê li gelek jinan birîne. Ji ber strana kurdî birîna ceza pêkanînên zîndana Amedê ya 12’ê Îlonê bi bîra mirovan dixe. Zîndana Amedê di sedsala 20’an de ji ber feraseta ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ şerma xwe li dîrokê da. Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ ji aliyê rêveberiya girtîgehê dewam dike.”
Çakaş li dijî van pêkanîn û binpêkirina mafê mirovan a li girtîgehan Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê vexwend peywîrê da ku lêkolînan bikin.