TJK-E'yê dest bi kanpanya 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kirin

NAVENDANÛÇEYAN - TJK-E'yê li dijî tundiya li hemberî jinê ku tê kirin, bi dirûşma 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kampanya nû dan destpêkirin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), bi beşdariya bi dehan meclîs, komun, însiyatîf û saziyên jinan ên li Ewropayê dest bi kampanyayeke nû kir. Kampanya TJK -E'yê ku bi dirûşma 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' hat destpêkirin wê salekê bidome. Kampanya ji sê qonaxan pêk tê. TJK-E'yê û saziyên jinan ên pêkhateyên kampanyayê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî ku dan naverola kampanyaya xwe aşkera kirin.
 
Kampanya îro dest pê dike
 
TJK-E'yê ku şîdeta li diji jinê weke mijareke 'nabe bê taloqkirin' dibîne, ji îro û pê ve dest bi kampanya "Şîdeta li jinê polîtîk e' dike. Yek ji dirûşmên kampanyayê ev e: '#Dibe ku bihata serê te jî' ye. TJK-E, di daxuyaniyê de got "Em dixwazin ji xwe dest pê bikin û civakê biguherînin. Li ser şopa rastiya xwe em dixwazin rêya rastiyê bibînin. Di bingeha felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de azadiya jinê heye. Her jin û mêrên ji bo azadiya Gelê Kurd têdikoşin, divê xwe ji nava şîdeta sîstema baviksalariyê rizgar bike." 
 
DEMA KAMPANYA SALEK E 
 
 Li gorî daxuyaniyê, kampanya wê salekê dewam bike. Di nava salekê de wê li dijî zîhniyeta ku çavkaniya şîdeta li jinê ye û xwediyên vê zîhniyetê çalakî werin lidarxistin û helwest bê nîşandan. Jin wê bi vê armancê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin. Ji bo analîzkirina aliyên siyasî, aborî, çandî û dîrokî yên şîdetê wê karê perwerdeyê bê kirin. Jinên ku şîdetê weke çarenûsa xwe dibînin wê bi rêxistinbûnê werin xurtkirin û mafên wan bên bibîranîn.
 
KAMPANYA DÊ BI PERWERDEHIYÊ DEST PÊ BIKE
 
Di qonaxa destpêkê ya kampanyayê de wê li ser pêwendiya mêtingeriya jinê bi sîstemê re perwerde bê dayin. Bi vê armancê wê semîner, panel û çalakiyên din ên perwerdeyê werin organîzekirin. Bi rêya çapemenî û medya civakî jî wê pirsgirêkên jinan di rojevê de werin hiştin. Qonaxa duyemîn wê ji pratîkê, ji çalakî û rêxistiniyê pêk were. Bi vê armancê wê mîtîng, xwepêşandanên li qadan, meş bên organîzekirin, afîş bên daliqandin û belavok werin belavkirin.
 Di qonaxa sêyemîn de jî ji bo pêşî li şîdeta li jinê were girtin, wê bi rêya sazîbûn û rêxistiniyê çareseriyên mayinde bên afirandin. Li bajar û bajarokên ku meclîs lê hene, wê bi rêxistin û saziyên cuda yên jinan re platformên hevpar werin avakirin. Di bin sîwana van platforman de wê xetên şêwrê bên afirandin û komên xweparastinê werin birêxistinkirin.
 
TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ POLÎTÎK E 
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku her şêweyê şîdeta li jinê pêwendiya xwe bi êrîşên polîtîk ên sîstemê re heye û hate gotin, "Ji ber vê yekê şîdeta li jinê polîtîk e. Şîdeta li jinê çeka herî mayinde, bi bandor û daîmî ya sîstemê ye. Yekane mijar e ku afirînerên sîstemê û yên ku dibêjin ew dijberê sîstemê ne, li ser wê li hev dikin. Yekane rêbaza afirandin û dewamkirina sîstemê ye. Wateya rastî dide gotinên demokrasî, mafên mirovan, wekhevî û azadiyê."
 Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em kesayetên tevgereke welê ne ku pirsgirêkên civakî taloq nake, hesabê paşverûtiya xwe ya civakî didin û şoreşê di nava şoreşê de pêk tînin. Ji ber ku em ewqasî bi pêş ve çûne, niha pirsgirêka herî jêrîn derketiye ser rûyê avê. Lewma, em şîdeta li jinê weke pirsgirêkeke ku karibe bê taloqkirin nabînin."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, her kesên ji têkoşîna azadiyê ya Kurdan bawer dikin, ji bo karibin li gorî pîvanên azadiyê li xwe bipirse û xwe biguherîne, wê karên fikrî û fîzîkî werin kirin û hate gotin, "Ji bo şîdetê ji holê rakin em ê têbikoşin, ne ji bo ji rojevê derxînin."
 
Saziyên li gel Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) tevlî kampanyayê bûne:
 
* Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F)
 
* Yekîtiya Jinên Kurd li Swîsreyê (YJK-S)
 
* Yekîtiya Jinan a SARA li Swêdê (SARA)
 
* Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E)
 
* Yekîtiya Jinên Kurd li Belçîkayê (YJK-B)
 
* Meclîsa Jinê ya Sêvê li Kopenhagenê
 
* Meclîsa Jinê ya Ronahî li Den Haagê
 
* Meclîsa Jinê ya Fatoş Saglamgoz li Arnhemê
 
* Komuna Jinê ya Rojîn li Amsterdamê
 
* Komuna Jinê li Rotterdamê
 
* Meclîsa Jinê ya Roj li Londonê
 
* Jinên Kurd ên Êzidî
 
* Jinên Kurd ên Elewî
 
* Jinên Ciwan ên Azad
 
* Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK)
 
* Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ)

Sernavên din

21/11/2018
10:52 Kiliçdaroglu: Divê em li gorî biryara DMME bimeşin
10:38 Parlamenter Surucu banga doza Pirsûsê kir
10:18 Qeyqemamê Bismilê destûr neda komxebata çotkaran
10:04 Cezayê dîsîplînê dan Leyla Guven
10:00 Dayika Wekîla HDP'ê Beştaş jiyana xwe ji dest da
09:50 Birayê Abdullah Comert: Edalet pêk nehat
09:25 Kerestecîoglu: Serlêdana Erdogan dibe lê dema Demîrtaş serî lê dide nabe gelo?
09:23 Êzidiyên koç kirine: Êdî em jî nizanin em ê bi ku ve biçin
09:22 Ji ber çû taziyeyê ceza lê hat birîn
09:21 5 sal ceza li midûrê Azadiya Welat ê berê birîn
09:21 KHK'yî li Meclîsê dicivin
09:20 Rojnamevan Guleş: Wêneyên xwezayê jî nadin
09:20 Berastengê bi hinceta 'leşkerî' nekiriye ceza lê birîn
09:19 ‘Lêgerîna tazî' li dijî Qanûna Bingehîn e
09:18 Namzetên jin ên ji bo keyatiyê: Em ê bi hev re li dijî şidetê têbikoşin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2018'AN
06:56 Di kana madenê te teqîn: 3 karker asê man
20/11/2018
19:25 Karkerê kasa kamyonê bi ser wî de ket jiyana xwe ji dest da
17:56 Demîrtaş: Bi biryara DMME'ê posîzyona dîlgirtnê hat tescîlkirin
17:39 Ciwanên HDP’î yên belavokan belav dikirin hatin binçavkirin
17:31 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:12 Beştaş: Em ê li dijî şidetê gotina xwe bêjin
17:01 ÎHD: Li Tirkiye 743 zarok girtî ne
15:40 ÎSİG: Di 5 salan de 354 zarok di cînayetên kar de hatin kuştin
15:36 ‘Em dê şaredariyên xwe ji destê qeyûman rizgar bikin'
14:48 Parêzeran ji bo dîtina Ocalan cara 765'an serî li serdozgeriyê dan
14:40 DMME: Pêwiste Demîrtaş bê berdan
14:05 Buldan: Tecrîd li dijî şoroşa jinê ye
13:03 Rêxistina HDP'ê ya Amedê starta hilbijartine da
12:33 Masîh Alinejad: Li gorî rejîma Îrane ez sûcdarek har im
12:02 Di şeva hinê de ji ber rengê kesk sor û zer 4 kes binçav kirin
11:02 Leyla Guven: AKP hesasiyetên gel negire ber çavan dê têk biçe
10:40 Jinên kurd ên rojnamevan li dervê welat rêxistina ROJIN ava kirin
10:37 Dayika Asya Yuksel jiyana xwe ji dest da
10:28 Polîsan bi ser mala nivîskar Nezîr Çakan de girt
10:24 Dr. Yerlikaya: Bila Pêşnûma Torbe bi tevahî paşve bê kişandin
10:23 Li Amedê pevçûn: 2 kes mirin û 2 kes birîndar bûn
10:01 14 sal in berpirsên 13 guleyan nehatine cezakirin
09:20 Muzîkjen Erkan Benlî 2 sal e nayê emeliyatkirin
09:19 Keça Araratê: Lênûska Leyla
09:18 Waliyê Şirnexê û AKP'î, li dijî HDP'ê 'îtifaq' çêkirin!
09:15 Jin dê li Dersimê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan
09:14 Siyasetmedarên li Sûriyeyê: Bila DYA dev ji biryara xwe berde
09:14 Prz. Demirbag: Derbkirina li Girtîgeha Manisa bûye sîstematîk
09:13 Parêzerê şahidê Girtîgeha Pozantiyê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da
09:12 Xebata ewil a Yekîtiya Jinê ya Serbixwe 25'ê Mijdarê ye
09:11 Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2018'AN
19/11/2018
16:46 Rojnameger Sedat Sûr hat girtin
16:38 Saziyên Wanê bi daxuyaniyekê bal kişandin çalakiya rojiya mirinê ya girtiyan
15:59 Gardiyanan gefa kuştinê li girtiyan xwar
15:57 Dayiken Aştiyê piştgirî dan Guven
15:46 ÎHD’a Dersîmê girtin û ceza şermezar kir
15:45 Baroya Amedê: Bîrdoziya ‘Tirkî biaxive pir biaxive’ li girtîgehan didome
15:09 Polisan daxuyaniya wekîlên jin ên HDP’î asteng kir
14:59 Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Em piştgiriyê didin Platforma Zimanê Kurdî
14:44 TJK-E'yê dest bi kanpanya 'Tundiya li dijî jinê polîtîk e' kirin
14:43 Bîlgen: Lîjneyên partiyê dê biryar bidin
14:29 Ewil navê taxan kirin tirkî, piştre qeyûm tayîn kirin
14:21 ÎHD: Peymana zarokan li ser kaxize ma
13:06 ‘Li Girtîgeha Bakirkoyê di hefteyeki de 3 caran lêgerîn dikin'
12:43 Dermankirina Endamê Koma Aştiyê Îpek didome
12:31 Li Denîzliyê balafir ket
12:25 Meclisa Jinan a HDP'ê meşiyan Girtîgeha Amedê
12:06 Gardiyanan cîhaza amûrê şekir a girtiyê nexweş desteser kir
11:37 Dag a HDP’î: Daxwaza ciwanan azadiya Ocalan e
11:24 Li Efrînê komên çekdar bi hev ketin û pevçûn dijwar bû
10:53 Komek Kurdên li Îngilîstanê li dijî sansora twîtterê dest bi kampanya hashtagê dikin
10:28 Kujerê Musa Anter bû bernamzetê AKP’ê
10:28 Ji bo neyê jibîrkirin: Li Xirarê Tofan Rabû
10:20 Gezgîncî: Ji ber ku min eba li xwe kiriye rastî peyvên DAIŞ'ê têm.
09:45 Komisyona zarokan a ÎHD'ê: Di 5 mehan de 27 zarokan can dan
09:13 'Ji bo aştiyê divê tecrîd rabe'
09:12 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Divê çalakî bibin bertekên civakî
09:10 Derûnînas Şenol: Di çavkaniya tundiya zayendî de îktîdar heye
09:10 Li vê derê personel ji xwendekaran zêdetir in
09:10 Piştevaniya Mor, ji bo 25'ê mijdarê kolan bi kolan digere
09:09 Esnafên Colemêrgê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin
09:09 Ozsoy: Tirkiye firsendê bibîne dê êrîşî Kobanê û Qamişlo jî bike
09:08 ÎHD’a Agiriyê: Li Girtîgeha Panosê pêdiviyên bîngehîn jî nayin bi cih anîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2018'AN
18/11/2018
19:47 Çalakiya ji bo piştgiriya Leyla Guven bi dawi bû
17:00 Hevserokê DBP'ê Arslan serdana çalakgeran kir
16:33 Temellî: Hemû gelên Tirkiyeyê di tecrîdê de ye
16:20 Kurtulan: Di hilbijartina rêveberiyên herêmî de emê bersîva herî baş bidin qeyûman
15:51 Jinên Amedî ji 25'ê Mijdarê re Amade ne: Em ê li dijî pargala mêr li qadan bin
15:23 Ocalan: Sedema krîza heyî tecridkirina Ocalan e
15:01 HDP'a Şirnexê piştgiri da çalakiya Leyla Guven
13:44 Endamê Meclisa ciwanên HDP'ê hatin binçavkirin
13:34 Colemêrgiyan piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê
13:23 Li Şirnexê starta hilbijartinê hat dayîn
13:00 ‘Heta tecrid rabe çalakî dê bidomin'
12:49 Cengîz Holdîng, dînamîtan diteqîne, bi kepçeyan daran jêdike
10:39 Wekîlê CHP'î Bircan jiyana xwe ji dest da
10:33 Di operasyona Gezî kesek girtin
09:52 ‘Ji bo rakirina tecrîtê em ji her tiştî re amaden e’
09:18 ‘Tecrîd dê bi têkoşînê rabe'
09:16 'Em bibin dengê Guven û dawî li tecrîdê bînin'
09:14 Li Girtîgeha Kirikkaleyê girtî hatin derbkirin
09:12 Aydenîz: Ger çalakî li tevahiya civakê belav bibin wê dawî li tecrîdê bê