MÊRDÎN – Li Qoserê azayên 6 keyayan li şûna wan peywîrdar kirin. Qeyûm jî tayînî taxên Berçem û Dunaysir ên beriya niha navê wan kiribûn tirkî kirin.
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir li navçeya Qoserê ya Mêrdînê keyayên 8 taxan ji pewyîrê hatibûn girtin. Li şûna 6 keyayan azayê wan hatin peywîrdarkirin. Li şûna 2 keyayan jî qeyûm hat tayînkirin. Qeyûmê Şaredariya Qoserê beriy niha bi demekê navê taxên Berçem û Dunaysir veguherandibû tirkî. Navê Berçemê kirin Şahkulubey. Hat zanîn ku Midûrê Nifûsê yê Navçeyê Abdurrahman Abdussametoglu tayînî şûna keyayê txê Mahsum Aslan hatiye kirin.
Hat zanîn ku li taxa Dunaysir jî Midurê Karê Nivîsan a Qeymeqamiyê Ramazan Uygur jî tayînî şûna keya Şerîf Dag hat kirin.
'ASTENGÎ DERDIKEVE’
Serokê Komeleya Keyayên Qoserê Hatîş Şeran diyar kir ku tayînkirina qeyûman ew rast nabînin û li taxên qeyûm hatine tayînkirin xebat nayê kirin. Şeran anî ziman ku qeyûm ji ber karê xwe nikarin werin li taxê bi karê welatiyan ve eleqedar bibin û li avahiya keyatiyê jî rûnanên. Şeran got ji ber keya tune ne gelek karê taxê tên astengkirin.
'GEL WÊ BERSIVÊ BIDE’
Keyayê Taxa Berçemê Mahsum Aslan jî da zanîn ku peywîra wî hatiye “xespkirin” û got: “Abussametoglu ne dixwest peywîrê hilde. Lê ji ber karmendbû neçar ma hilda ser milê xwe. Bendewariya me ew e dê gel di sindoqan de bersiva herî xûrt bide. Gelê me dizane wê çi bike. Sindoq nêz e. Wê gel biçe ser wan sindoqan. Wê bersiva herî xweşik bide wan kesên vê polîtîkayê dixe meriyetê. Ez ji vî bawerim. Ji niha ve li taxê kar hatine astengkirin. Ji ber gel keya li avahiya keyatiyê nabîne neçar in diçin miduriyeta nifûsê.”