ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê, daxuyanî da. Rêveberê ÎHD'ê Alî Aydin, diyar kir ku ligel di ser peymanê re 29 sal derbas bûn jî hêj ev peyman li Tirkiye neketiye meriyetê. Aydin, destnîşan kir ku tenê peyman li ser kaxizê maye û mafê zarokan nayê parastin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi minasebeta 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê komeleyê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Alî Aydin, daxuyanî da. Aydin diyar kir ku Tirkiye peyman di sala 1990'an de îmze kiriye û wiha got: "Di peymanê de divê her zarok li gorî nasname û cewherê xwe xwedî mafê jiyanê be. Lê ev peyman tenê li ser kaxizê maye. Mafê zarokan li gorî peymanê nayê parastin. Divê berê zarok dihundirê m albatê û derdorê de bên parastin.
XAL LI SER KAXIZÊ MAN
Aydin, anî ziman ku xalên ku Tirkiye îmze kirine li ser kaxizê mane û wiha got: "Her zarok divê li gorî cewherê xwe bijîn û mafê wan ê cewherî bê parastin. Divê dewlet di serî de li dijî tundiya zayendi hemû mafê zarokan divê biparêze. Divê ji bo parastina hemû mafê zarokan hestiyar bike. Divê dibistanên sereteyî bê pere û mecbûrî be. Divê zarok di qada aborî de keda wan neyê xwarin. Divê di milê perwerde û tenduristiye de mafê wan biparêze. Divê zarokên ji 15 salî biçûktir di şer de cih negirin. Ligel di ser peymanê re 29 sal derbas bûn jî peyman neketiye meriyetê û li ser kaxizê hatine.
JI SEDÎ 70'Ê DI QADA ÇANDINIYÊ DE KAR DIKIN
Li gorî rapora Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), zarokên temenê wan di navbera 5 û 17'an de 152 milyon zarok karker dixebitin. Aydin, anî ziman ku ji van zarokan 73 milyon di karê talûke de dixebitin û zarokên ku neçarî kar dikin ji sedî 70 di kar û sektora çandiniyê de kar dikin. Aydin, anî ziman ku ji sedî 17 sektorên xizmetên din de û ji sedî 11.9 jî di karê pîşesaziyê de kar dikin.
JI 9 ZAROKAN YEK BIRÇÎ YE
Aydin, da zanîn ku li gori daneyên Komîsereya Bilind a Penaberan a Neteweya Yekbûyî (BMMYK), li cîhanê 50 milyon penaberên ji cih û warê xwe koç kirine hene û nêviyê van zarok in û wiha got: "Di cîhanê de zêdeyî 300 hezar zarokên temenê wan hêj kêmî 10 salî ne eskeriyê dikin. Zarokên jin ên eskeriyê dikin jî rastî tundiya zayendî tên. Li 87 welatan zarok di nava 60 milyon teqemeniyên bejayî de dijîn. Her sal nêzî 10 hezar zarok dibin qurbanê teqemeniyan. Gelek zarok ji ber şer welatê xwe terk dikin. Di 10 salên dawî de zêdeyî 2 milyon zarok ji ber şer jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 6 milyon zarok jî birîndar bûne. Nêzî 1 milyon zarok jî bê dayik û bav mane. Li gorî daneyên 2017'an li cîhanê 821 milyon yani ji her 9 zarokan zarokek birçî ye. Li Tirkiye ji 3 milyon welatiyên Suriye nêviyê wan zarok in. Di nava şertên xerab de dijîn. Gelek ji mafê xwe yên tenduristî û perwerdehiyê bêpar in.
JI SEDÎ 25,3 ZAROK XIZAN IN
Aydin, destnîşan kir ku nifîsa Tirkiye ji sedî nêzî 30’î zarok in û wiha bi dawî kir: "Li gorî rapora UNİCEF’ê Tirkiye di milê perwerdehiyê de di rêza dawî de ye. Li gorî daneyên TUİK'ê ya sala 2012'an ji sedî 44.7 zarok karê çandinî û zeviyan dikin. Ji sedî 24.2 karê pîşesaziyê û ji sedî 31' jî di sektorên xizmetê de kar dikin.
ZAROKÊN KURD Û KÊMARAN BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PERWERDE NABIN
Aydın, bal kişand ser mafê zarokan ê perwerdehiya zimanê zikmakî jî û destnîşan kir ku li Tirkiye zarokên kurrd û yên nasnameyên cuda nikarin bi zimanê zikmakî perwerde bibin.