EDENE - Dermankirina endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Huseyîn Îpek ku li Edeneyê kriza dil derbas kir, li beşa venêrtina zêde didome.
Endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 19'ê Cotmeha 2009'an de hatin Tirkiye Huseyîn Îpek, di 17'ê Mijdarê de li Edeneyê krîza dil derbas kir. Îpek ku rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê, piştî anjiyo bû, ew sewqî ûnîteya venêrtina zêde kirin. Îpek ê anjiyo bû ji 17'ê mijdarê ve li beşa venêrtina zêde dermankirina wî berdewam dike. Birayê Îpek Kemal Îpek, diyar kir ku ji ber di damarên wî de pirsgirêk hebû, bijîşkan anjiyo kir û wiha got: "Damar bi tedawiya dermanan asayî bûye. Lê di gurçikên wî de enfeksiyon û birîn hene. Ji ber vê yekê di ûniteya venêrtina zêde de tê girtin. Rewşa wî baş e. Lê dê 5 - 6 rojên din li beşa venêrtina zêde bê rawestandin. "