AMED - Li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê binpêkirina mafên mirovan berdewam dike. Gardiyanan bi ser kawîşên girdiyan de girt û amûrên wan desteser kirin. Gardiyanan amûra pivana şekir û lembeya pirtûkxwendinê ya girdiyê nexweş Ruşen Tutku desteser kir.
Li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Wanê zext û tundiya li dijî girtiyên nexweş û girtiyên siyasî berdewam dike. Girtiyên li Girtîgeha Tipa F a Wanê bi riya malbatên xwe bal kişandin ser zextan. Girtiyan diyar kirin ku çar hawîrê girtîgehê dîwarên bilindahiya wan 7-7,5 metre hatine lêkirin û metreyek têla dirî hatiye pêçan. Girtiyan anîn ziman ku hewşa hewayê ya girtîgeh kirine hefesa têlînî tundiya li ser girtiyan zêde bûne. Girtiyan destnîşan kirin ku destûr nadin çîçekan li hewşê biçînin û pirtûkên wan bisînor kirine. Girtiyan da zanîn ku qirêjî zêde ye û pirsgirêkên wan nayên çareserkirin. Girtiyan anîn ziman ku dema girtiyên nexweş sewqî nexweşnaneyê dikin di rîngê de rastî tundiyê tên û alavên wan bi keyfî desteser dikin. Girtiyan, bilêv kir ku nameyên wan an tên desteserkirin an jî dereng diçin û tên.
CÎHAZA ŞEKIR DESTESER KIRIR
Dotmam û vasîsa nivîskar Rûşen Tutku yê 49 salî yê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye Ayşe Tutku, diyar kir ku ser hewşa girtiyan bi tora têlînî hatiye pêçan û girtîgeh kirine wekî qefesa têlînî. Tutku, anî ziman ku pismamê wê 28 salin li girtîgehên cuda yên Tirkiye girtî maye û nexweşê şekir e. Tutku, anî ziman ku di serdegirtina kawîşan de gardiyanan cîhazê pîvana şekir desteser kirine û wiha got: "Hefteya borî ez çûm dîtina Ruşen a vekiri. Diyar kir ku rêveberiya girtîgehê rewşa girtiyê nexweş îhmal dike. Dereng dişîne nexweşxaneyê û dereng dermanê wî dide wî. Ruşen girtiyê nexweşiya şekir e. Ligel ku rapora wî heye jî disa gardiyanan cîhaza pîvana şekir û lembeya pirtûkxwendinê desteser kirin. Radyo, malzemeyên qusandina rihê û balgîya wî ya ortopedik tev desteser kirin. Em dixwazin hemû parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin.