STENBOL - Endamê Komisyona Mafên Zarokan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Ozgur Bariş, diyar kir ku ligel hikûmeta AKP'ê sala 2018'an wekî têkoşîna li dijî karkeriya zarokan îlan kiribû jî, dîsa di 5 mehên ewil ên 2018’an de 27 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 20'ê mijdara 1989'an Peymana Mafên Zarokan îmze kir. Peyman di 2'ê Îlona 1990'an de ket meriyetê. Tirkiye ji di navde 197 welatan ev peyman îmze kir. Di cîhanê de peymana herî zêde welatan îmze kir, ev peymana zarokan e. Ji xeynî DYA'yê hemû endamên Neteweyên Yekbûyî û Filistin, Vatikan, Nieu û Gravên Cookê peyman îmze kirine. Tirkiye di 14'ê Cotmeha 1990'an de peyman îmze kir û di 27'ê Çileya 1995'an de di rojnameya fermî de weşand. Piştî Neteweyên Yekbûyî di 20'ê Mijdara 1989'an Peymana Mafên Zarokan îmze kir, ev roj wekî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê gelek çalakî tên lidarxistin. Têkildarî vê rojê Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Ozgur Bariş, der barê rewşa zarokan a li Tirkiye de nirxandin kir.
‘DI KARKERIYA ZAROKAN DE GELEK MAF TÊN BINPÊKIRIN'
Bariş, diyar kir ku karkeriya zarokan bandorek neyînî li ser derûnî, fîzîk, aborî û peşketina zarokan a hiş dike û wiha got: “Di pêşketina derûniya zarokan de kar dibe asteng. Kar rê li pêş îstîsmara fîzîkî, derûnî û zayendi vedike. Dîza rê lipêş tiryakên hişbirê vedike. Sedema xebitandina zarokan zagon, polîtîka, pîyasaya hêza kar, rewşa aborî ya makro, rewşa civakî, perwerde û nirxên çandî ne. Ji ber vê yekê divê mirov li dijî karkeriya zarokan xurt têbikoşe. Divê jibo vê têkoşînê niqaş bê meşandin. Mînak zarokên di perwerdehiyê de bi zimanê zikmakî perwerde nabin an jî li dijî baweriyên xwe dersên olî dibînin, xwe cuda hîs dikin û li derve dibînin. Xwe nikarin tev li perwerdehiyê bikin. Girêdayî vê yekê li herêma Anadoliya Başur Rojhilat zarokên di karê zevî û çandiniyê de dixebitin, li Tirkiye di rêza yekemîn de ye. Dîsa li herêma herî zêde daxwaza zimanê zikmakî tê xwestin jî ev herêm e.
'27 ZAROKAN JIYANA XWE JI DEST DA'
Bariş, destnîşan kir ku li gorî anketa TUİK’ê ku di 2012'an de li ser karkeriya zarokan amade kir, ji sedî 49,8’ê zarokên ku kar dikin dibistanên xwe berdewam dikin. ji sedî 50,2’ zarokên ku kar dikin jî nikarin dibistanê berdewam bikin. "Di encamê de li Tirkiye aborî mijara niqaşê ye. Pirsgirêkek herî girîng e. Hikumetê sala 2018'an wekî sala têkoşîna li dijî karkeriya zarokan îlan kiribû. Lê di 5 mehên ewil ên 2018'an de 27 zarok di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku li vî welatî hêj zarok tên xebitnandin. Hej rastî istîsmarê tên. Mafê wan ê bi rêxistinkirinê tune ye. Divê Rêxistinen Civakî, vakıf û saziyen din ji bo mafê zarokan xebatên xwe xurtir bikin.
'SONDA XWENDEKARAN LI DIJÎ XALA 37'AN E'
Bariş, bal kişand ser xala peymana Mafên Zarokan a “Tu zarok divê rastî îşkence, pekanînên li dijî mirovahiyê, neheqî, ceza neyên. Neyên darvekirin. Rastî cezayê muebetê neyên. Ji ber vê yekê xwendina Sonda xwendekaran ji li dijî mafê zarokan e. Her zarok dibe ku kurt, tirk, ereb û nijadek din be. Divê li gorî dîsîplîna leşkerî sonda xwendekaran nexwin. Bi awayekî fîîli rewşa eskerî ava dike. Ev rewş li dijî xala 37'an ku Tirkiye îmze kirye ye."
MA / Sadiye Eser