EDENE - Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Tulay Hatimogullari ku ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kirin ku ew piştekê didin çalakiya Guven. Parlamenteran anîn ziman ku ji bo li Tirkiye aştî û demokrasî pêş bikeve pêwiste berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.
Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 7'ê mijdarê de daye destpêkirin di roja 13'an de berdewam dike. Çalakî û daxuyaniyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven ji didome. Li Amed, Edene, Riha, Wan û Colemêrgê ji bo piştgiriyê 2 rojan çalakiyên grevê hatin lidarxistin. Kesên beşdarî çalakiyan bûn têkildari çalakiya Guven piştgiriya xwe anîn ziman. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun û Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî nebe aştî peş nakeve.
Parlamentera HDP'e ya Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku tecridkirina Ocalan tecrîdkirina aştî, demokrasî û hemû gelan e û wiha got: "Êv tecrîd ne li ser gelê kurd û tirk tenê. Li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşand8in. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe çi ji destê me bê em dê bikin. Her ku tecrîd giran dibe şerê li Rojhilata Navîn ji giran dibe. Tecrîd li dijî fikr, felsefe û nerînên Ocalan in. Ji ber ku felsefe û fikra Ocalan Rojhilata Navîn azad dike, wî tecrîd dikin.
'YÊ KU ME DIKE EM OCALAN E'
Tosun, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven jî û wiha pêde çû: “Em jin bi têkoşîna Birêz Ocalan gihiştin vê astê. Hevala me Birêz Leyla Guven dibêje 'Min bi Abdullah Ocalan xwe nas kir. Bi fikir û felsefeya wî xwe nas kir. Ez tecrîdkirina gran a 5 salin li ser wi didome qebûl nakim. Ji bo tecrîd bê şikandin dikevin grevê. Heta hevdîtin bidome jî ez dê çalakiya xwe berdewam bikin.' Divê em jî li Leyla Guven û çalakiya Guven xwedî derkevin. Ez heta dawî de li cem Leyla Guven bim. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bi dawî nebe çalakiyên me jî dê bidomin. Em dê di rojên pêş de jî çalakiyên cuda pêk bînin."
'JI BO KURDAN HIQÛQ TUNE YE'
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî bal kişand ser berdana Parlamenterê CHP'ê Enes Berberoglu û wiha got: “Hevala me Leyla Guven bi vîna gel hat hilbijartin û bû wekîl. Lê vîna gel girtî ye. Enes Berberoglu jî bi vîna gel hat hilbijartin û bû wekîl. Ew jî berê girtî bû. Lê piştî bû wekîl hat berdan. Cihê hemû wekîlên hatin hilbijartin meclîs e. Me li her derê got, dema mijar dibe HDP hiqûq diqede. Niha tene wekîla girti hevala me Leyla Guven e. Divê hevala me Leyla jî demildest bê berdan. Niha hem li Tirkiye u hem jî li rojhilata navîn mijara herî giring tecrîdkirina Birêz Ocalan e.
'KODÊN AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'
Hatimogullari, destnişan kir ku astengiya heri mezin a li pêş aştiye tecrîd e û wiha lê zêde kir: "Birêz Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin biken. Ji ber tecrîdkirina giran didome hevala me Leyla Guven ku girti ye bi armanca balê bikişîn ser tecrîdê dest bi greva bêdem kiriye. Em li pişt hevala xwe Leyla Guven in û çalakiya wê heq dibînin. Em carek din piştgiriya xwe didin wê. Îro tecrîd li dijî mafê mirovan e. Li dijî peymana mafên mirovan a ku Tirkiye îmze kiriye ye. Ji xeynî tecrîdê cezayê dîsîplê jî didin Birêz Ocalan. birêz Ocalan tecrîda di nava tecridê de dijî. Em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Em bawer dikin ku kodên aştî û çareseriya li Tirkiye û Rojhilata navîn bi şikandina tecridê ve grêdayî ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi riya aştî û demokrasiyê neyê çareserkirin dê kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn berdewam bike. Divê pirsgirêka kurd a li Tirkiye û Sûriye bi rê u rebazên aştî û demokrasiyê bên çareserkirin. Ji ber vê yekê çalakiya ku îro Leyla Guven daye destpêkirin di heman demê de ji bo aştî û demokratîkbuna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn e."
'MAKEQANÛNA XWE BINPÊ DIKE
Hatimogullari, bal kişand ser helwesta Waliye Amedê jî û wiha bi dawî kir: "Em van qedexeyan qebûl nakin. Îro mirov fikrên xwe bînin ziman çalakiyên demokratîk in. Çalakiyên ku mirov fikrên xwe û bertekên xwe bînin ziman mafê zagonî û rewa ye. Mafê Qanûna Bingehîn daye me. Bi van qedexeyan û erka daye polîs û eskeran nîşan dide ku AKP qanûnê xwe binpê dike. Em dê ji bo aştî, aramî, demokratîkbûna vî welatî, ji bo her kes li vi welatî wekhev bijî, ji bo jin, ciwan kedkar û karker azad û demokratîk bijîn emê têkoşîna xwe ya demokratîk berdewam bikin. Em çalakiya Leyla Guven a li zindanê silav dikin. Em li gel wê ne."
MA / Cemîl Ugur – Hamdullah Kesen