ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, polîtikayen di navbera Tirkiye, DYA, welatên Ewropa û Sûriye de nirxand. Ozsoy, anî ziman ku DYA armanc dike ku hêzên li Sûriye bikişîne xeta PDK'ê û Tirkiye jî derfet bibîne dê êrîşi Kobanê û Qamişlo bike. Ozsoy, xwest li Şûna DYA sazumankarê PKK'ê dixe listeya xelatan, ji bo çareserî û muzakereyan rol bilîze.
Li Sûriye piştî Hêzên Koalîsyonê bi hevkariya QSD'ê û alîkariya YPG-YPJ'ê piraniya komên çekdar ên DAÎŞ'ê paqij kir. Hêzên hegemon li Sûriye ketin nava liv û tevgerê û dixwazin hêza xwe li Sûriye mayinde bikin. Piştî zîrveya çar alî ya li Almanya, Fransa, Rusya û Tirkiye ku li Stenbolê pêk anîn, Tirkiye ji bo Idlibê ji rojevê derxe, li dijî Bakur û Rojavayê Sûriye dest bi topbaran û êrîşan kir. Li aliyê din komên çekdar ên li Idlibê jî hêj herêm terk nekirine û mayîna xwe ya li Idlibê berdewam dikin. Li aliyekî jî bazara Tirkiye û DYA ya li ser Minbiçê berdewam dike. Herî dawî DYA ji bo 3 rêveberên PKK'ê xist lîsteya xelatan û diyar kir ku kî bibîne û agahî bide dê xelat bide wan.
Têkildarî geşedanên di navbera Tirkiye û welatên Ewropa, DYA Sûriye de Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandinên giring kir. Ozsoy, diyar kir ku Tirkiye di meseleya Idlibê de Almanya û Firansa li cem xwe girt û bi vê derûniyê êrîşî Bakurê Sûriyeyê kir. Ozsoy, destnîşan kir ku ger Tirkiye derfetê bibîne dê êrîşî Kobanê û Qamişloyê jî bike û wiha got: "Amadekariyên Tirkiye ji bo êrîşên li dijî Bakurê Sûriye ne. Tirkiye ji bo êrîşa Efrinê Rûsya îkna kir. Lê ji bo êrîşa ji Kobanê heta sînorê Iraqê divê DYA îkna bike. Divê DYA pozisyonê biguhere. Ji bo demek nêkîk ev yek xuya nabe. Di mijara Bakurê Sûriye de di navbera Qesra Spî, Wezareta Karên Derve ya DYA û Pentagonê de fikrên cuda û niqaş hene. Wezareta Karên Derve ya DYA ji bo rageşiya wê û Îranê dê zêde bibe dixwaze Tirkiye nêzîkî xwe bike. Li wezaretê niha fikra 'Ji bo 2-3 milyon Kurt ma hêjayî têkiliyên xwe û Tirkiye xera bike' serdest e. Lê yên li qadê hêzên leşkerî yên di nava pratîkê de jî fikrên cuda diparêzin. Armanc dikin ku têkiliyên wan ên li Rojava û diplomasiyê pêş bixin. Tirkiye ji bo DYA alîkariya çekan ji ser Rojava qut bike 5 salin di nava hewldanek mezin de ye. DYA jî dixwaze Tirkiye têkiliya xwe bi kurdan re baş bike. Lê daxwazên Tirkiye pir zêde ne. Tirkiye dixwaze êrîşî Rojava bike. Dixwaze Rejîma Esad dest dîne ser herema Bakurê Sûriye. Her çend Tirkiye 3'emîn hêza mezin a NATO be û 60-70 salin îtîfaqa DYA ye jî nikare DYA îkna bike."
'OCALAN JÎ BI DESTÊ DYA RADESTÎ TIRKIYE HATIBÛ KIRIN'
Ozsoy, bal kişand ser agahiya ku DYA ji bo 3 endamên PKK'ê xelat dide jî û wiha axivî: "Rayedarên Tirkiye bi fikar nêzîk dibin. Dixwaze DYA bi PYD'ê re tekiliyên xwe qut bike. DYA dikare der barê rêveberên PKK'ê de bêtir gavên provakatif bavêje. Divê mirov nebêje biryar sembolîk in. Di encamê de Birêz Abdullah Ocalan bi hewldana DYA radestî Tirkiye kirin. Divê mirov vê yekê jî wekî berdewama komploya Navdewletî binirxîne. Divê mirov vê meseleyê bêtir cîddî bigire dest."
‘DIXWAZIN WAN BÎNIN XETA PDK'ê'
Ozsoy, da zanîn ku DYA bi xelata ji bo endamên PKK'ê armanc dike ku rêveberiya li Rojava nêzî PDK'ê bike û wiha got: "Dixwaze li gorî daxwaza Tirkiye rêveberiyekê ava bike û ji Tirkiye re bêje 'Binere êdî ji bo te ne talûke ye' Dixwaze rêveberiya Rojava bîne dijberî PKK'ê. Dixwaze têkiliya wan û rêveberiya PDK'ê xurt bike bi Tirkiye bazar bike. Lê milê civakî vê yekê qebûl nake."
LI ŞÛNA XELATÊ DIDE BILA MUZAKEREYAN BIKE
Ozsoy, herî dawî anî ziman ku rêya rast a çareseriyê divê Tirkiye dîsa li pêvajoya çareseriyê û aştiyê vegere û li şûna xelatê dide divê dest bi muzakereyan bike. Ozsoy, wiha bi dawî kir: "Xistina lîsteya xelatê ya rêveberên PKK'ê nabe çareserî. Li şûna dixe lîsteyê divê pêvajoya aştî û muzakareyan bidin destpêkirin. Divê kurd jî êdî bibin yek. Dem hatiye ku kurd bibin yek. Gelê kurd li Sûriye eniya xwe fireh dikin û bi gelên din re tifaqê ava dikin. Ji ber vê yekê cerebeya li Rojava a hewldana yekîtiya gelan pir girîng e. Çi dibe bila bibe divê kurd di nava xwe de bibin yek. Ji ber ku kurd ne yek in êrîşî Kerkuk, Efrinê kirin. Hemû kurd dibêjin êdî dem dema yekîtiyê ye. Ji bo kurd destkeftiyên xwe di qada navneteweyî de biparêzin divê milê dîplomasiyê jî pêş bixin. Ji bo ev destkeftî vala neçin divê diplomasiyê xurt bikin û pêş bixin."
MA / Berivan Altan