AGIRÎ - Serokê Şaxa ÎHD’a Agiriyê Atîlla Ozbey, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê pêdiviyên bingehîn ên mirovan jî nayin bi cih anîn û got: “Divê dimildest ev binpêkirinên mirovan ji holê bên rakirin.”
Binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê, bê navber berdewam dikin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Agiriyê Atîlla Ozbey, diyar kir ku malbatên girtina pir zêde serî li komeleya wan didin û wiha axivî: “Li gorî vegotin û ragihandinên malbatan, pêkanînên binpêkirina mafên mirovan li Girtîgeha Tîpa L a Panosê pir zêde ne.”
'HER ROJA DIÇE ZEXT Û ÊRÎŞ ZÊDETIR DIBIN’
Ozbey, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê pêdiviyên herî bingehîn ên mirovan jî nayên bi cih anîn û wiha got: “Her roja diçe zext û zordestî zêdetir dibin. Çend roj berê Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, ji bo 3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê yên ji nexweşxanê anîn girtîgehê, di rê de rastî êrîşa leşkeran hatibûn, pêşniyazpirs da Meclîsê. Di serê meha Mijdarê de girtî derneketin hevdîtina vekirî. Bi vê pêkanîn, şert û mercên di girtîgehê şermezar kirin. Girtiyên li Girtîgeha panosê, dibêjin, bêhn ji ava muslixê tê, ava gerim nadin wan, xwarina di girtîgehê nayê xwarin, sewqên nexweşxanê yên girtiyan asteng dikin, kargoyên wan nadin, hejmara li ser piyan û di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li ser wan ferz dikin. Girtî ji bo şermezarkirina van pêkanîna derneketin hevdîtina vekirî ya malbatên xwe.”
‘DIVÊ MAFÊ MIROVAN NEYÊ BIN PÊ KIRIN’
Ozbey, anî ziman ku di hemû girtîgehan de pêkanînên wiha hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çarçoveya agajiya hikûmetê de ev tên kirin. Girtîgehe wisan bi serê xwe nikare van bêmafiyan bike. Bi taybetî, raydarên girtîgehê di warê binpêkirinên mafên girtiyan de bi israrin. Divê bi lezgînê ev bêmafî bi dawî bibin. Li Panosê sûcê binpêkirina mafê mirovan tê kirin. Ev rewş tu caran nayê qebûl kirin. Dewlet bi her awayî mafê mirovan binpê dike, lê dewlet xwedî wê erkê ye ku mafê mirovan biparêze. Mafê mirovan pîroze û divê ev maf bên parastin. Emê heya dawiyê şopdarê van binpêkirinên mafên mirovan bin.”