EDENE - Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji bo neviyên me girtîgehek Tarsûs" Kampusa Girtîgeha Tarsûsê rexne kiribû. Ji ber vê nivîsê der barê Bek de lêpirsîn hat destpêkirin.
Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, di 13'ê Tebaxa 2018'an de bi ser navê "Ji bo neviyên me girtîgehek Tarsûs" nivîsek ji Rojnameya Evrenselê re nivîsandibû û di vê nivîsa xwe de Kampusa Girtîgeha Tarsûsê rexne kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Tarsûsê ji ber vê nivîsê bi îdiaya "Ji ber peywirê heqareta li peywirdarê cemaweriyê" der barê Bek de lêpirsîn da destpêkirin.
Bek, diyar kir ku wekî parêzer û serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Amedê, peywira wan e ku der barê girtîgehên li herêma wan lêkolînan bikin, raporan amade bikin û guh bidin giliyên girtiyan û malbatên wan. Bek, anî ziman ku Kampusa Girtîgeha Tarsûsê bi awayekî derî qanûnî li ser erdê avî ku çandinî lê tê kirin hatiye avakirin.
Bek, destnîşan kir ku ew li pişt nivîsa xwe ye.