AMED – Nivîskaran piştevaniya Platforma Zimanê Kurdî kirin û gotin her çiqas xebatek dereng mabe jî lê xebatek di cih de ye. Nivîskaran diyar kirin ku divê ev xebat veguhere yekîtiya neteweyî ya kurd û moedela perwerdehiyê ya Baskê ji bo fermîkirin û perwerdehiya zimanê kurdî pêşniyar kirin.
9 partî û rêxistinên kurd Platforma Zimanê Kurdî ava kirin û komxebatê li dar xistin. Di komxebatê de 3 komên kargehê (atolye) hatin avakirin. Platformê encamnameya komxebata xwe bi raya giştî re parve kir û xwest zimanê kurdî demildest bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.
Nivîskarên kurd jî avakirina platformê nirxandin û gotin dê piştevaniya avakirina Platformê bikin û li cem wan cih bigirin.
‘DIVÊ SÎNOR RABIN Û HESTEK NETEWÎ DERKEVE HOLÊ’
Helbestvan Herdem Kirtay Tatlisoy diyar kir ku avakirina platformê gelek dereng jî maye û divê platform hin zûtir bihata avakirin. Tatlisoy anî ziman ku ew xebata platformê ya ji bo ziman gelek erênî dibîne û got: “Dê ev platform rê li ber gelek tiştên xweş veke. Li divê tenê li ser gotinê nemîne. Divê xebata platformê bibe evîna jiyana me. Ez ji helbestvanek zêdetir dikarim wek jinek kurd di her warî de ji bo têkoşîna ziman piştevaniyê bidim. Xebata ziman peywîra min a sereke û şexsî ye.”
Tatlisoy anî ziman ku neteweyek bi zimanê xwe tê nasîn û got: “Divê em bi rêgezên ku ziman fêrî her kesî bikin û bibe bingeha yekîtiya neteweya kurd bixebitin. Divê êdî di vî warî de nivîskarên kurd jî sînoran ji holê rakin û hestek me netewî dekeve holê. Em wek nivîskaran dikarin ji bo yekîtiya neteweyî bibin pirek navberê.”
‘JI SEDÎ SED JIYANA BI KURDÎ LAZIM E’
Nivîskar Şêxmûs Sefer jî got her çiqas heta beriya niha ji aliyê siyaseta kurd ve biryarên ji bo zimanê kurdî hatin girtin jî lê dîsa xebatên dan û stendina siyaseta xwe bi zimanê tirkî hatin kirin û divê ev êdî dest ji wê edeta birêvebirina siyaseta tirkî bê berdan. Sefer da zanîn ku ew avakirina platformê biryarek di cih de dibînin û wiha got: “Divê ev rastî ji gotinê derkeve û bê pratîzekirin. Meseleya ziman jî bi ‘xweziyan’ nabe. Wek gotina ‘Mirov bi xweziyan nagihîje keziyan.’ Ji bo em xwedî li nirxên xwe derkevin, qet nebe tiştên em di destên xwe de jî winda nekin divê sedî sed jiyana me bi kurdî be. Divê êdî biryarên bigirin radîkal be.”
MODELA BASKÊ DIKARE BÊ PÊKANÎN
Sefer got divê kurd ji bo hin paşdatir nekevin û statûya xwe bi dest bixin hin bêtir lez bidin xebatên zimanê zikmakî. Sefer bal kişand ser fermîbûna zimanê kurdî û got li cihê bajarên kurdan divê ji sedî sed zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Sefer ji bo perwerdehiya zimanê kurdî modelên herêma Baskê pêşniyarî Tirkiyeyê kir û li bakurê Kurdistanê jî model dibistanan hem zimanê kurdî û hem zimanê tirkî jî dibe û kî bixwaze û tercîh bike dê zarokên xwe wisa bişîne dibistanê.
Sefer bang li Yekîtiya Neteweyî û UNESCO kir û xwest zimanê kurdî jî wek zimanê hemû netewan wek zimanê netewekî qebûl bike.
‘LAZIM NIVÎSKAR SIBEROJA KURDÎ BIKIN RONAHÎ’
Nivîskar Mehmet Akdogan jî anî ziman ku di demek ewqa zilm û zordarî li ser zimanê kurdî ye destpêkirina xebatek wiha di cih de ye û heke sazî û rêxistinên kurdan xwedî li zimanê xwe dernekevin dê rê li ber talûkeyên mezin veke. Akdogan diyar kir ku divê rayedarên dewletê bibînin ku zimanê kurdî têk naçe û lazim e demildest guh û bersivek baş bide daxwazên ji bo zimanê kurdî. Akdogan got vê xebata platformê kelecanek daye gelê kurd û divê siyaseta kurd jî xebatên kurd tavîz nede û temamê siyaseta xwe bi kurdî birêve bibe. Akdogan anî ziman ku pêwîste gelê kurd her deverê bike qada axaftina zimanê kurdî û rê li ber asîmîlasyonê bigire. Akdogan got divê nivîskarên kurd jî gotina xwe bikin yek û tarîtiya ji ser zimanê kurdî rakin û siberoja zimanê kurdî bikin ronahiyê.
‘DEMA ZIMANÊ ME BIÇE NETEWBÛN JÎ NAMÎNE’
Nivîskar û weşanger Mehmet Çakmak jî got her çiqas biryara avakirina Platforma Zimanê Kurdî gelek dereng mabe jî lê ji bo siberojê xebatek pîroz e û ev xebat hin bêtir weşanger û nivîskarên kurd ji bo xebatên zimanê kurdî dikare bixe pratîkê. Çakmak destnîşan kir ku avakirina platformek wiha herî zêde kêfa weşangeran aniye ji ber ku pêdiviya wan bi xebatek wiha heye. Çakmak da zanîn ku ziman hêmana netewbûnê ye û got: “Heke ziman nebe, em nikarin behsa neteweyek bikin. Di vir de behsa dewletê nakim. Behsa netewê dikim. Ji bo civakekê hîma sereke ziman e. Dema zimanê neteweyekê têk biçe, em nikarin behsa neteweyê bikin. Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe rewşa ziman aloz û qelstir dibe. Bêguman di vir de bandora herî mezin a komara Tirkiyeyê ye. Ev platform jî ji niha şûn ve êdî dikare hemû zextên ser kurdî hişyar bike û pê re jî dikare zimanê kurdî bike zimanê rojane yê civakê.”
‘JI BO YEKÎTIYÊ GAVEK MEZIN E’
Çakmak diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina xetereya li ser zimanê kurdî biryarên radîkal bên girtin û divê li ser biryaran bê rawestandin ku xebat di cihê xwe nemîne, heke ev nebe dê nivîskar û civaka kurd nikaribin tiştekî bikin. Çakmak gotinên xwe bi dawî kir: “Pêngava mezin a ji bo yekîtiyê netewî xebatên ziman in. Em dibêjin bila kongre an jî yekîtiya neteweya kurd bê avakirin, lê wê çawa bê gel hev. Dê bi vî rengî û van xebatan bê cem hev. Hewceye em wek nivîskar û weşangeran piştevaniyek xûrt bidin vê platformê.”
MA / Bîlal Guldem – Lezgîn Akdenîz