* Serokê Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Edeneyê Parêzer Tûgay Bek, bi nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji bo neviyên me girtîgehek Tarsûs" Kampusa Girtîgeha Tarsûsê rexne kiribû. Ji ber vê nivîsê der barê Bek de lêpirsîn hat destpêkirin.
* Nivîskaran piştevaniya Platforma Zimanê Kurdî kirin û gotin her çiqas xebatek dereng mabe jî lê xebatek di cih de ye. Nivîskaran diyar kirin ku divê ev xebat veguhere yekîtiya neteweyî ya kurd û moedela perwerdehiyê ya Baskê ji bo fermîkirin û perwerdehiya zimanê kurdî pêşniyar kirin.
* Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku şideta li dijî jinan li Meclîsê jî pêk tê û ew li kolanan li dijî şidetê dibin bersiv.
* Hacîce Başkalane bi kurê yê 3 salî Siyabend re di girtîgehê de ye. Başkalane diyar kir ku gardiyanan dest daniye ser potê pidika yê kurê wê û got: "Xwedîgravê zarok siberoja Tirkiyeyê ne. Lê belê derûniya zarokên li hundir û hem jî yên li derve xera bûye."
* Dadgeha Kar a 2'yan a Wanê, daxwaza "vegera ser kar" a karkerên bi KHK'ê ji Şaredariya Mezin a Wanê ji kar hatin derxistin nirxand û biryareke neyînî da. Karkeran, diyar kir ku ji ber xizmên wan berê hatine binçavkirin ji kar hatine derxistin.
* Parêzere Azîze Kûrnaz diyar kir ku ji bo dawî li şideta li hemberî jinê bê, ji normên hiqûqî bêtir divê feraseta ev yek di xwe de dihebîne bê guherandin.
* Di ser girtina Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya re 2 sal derbas bûn. Asli Kaya, anî ziman ku hevjînê wê dizanibû wê bê girtin û ji ber vê ji berê de çenteyê xwe amade kiribû.
* Li Sêrtê 2 sal berê kana madenê de 16 kes miribûn, lê belê hîn jî hesab ji berpirsiyên vê bûyerê nehatiye pirsîn. Heta niha ji ber bûyerê kesek jî nehatiye girtin û her wiha sozên ku dewletê ji bo malbatan dabûn jî pêk nehatine.
* Wezîrê Aboriyê yê AKP'ê yê ewil Abdullatîf Şener, budçeya 2019'an wekî budçeya "îflasê" şîrove kir û destnîşan kir ku veberhênan kêm bûne û bac jî hatine zêdekirin.
* Dadgehê sedema biryara xwe ya der barê rojnamevan Abdulkadîr Tûray de ku 9 sal ceza lê hat birîn daxuyand. Ji ber Tûray pirsên din ji çavkaniya nûçeyê nepirsiya û nûçeya bûyera binçavkirinê çênekiriye, ji aliyê dadgehê ve hat tawanbarkirin.
* Rêxistina HDP'ê ku lez dide xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî, hewl dide îtîfaqa jinan, reng û vîna jinan di siyasetê de çalak bike. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîrayet Dilan Taşdemîr, li ser xebat û amadekariyan got: "Em dixwazin di hemû mekanizmayên siyaset û jiyanê de reng û vîna jinê jî hebe. Ji ber vê yekê em hemû jin bi hevre tên."
* Bi armanca piştgirî dayîn çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li avahiyên HDP'ê yên Wanê û Colemêrgê çalakiya grva bîrçînê ya 2 rojan dê bê lidarxistin.(10.00)
* DÎSA-Der dê li Salona Civînê ya KESK'ê 1'yemîn Kongreya xwe pêk bîne.(13.00)
* Dayikên Şemiyê, ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin, dê cara 712'emîn li Qada Galatasarayê kom bibin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê û Xizmên Windaya bi armanca 'Winda bên dîtin, faîl bên darizandin' dê di heftaya 510'emîn de li avahiya Şaxa ÎHD'a Amedê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (12.00 )
* Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê, bi armanca piştgirî dayîna çakiya Leyla Guven, dê li avahiya partiya dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike. (12.00)
* Şaxa ÎHD'a Edeneyê, dê li Parka Înonu derbarê girtiyên nexweş de daxuyanî bi de çapemeniyê. (13.00)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, dê têkildarî 'Li dijî krîzê mafê keda xwe parastin' li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî bide çapemeniyê. (13:00)
* Platforma Jinan a Mêrsînê, dê li Odeya Tabîpan a Mêrsînê li ser pirsa 'Têkoşîneke jinê ya çawan? bi saziyên jinan re nîqaş bike. (13:00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, ji bo "Winda bên dîtin, faîlî bên darizandin û girtiyên nexweş serbest bên berdan" dê di hefteya 456'emîn de li ber avahiya Serokwezîr a navçeya Konakê daxuyanî bide çapemeniyê. 13.00)
* Komîsyona Şaxa ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê cara 347'emîn "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê pêk bîne. (13.30)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, dê li Fuara Pirtûkan a TUYAP'ê ya li Beylukduzu lidarxist, pirtûka 'Rengê Mor a Siyaseta Kurd' a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak di girtîgehê de nivîsandî îmze bike. (15.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê, bi armanca salvegera bi darvekirina Seyît Ria û hevalên wî li avahiya şaxê panelekê li dar bixe. (15.00)