AMED – AMED – Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, di danişîna doza xwe ya li Amedê de hat berdan. Arslan li Girtîgeha Kalkandere ya Rîzeyê ye.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ku ji ber daxuyaniyên xwe yên li hemberî operasyona Efrînê û fealiyetên partiya siyasî di 8'ê Sibatê de li Amedê hatibû girtin, hat berdan. Arslan di danişîna 4'an a doza bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû kirin û îro li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê pêk hat. Parlementerên HDP'ê Selçûk Mizrakli, Remziye Tosûn û rêveberên HDP û DBP'a Amedê û parêzerên Arslan tev li danişînê bûn.
Arslan ji Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû.