AMED – Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û diyar kir ku li Sûrê sûcê dîrokê û mirovahiyê hat kirin û got: “Berpirsê sûcê hilweşandina Sûrê kî ye?”
Baroya Amedê ji bo li aqûbeta kuştina Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Amedê yê berê ku di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin di hefteya 150’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer beşdar bûn û nûnerên TMMOB’ê yên Amedê vê hefteyê bûn mêvanê Kursiyê Mafê Mirovan ê Tahîr Elçî. Di çalakiyê de pankarta “Em te jî bîr nakin” hat hildan.
Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Koluman di çalakiyê de axivî û anî ziman ku tevî ev nêzî 3 sal e bi ser bûyera Tahîr Elçî de derbas dibe hêj lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û heta ew bûyerê derxin ronahiyê dê têkoşîna xwe bidomînin.
‘LI SÛRÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ QEWIMÎ’
Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin jî li ser navê TMMOB’ê axivî û got: “Hêj hilweşandina li Sûra dîrokî didome. Her çiqas şeklê tarî yê tabloya wê rojê guherî be jî lê bi hemû aliyan dewam dike. Em nikaribûn bikevin pêşiya cînayeta Tahîr Elçî. Me hilweşandina dîrok û çandê asteng nekir. Lê em her tim di nava têkoşînê de bûn. Li navçeya Sûrê ya qedîm sûcê hilweşandina dîrokê û mirovahiyê pêk hat. Hêj ev sûc didome. Hemû bedewiya dîroka qedîm hat demûdûzkikirin. Hemû tişt li ber çavan e. Berpirsê sûcê li Sûrê kî ye?”