AMED - Rêveber û parlamenterên HDP'ê di bin dorpêça polîs û maşineyên zirxî de li ber deriyê HDP'a Amedê bi daxuyaniyê piştgirî dan çalakiya Leyla Guven û dorpêça polîsan a bi TOMA û maşîneyên zirxî şermezar kir. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, bertek nişanî biryara walî û dorpêça polisan da û got: "Mifteya çareserî û aştiyê li Îmraliyê ye. Me serî netewand û em serî natewînin."
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, piştî li dijî şerê li ser Efrînê dijberiya xwe anî ziman û li dijî şer derket, di 31'ê Çile de hatibû girtin. Guven, piştî bû wekîl jî dîsa li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî tê darizandin. Guven, bi armanca tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike di 7'ê mijdarê de ketibû greva birçîbûnê. Çalakiya Guven di roja 10'an de berdewam dike. Rêxistina HDP'ê ya Amedê xwest li ber Girtîgeha Tipa E ya Amedê çalakiyê pêk bîne. Lê beriya Rêxistina HDP'ê û wekîlên HDP'ê çalakiyê pêk bînin Walîtiya Amedê bi lez û bez der barê çalakiyên ji bo Leyla Guven de biryara qedexeya çalakiyan da. Walîtiyê heta 15 rojan çalakî li Amedê qedexe kir. Polîsan piştî qedexeya Walitiyê avahiya HDP'e ya Amedê dorpêç kir. Lê tevî dorpêça polîsan û biryara qedexeyê jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê û parlamenterên HDP'ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, daxuyankî dan. Rêveber û parlamenterên HDP'ê li ber avahiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û dorpêç şermezar kirin.
Di çalakiyê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Dersîm Dag, Remziye Tosun, Musa Farisogullari, Tuma Çelik, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Buluttekin û Hevserokên DBP'ê yên Amedê Îbrahim Çiçek û Naşide Toprak jî di navde gelek kes amade bûn. Koma HDP'ê ku xwestin biçin ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê polîsan destûr neda.
POLÎSAN WEKÎL TACÎZ KIRIN
Piştî polîsan wekîl û rêveberên HDP'ê asteng kirin, di navbera polîs û wekîlan de niqaş derket. Polîsan diyar kir ku li ser biryara Walîtiyê dê destûr nedin û wekîl tacîz kirin. Parlamentera HDP’ê Saliha Aydeniz, diyar kir ku di rageşiye de polisan wekîl tacîz kirine û bertekên xwe anî ziman. Piştî niqaşê wekîl û rêveberên HDP’ê li ber avahiyê daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz, diyar kir ku mafê wan ê herî demokratîk hatiye astengkirin û wiha got: "Wekîlên HDP'ê 6 milyon dengê hilbijêran temsîl dike. Polîs nikarin vîna gel asteng bikin. Ev sûcê aşkere ye. Polîs aşkere Sûc dikin. Ger ku em li bajarê lê hatin hilbijartin bên asteng kirin ev kijan dewlet û hiqûq e. Kijan Qanûna Bingehîn e? Ligel vê sekna xwe şerm nakin qala hiqûq û qanûnan dikin."
‘DI ŞEXSÊ OCALAN DE ROJHILAT HATIYE TECRÎDKIRIN
Aydenîz, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê jî û wiha lê zêde kir: “Tecrîd komploya hêzên navneteweyî û hegomonîk ku armanc dikin li ser gelê Rojhilata Navîn hikumxwariyê bikin a li dijî perspektifa çareseriyê ye. Brêz Abdullah Ocalan; bi tecrîda giran re rû bi rû ye. Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de Kurdistan û Rojhilata Navîn di bin tecrîdê de ye.
EM DÊ ÇALAKIYÊN XWE BERDEWAM BIKIN
Aydenîz, bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan û wiha berdewam kir: “Birêz Leyla Guven, ji bo balê bikişîne ser hewldana dengê Birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiya hemû cîhanê ketiye grevê. Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiya wê, me xwest li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin û dest bi grevê bikin. Lê Waliyê bajar di deqeya dawî de qedexeya kolanan îlan kir û çalakî qedexe kir. Bi vê qedexeyê walî li dijî hiqûqê tev geriya ye. Lê em dê çalakiyên xwe berdewam bikin."
WEKÎLÊN HDP'Ê DÊ LI WAN, AMED, COLEMÊRG Û EDENE ÇALAKIYA GRIVÊ PÊK BÎNIN
Aydenîz, bal kişand ser çalakiyên HDP’ê jî û wiha berdewam kir: "Wekîl û rêveberên HDP'ê dê sibê sibê ji bo 2 rojan li Amed, Wan, Colemêrg, Edene û Rinayê çalakiyên greva birçîbûnê pêk bînin. Bi şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dê aştiya gelan pêş bikeve. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê karê îtîfaqa AKP-MHP'ê ku her dem bi şer xwe li ser piyan dilê ye. Bi komploya navdewletî karê gardiyaniyê dane Tirkiye. Em dixwazin hikûmet dest ji vî karê gardiyaniyê berde û tecridê bi dawî bike. Em dixwazin tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibe û rêya zimanê aştiyê vebe.
Hewldana polîsan li dijî siyaseta demokratîk û demokratikbûna Tirkiye ye. Bi vî şerî welat gavekê jî pêşve naçe. Em li dijî gef û astengiyan çong û serî natewînin. Çawa ku Seyit Rıza çong netewand û li berh xwe da em jî dê çong netewînin û heta dawî li ber xwe bidin. Heta ku ev welat demokratîk bibe û Kurdistan azad bibe têkoşîna me dê bidome.
Tevî ku daxuyanî bi dawî bû jî dorpêça avahiya HDP'ê didome.