AMED - Cerdevan Omer Îldenîz ê gule li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bismilê reşand di îfadeya da de wiha got: “Ji ber ku derûniya min xerab bû, min elkol vexwar û gule bera hewayê da. Di dema bûyerê de teqez min gule li avahiya HDP’ê ne reşandiye.”
Li navçeya Bîsmîl a Amedê, di 12’ê Mijdarê de, kesekê nasnameya wî ne diyar gule li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) reşand. Derketibû holê ku kesê gule li avahiya HDP’ê ya navçeya Bîsmîlê reşand birayê Rêveberê AKP’ê yê navçeyê Omer Îldenîz (30) ê cerdevan bûye. Îldenîz ê sewqî dadgehê hat kirin, hatibû berdan. Girtekên îfadeya Îldenîz gehiştin ber destên me.
Piştî rêveberên HDP’ê serlêdana sûc kirin, Îldenîz li mala xwe hat binçavkirin.
Polîsan li mala Îldenîz ê bavê du zarokan lêgerîn kirin û di lêgerîna kirin de, demançeyek, çekek lûle dirêj, yêlekek parastin gelek gule û şerjor hatin dîtin. Çek û guleyên hatibûn dîtin, ji bo lêkolînê birin Şaxa Midûriyeta Polîsan a Amedê.
LI GEL KU QEPSÛL KOM KIRIN, DÎSAN GOT ‘MIN ELKOL VEXWAR’
Îldenîz di îfadeya da dozger de wiha gotibû: “Ev demeke, ji ber pirsgirên madî û manevî derûniya min xerabeye. Ji ber vê di 11’ê Mijdara 2018’an de min elkol vexwar. Piştî min elkol vexwar û şûn de, di saet 00.00 ê 12’ê Mijdarê çûm malê. Xwişka min Songul Karabulut li min geriya. Ji min re got ‘Hevjîna te ducaniye, te çima vê saetê elkol vexwariye û tu derve de çi digerî?’ Ji ber ku derûniya min xerab bû, min demançeya xwe derxist û 9-10 gule bera hewa dan. Piştî demek min qapsûl kom kirin. Da ku ji bo karê min ê cerdevantiyê nebe pirsgirêk. Dûre hatin malê û min îstîreh kir. Ji ber ku ne li ser hişê xwe bûm, nayê bîra min ku min gule li çep û rastê xwe reşandiye. Piştre polîs saet 23.30 ê 12’ê Mijdara 2018’an hatin mala min û lêgerîn kirin. Ez anîm midûriyeta polîsan. Dema min gule reşandin, rastî avahiya partiya HDP’ê hatiye. Li midûriyeta polîsan agahiya min ji vê yekê çêbû. Di dema bûyerê de teqez min gule li avahiya HDP’ê ne reşandiye. Ji ber vê nêzîkatiya xwe ez pîşmanim. Tiştekê din nabêjim.”
Îldenîz her çiqasî gotibe wî elkol vexwariye jî, lê di dîmenan de xuya dike ku Îldenîz rast dimeşe û tu nîşaneyên elkol vexwariye li ser xuya nakin. Dîsan Îldenîz di îfadeya xwe de gotiye ku wî ketober gule reşandine, lê balkêşe ku hemû guleyên Îldeniz ketober reşandine, tenê li avahiya HDP’ê ketine. Ev jî îfadeyên Îldeniz di derewîne.
HATIBÛ BERDAN
Piştî HDP’iyan li dozger serlêdana sûc kirin, êrîşkar Îldenîz hat binçavkirin. Omer Îldenîz piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da, sewqî dozger hatkirin. Dozger bi daxwaza “Qedexeya derketina derveyî welat” û “Berdana bi kontrol” sewqî dadgehê kir. Dadgehê derbarê Îldenîz de, biryara “Qedexeya derketina derveyî welat” da û serbest berdabû.