DERSIM – Di komkujiya Dersimê de dayik û 3 xwişk û birayê Bego Polat hatin kuştin û ew jî birîndar xelas bû. Keça Polat tiştê bi serê bavê wê ve hatine kir pirtûk.
Li Dersimê di navbera salên 1937-38’an de komkujiyek mezin pêk hat. Pirtûkek din jî ya ku komkujiyê vedibêje li pirtûkên li ser komkujiyê hatine nivîsandin zêde bû. Pirtûk qewimandinên bi serê Bego Polat ê 90 salî ve hatine vedibêje. Bego Polat dema 9 salî bûye şahidiya komkujiyê dike. Dayik û 3 xwişk û birayên Polat di komkujiyê de tên kuştin û wan diavêjin avê. Polat jî birîndar xelas dibe. Tiştên wan salên komkujiyê bi serê Polat hatine keça wî Rose Polat Agum kir pirtûk û qala serpêhatiya bavê xwe dike.
Agum tiştên bavê wê ji zarokatiyê ve vegotiye her tim nîşe girtiye. Du salan li ser vê pirtûkê dixebite û pirtûka bi navê “Dersim 1938 ve sonrasi (Dersim 1938 û pişt re)” derxist.
Bego Polat ji gundê Korkez ê girêdayî navenda Dersimê ye û niha yek ji şahidê wê demê ye. Li gorî ku Polat dibêje esker di wan salên komkujiyê de bavê wî Hasan Polat dibin qereqolê û carek din agahî jê nagirin. Du birayên Polat, Alî û Huseyîn jî beşdarî berxwedana wê demê dibin.
CENAZEYAN DIAVÊJIN AVÊ
Esker bi ser gundê wan de digirin û hemû gundiyan li meydana gund kom dikin. Nêzî 300 kesî kom dikin. Esker zar û zêç û kal û pîr her kesî dibin qeraxê ava Harçîk û gulebaran dikin. Piştî kuştinê cenazeyan diavêjin avê.
JI KOMKUJIYÊ XELAS DIBE
Li ber çavê Bego Polat dayika wî Humar, xwişka wî mezin Elîf, xwişka wî Hatîce (6) û birayê wî Bira (4) dikujin. Esker dibêjin ku Bego Polat jî hatiye kuştin û wî jî bi cenazeyan re diavêjin avê. Li gorî ku Polat dibêje bi zarokek Huseyîn Gul re xelas dibin.
LI ÇIYAYAN MEZIN BÛ
Polat piştî ji avê derdikeve 2 tiliyên destê wî rastê jê bûne. Bi halê xwe yê birîndar xwe digîhine gundekî nasê xwe û alîkariyê ji wan dixwaze. Pişt re wî digîhin cem birayên wî yên li çiyê. Heta qanûan efûyê tê derxistin bi birayên xwe re li çiyê dijî û pişt re wisa ji komkujiyê difilite.
‘DIGOTIN BILA NEBIN DIJMINÊ ME Û PIDIKINA DIKUŞTIN’
Bego Polat her çiqas zehmetiyan bikişîne û bi zorê be jî tiştên wê demê bên bîra wî jî lê dîsa jî wiha qala komkujiyê dike: “Eskeran her kesî li hev kom kir û birin qeraxa ava Harçîkê û her kesî kuştin. Pişt re jî avêtin avê. Jinên ducanî jî hebûn. Zikên jinan singû kirin û pidikan jê derxistin û kuştin. Bi taybetî digotin ‘pidikan hemû bikujin, bila nejîn û sibê li dijî me nebin dijmin.’ Li Dersimê deşt û çiya dişewitî. Li her deverê qirkirinê pêk dianîn. Ji hev re digotin ‘bila tu zindî nemîne.’ Mirovan bi îşkenceyê qetilkirin. Mirovan zindî şewitandin. Bêyî ku sûcek bê kirin bi yek carekê ve bi ser gundan ve girtin. Beriya komkujiyê her kes li gundên xwe bi kêfxweşî dijiya.”
‘ÊŞA MIN ÊŞA HER KESÎ YE’
Polat da zanîn ku nivîsandina pirtûkê gelek wî kêfxweş kiriye û got: “Ev pirtûk tenê ne min vedibêje. Çîroka her kesê li vê derê ye. Êşa min kişandiye ya her kesî ye. Ez hêvîdarim wê carek din ev êş neyê jiyîn.”
‘EM BI ÊŞA BAVÊ MIN MEZIN BÛN’
Keça Bego Polat, Rose Polat Agum jî der barê pirtûka tiştên hatine serê bavê wê û nivîsandiye wiha got: “Dema birînên mirovan giran bin, başbûna wê jî zor e. Tu demê birînên me baş nebûn. Armanca sereke ya pirtûkê nivîsandin ew bû ku ez wê êşa bavê xwe derxim holê. Em jî bi êşa bavê min mezin bûn. Min digot divê teqez ez tiştekî bikim û min wisa biryara nivîsandina vê pirtûkê da.
Beriya ez pirtûkê binivîsînim min gelek lêkolînan kir. Ez bi bavê xwe re gelek caran çûm ber ava Harçîkê. Her cara em diçûn ber avê êşa bavê min nû dibû. Dema bavê min wisa êş dikişand û hestewar dibû, ez jî gelek xemgîn dibûm. Dema her cara em diçûn wir bîranînên bavê min taze dibûn û qal dikir. Tê bîra min piştî em ji wir vedigeriyan heta serê sibê em bi bavê xwe re digiriyan. Yekemîn care zarokek êşa bavê xwe ya komkujiya Dersimê dinivîsîne. Wisa êşeke giran e ku mirov nikare vebêje. Ew êş tu carî baş nabe. Her pirsa min ji bavê xwe dikir, bersiva ku me êşa giran kişandiye dida. Her tişta wî qal dikir êşa min jî mezin dikir.”
MA / Semra Turan