DERSIM - Gelê Dersimê, di salvegera 81’emîn darvekirina Seyît Riza û hevalên wê de, xwestin dewlet “Jenosîda Dersimê” nas bike. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çalakiya bîranînên de axivî û got: “Dersim li dijî zilm û jenosîdê raperînek e.”
Di salvegera 81’emîn bi darvekirina yek li rêberên Serhildana Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî yên di 15’ê Mijdara 1937’an pêk hat de, li Qada Seyît Riza merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Dersimê ve hat organîze kirin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Dîlşat Canbaz, Zeynel Ozen, Alî Kenanoglu, Kemal Bulbul, Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, Hevserokên Giştî yên Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Selda Guneş û Mûsa Kûlû û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn.
Di bîranînê de wêneyên kesên hatibûn dervekirin, hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevseroka Giştî ya DAD’ê Selda Guneş axaftinek kir. Guneş, diyar kir ku ev komkujî di hafizeya gelan de cih digire û wiha got: “Bûyerên li Dersimê rû da ‘komkujiyek’ mezin bû. Divê dewlet rastiya vê komkujiyê nas bike. Bi taybetî jin û zarok ji malbatên wan revan û weke xenîmetên şer li ser malbatên sûbayan hatin belavkirin. Jin û zarokên xwe sipartibûn şikeftan bi gazên jehriyê hatin qetilkirin. Mirov hatin gule barankirin û di zinaran de hatin vêtin. Faşîzmê bi vê yekê ne tenê li Dersimê li dijî hemû mirovahiyê sûc kiriye.”
DAXWAZÊN WAN
Guneş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Emê weke şûnmayên Pîr Seyît Rizayan, van daxwazên xwe nû dikin. Em dixwazin arşiv bên vekirin û navê Dersimê dîsan bê îade kirin. Em dixwazin jenosîda Dersimê bêqebûlkirin. Bila lîsteya zarokên winda, kesên hatin sîrgûnkirin û windahiyan bê eşkere kirin. Bila gora Seyît Riza û hevalên wî bên zelalkirin. Bila polîtîkayên zilmê yên li ser erdnîgarî, ziman û baweriya Elewitiyê bên bi dawî kirin.”
‘DERSIM LI DIJÎ KOMKUJIYÊ RAPERÎNE’
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Em hemû kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînin. Heya ku rastiya bi êş a komkujiya Dersimê neyê naskirin, daxwazên heyî neyên bi cih anîn, dê aştî û hizûr li ser vê axê pêş neke. Em carek din ji bo parvekirina vê êşê li vê derê li hev kom bûn. Ji bo ku em hêzê ji wan kesên çongên xwe ne danîn erdê bigirin em hatin vê derê. Dersim li dijî zilmê, tundiyê û komkujiyê raperîneke. Dema em berî Dersimê û piştî Dersimê mêze dikin, di rastiyê de tu caran zilam bi dawî ne bûye.”
‘HÎNA JÎ DERSIMÊ BOMBEBARAN DIKIN’
Temellî, da zanîn ku heman feraset di desthilatdariya niha de jî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em îro Dersimê ji nû de dijîn. Heman feraseta zilmê, tundiyê û şer li her derê belav bûye. Îro jî çiyayên dersimê tên bombebaran kirin û daristanên wê tên şewitandin. Zilma wê demê îro jî berdewam dike.”
Piştî axaftina Temellî, nûnerên rêxistinên civaka sîvîl ên beşdarî bîranên bûn jî, axivîn.
Piştî xwendina duayên Pîran û belavkirina liqoman bîranîn bi dawî bû.