AGIRÎ - Hevserokê Giştî yê KCD'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, têkildarî rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê pêşniyarname da meclisê û xwest meclîs lêkolîn bike.
Hevserokê Kongreya Civaka demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP'ê Berdan Ozturk, têkildarî rewşa girtîgeha Tîpa L a Patnosê ku binpêkirina mafan zêde dibe, pêşniyarname da meclîsê. Ozturk, bi pêşniyarnameyê xwest li ser rewşa girtîgehê lêkolîn bê kirin û rawşa heyî bi raya giştî re bê parvekirin. Ozturk, anî ziman ku li girtîgehên Tirkiye binpêkirina mafan bi rêk û pêk zêde dibin û wiha got: "Li girtîgehan asta mafên mirovan pir pir derbas kiriye. Di salen dawî de bi sedan mafên mirovan tên binpêkirin. Îşkence, muameleya xerab, ne sewqkirin, neqebûlkirina daxwaznameyan, sansura nameyan, astengkirina ragihandin zêde bûye. Mafê tenduristiyê ji destê girtiyan hatiye girtin. Tevî girtî û xizmên girtiyan serî li rayedaran didin jî daxwazên wan liber çavan nayê girtin.
Ozturk, îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Panosê wiha rêz kir:
"* Pirsgirêka girtiyên nexweş pir zêde bûne. Gelek girtiyên rewşa wan giran û divê bi lez bên dermankirin hene. Girtî dermankirin û sewqkirina wan tê asteng kirin.
* Ji ber li girtîgehê bijîşkê revîr tune girtiyên nexweş nikarin biçin revîrê û nayên dermankirin.
* Li girtîgehê pirsgirêkên gelek mezin hene. Ava laximê tevî ava vexwarinê ya girtiyan dikin. Ji ber vê yekê gelek girtî ji ber avê nexweş û jahrînî dibin.
* Girtiyên nû tên girtîgehê bi zorê di lêgerîna tazî re derbas dikin.
* Dest datînin ser radyoyên girtiyan. Bi heman rengî rojnameyan jî desteser dikin.
* Tu daxwazên girtiyan nayên qebûlkirin. An jî di wextê de nayê bersivandin. Girtî nikarin ji mafê xwe yê civakî sûdê bigirin.
*Li odeyên 16 kesan 32 girtî dimînin. Malbatên di 7'ê mijdarê de hatin hevdîtina vekirî nekarîbûn bi zarokên xwe re hevdîtin bikin.