AMED – PENa Kurd bi boneya Roja Nivîskarên Di Zîndanê de panela “Raman û Zîndan” li dar xist. Panelîstan diyar kirin ku girtîgeh bûne zanîngeha wêje û helbesta kurdî û gelek girtî ji ber rewşa nexweşîyê nikarin binivîsinin.
PENa Kurd bi boneya Roja Nivîskarên Di Zîndanê De ya her sal ji aliyê PENa navnetewî ve tê lidarxistin panela “Raman û Zîndan” li dar xistin. Panel li avahiya Şaxa 1’emîn a Egîtîm Senê ya Amedê pêk hat û nivîskarên kurd beşdar bûn.
Moderatoriya panelê Hevserokê PENa Kurd Osman Ozçelîk kir û Berdevkê Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Haki Boltan, helbestvan Herdem Kirtay Tatlisoy û nivîskar Mehmet Akdogan jî wek panelîst beşdar bûn.
‘TIRKIYE WELATÊ GIRTINA NIVÎSKAR Û ROJNAMEGERAN E’
Axaftina destpêkê Hevserok Ozçelîk kir û diyar kir ku bi sedan nivîskarên kurd bi salan e di girtîgehan de ne û ramanên xwe li wir dinivîsinin. Ozçelîk bal kişand ser rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê û got: “Li tevahiya Tirkiyeyê 500 girtîgeh hene. 246 hezar girtî hene. 50 hezar girtiyên siyasî hene û ji ber ramanên xwe siyasî girtî ne. Ji ber her roj girtin pêk tên, êdî kapasîte têr nake. Girtîgehê nû çêdikin viya jî wek ‘mizgînî’ didin civakê. Rojnamegeren girtî hene. Di nav welatên rojnamegerên girtî de di dinyayê de Tirkiye di rêza yekemîn de ye. Herî zêde nivîskar, rewşenbîr û rojnameger li Tirkiyeyê girtî ne.”
‘NIVÎSKAR-ROJNAMEGER DI ZÎNDANÊ DE LI BER XWE DIDIN’
Hevberdevkê ÎRA’yê Haki Boltan jî gotûbêja xwe kir û li ser rewşa nivîskar-rojnamegerên kurd sekinî û got: “Di cîhanê de 350 rojnameger girtî ne. Ji van 172 rojnamegeran li Tirkiyeyê girtî ne. Welatê herî zêde rojnameger lê girtî ne. Gotin di cih de be rojnamegerên kurd û muxalîf rojnamegeriya mirinê dikin. Azadiya xwe di ji mirinê ava dike. Di nava 3-4 salên dawî de rojnamegerên kurd di nava agir de rojnamegeriyê dikin. Niha jî endamên înisiyatîfa me yên hem rojnamegeriyê dikin û hem jî nivîskariyê dikin girtî ne. Li girtîgehê jî kêliyek xebatên xwe ranewestandine. Mînakek şênber heye li Tirkiyeyê di me demên di rojekê de 11 rojnameger hatine girtin jiyîne.”
‘GIRTÎGEH ŞEMALÊ DIDIN JIYANA ME’
Helbestvan Herdem Kirtay Tatlisoy jî anî ziman ku girtîgeh bûne navendên wêje û helbesta kurdî û got: “Her çiqas navê zîndanê tarî be jî lê belê li aliyek din jî zîndan ronî ye. Girtîgeh şemalê didin jiyana me. Pênûsên azad her tim hiştine ku ev ronî şemal bide. Zîndan ji bo jina kurd, wateyek xwe ya cuda heye. Ji ber gelek nivîskarên li zîndanan li dibistanên tirkan nexwendine. Lê belê îro bi nivîskarî û helbestvaniyê derketin pêşberî civakê. Qada nivîsê ji bo jina kurd bû qada têkoşînê. Jina kurd ji bo di warê nivîsandinê de xwe bide qebûlkirin bedelên giran da. Gelek roman û helbest dinivîsandin lê wek nivîskar nedihatin qebûlkirin. Bi dehan kesên li girtîgehan dinivîsînin hene lê kes wan nas nake. Nav û pirtûkên wan nayê zanîn.”
‘MIRIN NAHÊLE NIVÎSKAR BERHEMÊN XWE BIBÎNE’
Nivîskar Mehmet Akdogan jî destnîşan kir ku li ser xwedî derketina nivîskarên di zîndanan de rawestiya û diyar kir ku bi dehan nivîskar û helbestvan hene ku heta niha hêj berhemên wan nehatine çapkirin. Akdogan diyar kir ku gelek berhem û nivîsên nivîskarên di girtîgehan de ji aliyê girtîgehê ve tên desteserkirin û di dema sewqkirinê û serdegirtina qawîşan de tên desteserkirin. Akdogan bal kişand ser girtiyên nexweş ên nivîskar û got ji ber ku girtî nexweşin ya dimirin nikarin berhemên xwe bibînin an jî nikarin binivîsinin.
Akdogan xwest ku hemû xwîner û civak bi ruhê seferberî li nivîskarên xwe girtî derkeve.
Piştî gotûbêja axaftvanan panel bi dawî bû.