STENBOL - Nobeta Edaletê di hefteya 79’an de berdewam kir. Di nobetê de Serokê Baroya Bursayê Gurkan Altun, diyar bir ku Edalet bê parêzer nabe û heta pergala edaleta rast bê avakirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Altun, destnîşan kir ku ew tu car bêdeng neman û dê tu carî bêdeng nemînin.
Parêzeran li Edliyeya Çaglayanê ji bo balê bikişînin ser hempîşeyên xwe yên girtî di hefteya 79'an de Nobeta Edaletê berdewam kirin. Parêzer û hiquqnasên ku li ber peykerê Themis kom bûn heta deriyê C meşiyan. Parêzeran li vir daxuyani dan û pankarta "Ji bo her kesî edalet" vekirin. Parêzeran wêneyên hevalên xwe yên girtî rakirin.
CANDEMÎR: PARÊZER NEBE EDALET JÎ NABE
Seroka Baroya Kocaelî Bahar Gultekîn Candemîr, di nobeta edaletê de axivî û wiha got: "Nobeta Edaletê di hefteya 79’an de berdewam dike. Ev nîşan dide ku Tirkiye di milê hiqûqê de xwedî pirsgirêkên mezin in. Pirsgirêka parastinê derketiye asta herî jor. Mafê gihiştina edaletê, mafê parastina darizandina bi edalet ji dest hatiye girtin. Parêzer temînata dewleta hiqûqê û serxwebûna daraz û edaletê ye. Parêzer nebe edalet jî nabe. Navenda darizandinê ya dewleta hiqûqa demokratîk, li ser mafê parastinê tê avakirin. Lî gorî vê yekê parêzer nebin edalet jî nabin."
ALTUN: EM BÊDENG NEBÛN EM BÊDENG NABIN
Serokê Baroya Bursa Gurkan Altun jî diyar kir ku welat di dîroka hiqûq û demokrasiyê de rojên herî tari dijî. Altun, da zanîn ku dema parêzer karê xwe dikin di bin zext, tundî û gefan de karê xwe dikin û ji ber vê yekê nikarin maf û erka xwe ya parastinê pêk bînin. Altun, anî ziman ku li dijî parêzeran êrîşek bi pergal, rêk û pêk heye û wiha got: "Êrîşa sistematîk a li dijî parêzeran, erka parêzeran pir bi sînor kiriye. Parêzer nebe edalet jî nabin. Em parêzer di dîrokê de tu cari li hemberî zextan bêdeng nebane û her dem me li ber xwe daye. Em dê her dem li ber xwe bidin. Em bêdeng neman û emê bêdeng nemînin."