STENBOL - Di danişîna 3’yemîn a darizandina endamên HDK û HDP’ê de, endamê Meclîsa HDP’ê Can Memîş û siyasetmedar Hasan Huseyîn Gençer û Sûphî Yildiz hatin berdan.
3’yemîn danişîna doza darizandina 29 kesên di nav de endamên Meclîsa HDP’ê Can Memîş û HDK’ê jî heyîn li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Ji 29 kesên dihatin darizandin 6 jê girtîbûn. Danişîn li salona danişînê ya li pêşberî Kampûsa Girtîgeha Sîlîvrî hat dîtin. Hemû siyasetmedarên girtî û yên ne girtî beşdarî danişînê bûn.
Parêzeran di parastina kirin de xwestin muwekîlên wan bên berdan, qedexeya derketina derveyî welat û şertê kontrola edlî yên ser mûwekîlên wan, bên rakirin. Dazger xwest daxwaza parêzeran bê redkirin û girtina 6 kesan berdewam bike.
3 SIYASETMEDAR HATIN BERDAN
Şandeya dadgehê piştî navberek kurt, biryara serbest berdana endamê Meclîsa HDP’ê Can Memîş û siyasetmedar Huseyîn Gençer û Sûphî Yildiz da. Dadgehê dûrê danişîn taloqî 14’ê Sibata 2019’an kir.