STENBOL - Di doza HDP'ê ya Gungorenê de, dozger mutalae da û xwest 9 kesên di nav de Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî heyî bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirin" bên cezakirin.
Li Stenbolê, berî 1'ê Gulanê serdegirtin li avahiya HDP'ê ya navçeya Gungorenê hatibû kirin û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, rojnamevan Servet Karadûman û Melîke Ceyhan jî di nav de 38 kes hatibûn binçavkirin. Rûniştina darizandina 38 kesan ku yên ne girtî, li 22. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Gelek kesên tên sûcdarkirin û parêzer tevlî rûniştinê bûn.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek di danişînê de parastin kir û got: "Serdegirtin û binçavkirin wan, operasyoneke siyasî bû. Ligel hemû tiştan jî em di siyaseta demokratîk de israr dikin.
Çîçek bi wesîleya salvegera darvekirina Seyîd Riza, ew û hevalên wî bi bîr anî û wiha bilêv kir: "Li Tirkiyeyê ji wê rojê û vir ve bi rê û rêbazên cuda îdam dewam dikin."
Piştî ku rojnamevan Melîke Ceyhan û Ridvan Çetîn parastina xwe kirin, dozger nêrîna xwe ya esasî got. Dozger xwest, Cengîz Çîçek, Halît Îpekyuz, Mehmet Emîn Kiliçarslan, Yuksel Seyîtvan, Gulsîmet Onal, Kezîban Bûlak, Kazim Kose, Omer Ozkan û Gonul Karaman bi îdîaya "propaganda rêxistinê kirin" bên cezakirin û xwest 29 kesên din jî bên berdan.
Parêzeran piştre parastin kirin ku û xwestin qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser muwekîlên wan hatine danîn bên rakirin. Parêzeran diyar kirin wê parastina xwe ya esasî di rûniştina bê de dê bikin.
Heyeta dadgehê biryar da ku qedexeya derketina derveyî welat dewam bike û şertê kontrola edlî yê li ser Omer Ozkan bê rakirin. Rûniştina dozê jî ji bo 1'ê Sibata 2019'an hat taloqkirin.