AMED - Derket holê ku kesê gule li avahiya HDP’ê ya navçeya Bîsmîlê reşand birayê Rêveberê AKP’ê yê navçeyê Omer Îldenîz ê cerdevan bûye. Îldenîz ê sewqî dadgehê hat kirin, hat berdan.
Li navçeya Bîsmîl a Amedê, di 12’ê Mijdarê de, kesekê nasnameya wî ne diyar gule li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) reşand. Derket holê ku kesê gule li avahiya HDP’ê ya navçeya Bîsmîlê reşand birayê Rêveberê AKP’ê yê navçeyê Omer Îldenîz (30) ê cerdevan bûye. Îldenîz ê sewqî dadgehê hat kirin, hat berdan. Hat diyar kirin ku Omer Îldenîz di heman demê de cerdevane.
ÊRÎŞKAR HAT BERDAN
Piştî HDP’iyan li dozger serlêdana sûc kirin, êrîşkar Îldenîz hat binçavkirin. Omer Îldenîz piştî li Midûriyeta Polîsan îfade da, sewqî dozger hatkirin. Dozger bi daxwaza “Qedexeya derketina derveyî welat” û “Berdana bi kontrol” sewqî dadgehê kir. Dadgehê derbarê Îldenîz de, biryara “Qedexeya derketina derveyî welat” da û serbest berda.
HDP DÊ ÎTÎRAZ BIKE
Rêveberên HDP’ê yên navçeyê, diyar kirin ku dê berdana Omer Îldenîz îtîraz bikin û serî li dadgehê bilindtir bidin.
Li aliyê din hat hînbûn ku rêveberê AKP’ê yê navçeyê Cengîz Îldenîz ji bo hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, ji bo Şaredariya Bîsmîlê ji AKP’ê namzetiya xwe daniye.