ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay têkildarî rewşa girtiyê nexweşê giran Mahmut Aktaş ê pêwiste bi lez emeliyat bibe, lê bi hinceta pere tune emeliyat nabe, pirsname da meclîsê. Kemalbay, xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsên wê bibersivîne.
Parlamentera HDP'ê ya Îzmirê Serpîl Kemalbay têkildarî rewşa girtiyê nexweşê giran Mahmut Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklara Îzmirê girtiye û pêxiste bi lez emeliyat bibe, lê bi hinceta pere tune emeliyat nabe, pirsname da meclîsê. Kemalbay, xwest Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsên wê bibersivîne. Kemalbay, diyar kir ku Aktaş nexweşê kronik hipertansiyon û nexweşê dil e. Kemalbay, anî ziman ku ji ber di damara dilê Aktaş de 5 pîle firehî çêbûye di bin rîskê gran de dijî û wiha got: "Bijîşkan diyar kir ku ji bo damara aortê neteqe, pêwiste di nava 6 mehan de emeliyat bibe. Li gorî hevjîna Aktaş, Fatma Şikyurek Aktaş di 9'ê Mijdarê de agahî da Rojnameya Yenî Yaşamê bi hinceta "Pere tune" nayê emeliyatkirin. Li gorî ku me bi telefonê bi rayedarên girtîgehê re hevdîtin kir jî gotin “Ji nexweşxaneyê 6 meh şûnde roj dane" û sûc avêtin ser Wezareta Tenduristiyê. Lê ji ber girtiyê nexweş Mahmut Aktaş sewqî nexweşxaneyê nakin her ku diçe rewşa wî giran dibe.
Li gorî vê yekê;
* Sedema ku girtiyê nexweş Mahmut Aktaş sewqî nexweşxaneyê nakin çiye? Dê kengi sewq û tedawî bikin?
* Ger ku sedema ne sewqkirina girtiyê nexweş Mahmut Aktaş a nexweşxane û yekîneyek guncav tunebûna pereyan be û bi vî rengî ew mahkûmî mirinê kiribin, ev yek ji aliyê wezareta we ve hatiye qebûlkirin û rewa tê dîtin yana?
* Bijîşkan diyar kiriye ku ger di nava 6 mehan de emeliyat nebe dê jiyana Mahmut Aktaş têkeve talûkeyê. Ji ber vê yekê ne sewqkirina Mahmut Aktaş a ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve raste rast îhlala erka cemaweriyê ye. Ji ber vê yekê têkildarî mijarê tu lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na?