NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) li komelgeha Qediş a Navçeya Amediyê ya Duhokê bombe kir. Di bombebaranê de 2 jê pêşmerge bi giştî sê kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafirên şer ên TSK'ê duh li gundê Eredina yê komelgeha Qediş a Amediyê ya bajarê Duhokê bombe kir û 3 kes kuştin. Li gorî çavkaniyên herêmî bûyer duh saet 11.00'ê nîvro rû da. Di bombebaranê de 2 jê pêşmerge bi giştî sê welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Heman çavkanî destnîşan kir ku dema her sê welatî dema çûn li meşên xwe yên li nêzî gund binêrin, bûne hedefa balafirên şer. Çavkaniyan diyar kirin ku di bombebarîna balafirên TSK'ê de welatî Remezan Mihemed Ebdulrehîm, Îsmaîl Hesen Qebalin û Dilovan Seleh Hesen jiyana xwe ji dest dane. Şêniyên herêmê hewl didin ku cenazeyê her sê welatiyan ji cîhê bûyerê bînin.