AMED - KCD'ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî û bal kişand ser pêkanînên wê demê û got: "Jin û ciwanên Kurd ku şopdar û neviyên Seyîd Riza ne, li ser şopa wan têkoşîneke mezin afirandine."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi wesîleya salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî da.
Daxuyaniya KCD'ê wiha ye: "Di Qirkirina Dersimê de bi hezaran jin, ciwan, extiyar bi xwînxwarî hatin kuştin, bi deh hezaran Kurdên Elewî hatin sirgûnkirin û bi hezaran zarokên Kurd bi zorê ji malbatên wan hatin stendin û ew birin deverên nediyar.
Dewleta Tirk tu carî dîroka xwe û sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê nedîtiye, hesabê wê nedaye.
Di serî de civaka Elewî, gelê Kurd û mirovahî li bendê ye ku dewleta Tirk hesabê sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd, Elewiyan û civakên din bide, lêborîne bixwaze, cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bêje û jiyana bi rengekî azad û wekhev a bawerî û hemû gelan garantî bike.
'QIRKIRIN DEWAM DIKE'
Dewleta Tirk sed sal in asîmîlasyon, tepisandin û komkujiyan dike. Li dijî gelê Kurd û civaka Elewî ji bo qirkirinê hatin bikaranîn.
Komkujiyên Mereş, Sêwas û hwd. dewama komkujiya Dersimê ne. Komkujiyên Agirî, Şêx Seîd, Zîlan, Koçgirî, Mereş, Sêwas, Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Silopiya û gelek komkujiyên din ên mîna wan, nîşan didin ku polîtîkayên qirker hîn jî dewam dikin.
NEVIYÊN SEYÎD RIZA LI BER XWE DIDIN
Jin û ciwanên Kurdistanê ku şopdar û neviyên Pîr Seyîd Riza ne, sekn û berxwedana wan a leheng ji xwe re kirin pêşeng û li ser şopa wan têkoşîneke mezin afirandin."