AGIRÎ – Girtiyê li Girtîgeha Tîpa La Patnosê Zahir Baran, bi riya malbata xwe diyar kir ku dinava xwarina wan de cilêt derketiye û ji bo şermezarkirina vê çalakiya nederketina hevdîtinê li darxistin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosa Agiriyê, di asta skandalê de bûyer hat jiyîn. Girtiyê 15 salin di girtîgê de Zahir Baran, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re de, îdîa kir ku di nava xwarina wabn de cilêt derketiye û ji bo şermezarklirina vê çalakiya nederketina hevdîtinê li darxistin.
Derbarê mijarê de me li rayedarên girtîgehê geriya, lê rayedarekê girtîgehê diyar kir ku ji derveyî malbatên girtî û hikûmxwaran nikarina agahî bidin tu kesan û wiha bersiva da pirsên me yên derbarê îdîayê de: “Dibe ku hatibe gotin, lê tiştek wiha tuneye.”
MA / Mehmet Şah Oruç