IDLÎB - Endamê Meclîsa Partiya Pêşeroja Sûriyeyê (SGP) Ehmed Sultan, der barê rewşa Idlib û pêşeroja wê de diyar kir ku pêwist e pergala ku vîna gelan esas digire bê avakirin û rêveberiya Idlibê dewrî gelê Idlibê bikin. Sultan, da zanîn ku ew ji bo avakirina vê pergalê dikarin berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.
Bajarê Idbilê ji ber ku bûye navenda komên çekdar ên rêxistinên cuda ku piranî wekî rêxistinên terorîst tên qebûlkirin di meha îlonê de bûbû hedefa Rûsya û Rejîma Baasê. Piştî Rûsya û Rejîma Baasê xwest li dijî Idlibê operasyonê pêk bîne, Tirkiye, Rûsya û Iranê civîn pêk annîn û xwest rê li pêş operasyona Rûsya û rejîmê bigire. Piştre Tirkiye û Rûsya civîn pêk anin û Rusya heta 15'ê Cotmehê dem da Tirkiye ku komên çekdar ji nava Idlibê bikişîne û sewqî herêmên tampon bike. Lê tevî vê yekê Rêveberiya Rêxistina çekdar a Heyet Tahrir El Şam (HTŞ- El Nusra) piştî civîna 4 alî ya Fransa, Almanya Rûsya û Tirkiye ku li Stenbolê pêk anî, cih li xwe xweş kir û av ji ser xwe biland. Li aliyê din Tirkiye dem bi dem bi êrîşên li dijî axa herêma Bakur û Rojava yên Sûriye tacîzan dike. Dîsa li gel van êrîşan Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan bi gotinên şer zor bike û daxwazên dagirkeriya Minbicê hewl dide rewşa komên çekdar ên li Idlibê ji rojevê derxin. Têkildarî rewşa Idlibê, Endamê Meclîsa Partiya Pêşeroja Suriyeyê (SGP) yê Idlibê Ehmed Sultan nirxandin kir.
‘EM DI RÊYA AVAKIRINA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK DE PÊŞ DE DIÇIN'
Sultan, anî ziman ku wan li Rakka xwe bi rêxistin kir û saz kir û wiha got: "Avakirin û birêxistinkirina li Raqqa xwedî peyam û wateyek girîng e. Partiya me bi xêra ciwanên ku ji bo pêşeroja Sûriye bedel dan hat avakirin. Partiya me hemû gelê Sûriye temsîl dike. Di nava partiya me de nûnerên hemû gelê Sûriyeyê heye. Vîna Sûriye temsîl dike. Em di rêya avakirina Sûriyeya Demokratîk de pêşve diçin. Ev rêyek gelek girîng û xwedî berpirsiyarî ye. Me ji bo vê yekê berpirsiyarî daye ser milê xwe."
'IDLÎB PERÇEYEKÎ SÛRIYE YE'
Sultan, bal kişan ser rewşa Idlîbê û wiha berdewam kir: "Idlîb perçeyekî Sûriye ye. Li Suriye şerê navxweşî hêj berdewam dike. Niha şer li Idlibê kom bûye. Ji xeynî welatên navneteweşî û herêmî, herî zêde çavê gelê Sûriyeyê li ser vî bajarî ye. Idlîb perçeyekî Sûriye ye. Ji Şamê heta Humusê li wê herêmê mirovên me dijîn. Gelek ji wan ji şer û pevçûnê reviyan û hatin li vir bi cih bûn. Tenê daxwazek me heye ew jî divê şer raweste. Em dixwazin wan mirovan ji zilmê rizgar bikin. Îdlib jî ji bajarên Bakur û Rojava yê Sûriye ye. Em dixwazin rêveberiya Idlibê bibe xwedî pergalek demokratîk û aramî li wir pêş bikeve. Divê Idlîb wekî navenda krîzê û şer neyê dîtin.
‘EM DIKARIN BERPIRSIYARIYÊ BIDIN SER MILÊ XWE'
Sultan, destnîşan kir ku ji bo krîza li Idlibê çareser bibe dikarin berpirsiyarê bidin ser milê xwe û wiha lê zêde kir: "Gelên herêmê dev xwişk û bira ne. Di çareseriyê de em vê xalê esas digirin. Em dixwazin di rêveberî û pergala bê avakirin de vîna gelê Idlibê esas bê girtin. Divê rêveberiyê dewrî gel bikin. Gel xwedî biryar be. Em amade ne ku berpirsiyariyê bidin ser xwe."
‘DIVÊ HTŞ Û TIRKIYE JI IDLIBÊ DERKEVIN'
Sultan, herî dawî xwest Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) (El Nusra) û hemû komên din ên selefî derkevin dervê bajarê Idlibê û wiha bi dawî kir: "Em li dijî dîtina komên selefî û yekperest, pergala demokratîk, wekhev û nunertiya her kesî diparêze esas digirin. Daxwaza gelê herêmê û Gelê Sûriye jî li ser vê yekê ye. Ji ber vê yekê divê ev komên çekdar ji vir derkevin. Qaşo di navbera Tirkiye û Rûsya de peymana “Herêma bêçekirinê" hat îmzekirin. Ev herêm nêzî 20 kilometre hat diyar kirin. Lê dijberî vê peymanê geşedanên ku mirov şaş dikin pêş ket. Li gorî peymanê diviya bû hêza rejimê û komên selefî herêm di nava xwe de parve kiribûna. Diviya bû li 10 kilometreyan Artêşa Suriye û li 10 kilometreyan jî komên HTŞ û komên din ên çekdar bicih bûbana. Lê di encamê de hemû herêm di bin venêrtina komên çekdar de ma. Ez jî wekî welatiyekî Idlibî herêmê ji nêzîk ve dişopînim. Di serî de komên HTŞ'ê û komên din piştî rewş ferq kirin diyar kirin ku li gorî peymanê tev nagerin. Ev rewş di heman demê de li tayê Rusya û Tirkiye jî tê."
MA / Nazım Daştan