DERSIM – Yek ji şahidên Komkujiya Dersimê Emoş Bakiray diyar kir ku tevî temenê wê extiyar e jî tiştên qewimîn her tim di bîra wê de ne û got: “Komkujiyê di hestiyên xwe de hîs dikim. Beriya ez bimirim wesiyeta min a dawî ew e ku dewlet bi Komkujiya Dersimê re rû bi rû bibe û hesab bide.”
Yek ji komkujiyên li dijî kurdan ya herî xedar, bi êş û mezin Komkujiya Dersimê ye. Komkujî di navbera salên 1937-1938’an de li ser axa Dersimê pêk hat. Tevî ku bi ser komkujiyê re 81 sal derbas bûn jî qewimînên wê demê nayên jibîrkirin. Di asta dewletê de heta niha tu lêpirsîn ji bo komkujiyê nehat birêvebirin. Rêberê serhildana Dersimê Seyîd Riza û hevalên xwe yên di komkujiyê de hatin darvekirin cihê gora wan nayê zanîn. Şahdiên bûyerê ji ber temen dirêjiya xwe gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Hin ji van şahidên komkujiyê ji ber extiyara xwe bi zehmetî diaxivin.
81 SAL E ŞAHIDIYÊ DIKE
Emoş Bakiray a 96 salî ku yek ji şahidên komkujiyê wê demê 15 salî ye. Bakiray a di serdema komkujiyê de li gel malbata xwe li mezraya Robaîk girêdayî gundê Turîşmek a bi ser navenda Dersimê dijî xwe li şikeftekê bicih dikin û wisa ji komkujiyê rizgar dibin. Bakiray bi keça xwe re niha li gundê Meytana Dersimê rûdinê. Bakiray aliyê raya giştî ve wek şahidek polîtîk tê zanîn û dixwaze dewlet bi tiştên wê demê qewimîn re rû bi rû bibe. Bakiray ev du sal e ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare ji gund derkeve.
BÎRA WÊ ZINDÎ YE
Dema em ji bo hevdîtinê çûn gel Emoş Bakiray çawa me dît wiha pirsî “Sibê roja darvekirina Seyîd Rizayan e hûn ji wê bonê hatine?” Bakiray li gel temenê xwe yê extiyar jî mirovan di mijara komkujiya de serwext dike û ji bo tiştên wê demê neyên jibîrkirin li ber xwe dide.
‘TIŞTA EZ Ê BÊJIM WÊ BIBE DÎROKA DEVKÎ’
Dema Bakiray behsa komkujiyê dike di bin bandora hovîtiyê de dimîne. Keça wê her çiqas naxwaze dayika wê behsa wê demê bike jî lê Bakiray li dijî keça xwe derdikeve û wiha dibêje: “Tiştên ez ê bêjim wê rojekê bibin dîroka devkî. Hêj ku nemirime dixwazim tiştên di bîra xwe de vebêjim.”
‘EZ Ê BI ZIMANÊ XWE BAŞTIR QAL BIKIM’
Bakiray anî ziman ku ew ê komkujiyê bi zimanê dayika xwe zaravayê Kirmanckî baştir bîne ziman û wiha got: “Belkî hûn zimanê min nizanibin, hûn dixwazin bi zimanê tirkî vebêjim. Bes bila komkujiya Dersimê li her deverê bê nivîsandin û belav bibe. Ez dixwazim heta nefesa xwe ya dawî her tiştên têkildarî komkujiyê bêjim. Da ku bila dewlet bi Komkujiya Dersimê re hevrû bibe.”
‘EWIL ÇEKAN KOM KIRIN’
Bakir li gel temenê xwe extiyar wiha behsa komkujiyê dike: “Di 1937’an de ez 15 salî bûm. 80 mal li gundê me hebûn. Ewil esker hatin gundê me û çekên me kom kirin. Hûn li serê vî çiyayî çidikin? Em ê we bibin cihê xweştir. A rast amadekariya komkujiyê dikirin. Xwestin çekên 12 eşîran li hev kom bikin û bidin dewletê. Çawa ku çekan dan dewletê, li gelek herêman bi sedan mirov kom kirin. Birin çiyayê Spî yê li Robaîkê bi hev ve girêdan û mezin û biçûkan qetil kirin. Eskeran tecawizî jinan dikir û wan qetil dikirin. Navê jineka nayê bîra min ji ber bi hêz e li dijî eskeran derdikeve. Ewil tecawizî wê jî dikin û pişt re şilftazî dikin û wê bi darê ve girê didin. Ev jin ji tî û birçiya dimire. Piştî wê komkujiyê kes teslîm nebû û xwe avêtin şikeftan. Em jî bi mehan di şikeftan de man û em wisa xelas bûn.”
‘BOMBEYÊN JEHRÎKIRINÊ AVÊTIN ŞIKEFTAN’
Bakiray da zanîn ku rojek şûn ve li Newala Laçê komkujiyek din pêk anîn û wiha dewam kir: “Nêzî 400 mirovî di şikeftên wir de xwe veşartibûn. Bombeyên jehrî avêtin şikeftan û hemû mirovên di wir de qetil kirin. Pişt re bi heman rêbazî li Kutudereyê pêk anîn. Eşîrên Deman û Heydaran xwe di wir de veşartibûn. Her kesê li wir jî qir kirin.”
CENAZEYÊ SEYÎT RIZA HAT ŞEWITANDIN GELO?
Bakiray destnîşan kir ku cenazeyê yên wê demê hatin qetilkirin ê tu kesî nehat dîtin û wiha got: “Bi taybetî cenazeyê Seyîd Riza û hevalên wî nehatin dîtin. Wê demê hin mirovan digot cenazeyê Seyîd Riza şewitandine û xweliya wî avêtine avê. Hin kesan jî digot cenazeyê wî avêtine newalekê. Ji wê demê vê cenazeyê Seyîd Riza nehat dîtin.”
‘KOKA WÊ BIBIRIN JÎ GUILIYÊN DIN AJ DIDE’
Bakiray tiştên qewimîn wek “dîjmirovahî” û “hovîtî” pênase kir û got: “Tevî hemû zilmê jî Dersim nehat xelaskirin û mirovan tiştên wê demê ji bîr nekiriye. Nehat jîbîrkirin û divê neyê jibîrkirin jî. Çi dikin jî gelê Dersimê mîna dara berûyê ye. Xwe ji nû ve şîn dike. Kokek wê bibirin jî dê 10 guliyên din aj bidin.”
‘ÇIYAYÊN ME HÊJ TÊN BOMBEBARANKIRIN’
Bakiray diyar kir ku qewimandinên wê demê îro jî diqewimin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Komkujiya Dersimê hêj didome. Çiyayên me hêj tên bomebarankirin û dişewitînin. Mirov nikarin li gundên xwe bijîn. Li Dersimê her kesî ji kar derxistin. Selahatîn Demîrtaş li ser dilê rehet xistin hepsê. Demîrtaş li vî welatî aştiyê dixwest. Çima wî xistin hepsê? Komkujiya Dersimê bi şev û roj ji bîra min naçe. Ez komkujiyê heta hestiyên xwe hîs dikim. Beriya ez bimirim wesiyeta min a dawî bila dewlet bi Komkujiya Dersimê re hevrû bibe û hesab bide. Li welatê me hêj şer didome. Hêj mirovên me tên qetilkirin. Beriya ez bimirim daxwaziya min ew e ez li ser vê axê aştiyê bibînim.”
MA / Semra Turan