EDENE – Di îdînameya derbarê kuştina Yûsûf Guldîren hat amadekirin de, hemû kiryarên DAIŞ’ê yên dixwazin çalakiyên ji bo Kobanê provoke bikin, radixe berçavan. Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku ligel evqas agahî û daneyan, gelo çima cînayetan weke kiryarên DAIŞ’ê nagirin dest?
Serdozgerê Komarê yê Edeneyê Mehmet Gunduz, derbarê cînayeta Yûsûf Guldîren ê bi îdîaya dijûn ji Xwedê re kir di dema çalakiyên Kobanê de li Edeneyê ji aliyê DAIŞ’iyan ve hat kuştin de, di sala 2015’an de îdîaname derbarê Servet Koç û Taner Guler ên DAIŞ’î de amade kiribû.
Îdîaname ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê ve hatibû qebûlkirin. Di îdîanamê de ji bo Servet Koç ê DAIŞ’î bi îdîaya “Bi zanebûn kuştin” cezayê muebetê û bi hinceta du caran “Sûcên gefxwarinê kirin” 4 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dihat xwestin û ji bo Taner Guler jî bi îdîaya “Bi zanebûn kuştin” 5 sala cezayê girtîgehê dihat xwestin. Biryara girtinê ya darbarê Koç de berdewam dike. Dîsan di îdîanameyê de hemû kiryarên DAIŞ’ê yên dixwazin çalakiyên Kobanê provoke bikin, radixe berçavan.
Fezlekeya Hejmara 2014/Cîn-54 a di îdîanameyê cih digire de; polîs li ser beyanên hin DAIŞ’iyan cih dide kiryar û xebatên Ercan Guler, Talîp Guler, Taner Guler, Cumalî Guler û Servet Koç.
MÎNÎBÛS BIRIN KAPORTEYA EREBEYAN
Di fezlekeyê de ji bo Ercan Guler wiha tê gotin: “Li taxên Fevzîpaş, Ova û Bahçeşehîr malên wî hene. Di kargeha kesê binavê Fûrkan Tantûnî de dixebite. Di dema çalakiyên piştevahiya Kobanê de li taxên Bahçeşhîr û Fevzîpaşa bi şev kom dibûn, kincên reş li xwe dikir, rûpûş dixist serê xwe, riha xwe jêdikir û bi tifingê bûyer organîze dikir. Di 10’ê Cotmeha 2014’an de piştî Yûsûf Guldîren birîndar kir, ji taxa Fevzîpaşa derdikeve û diçe mala xwe ya li Taxa Bahçeşehîrê. Piştî kuştina Kadrî Bagdu jî bi birayên xwe Talîp, Taner Guler û pismamê xwe Cuamlî Guler û zavayê xwe Servet Koç re derbasî Sûriyeyê dibin.”
PARÊZSER BEK: DIVÊ WEKE KIRYARÊN DAIŞ’Ê BÊN NIRXANDIN
Parêzerê dozê Tugay Bek, diyar kir ku doz berdewam dike û wiha axivî: “Koç fîrare. DAIŞ’î hemû bûyer avêtin ser Koç. Wesayîta di cînayetê de bikar anîn paqij kirin û reviyan derveyî welat. Dûre jî cînayet avêtin ser Servet Koç. Kesên din ji bo vî sûcî ser xwe bavêjin, tevlî DAIŞ’ê dibin û dûre tên Tirkiyeyê. Lê Servet Koç weke bersûcê fîrarî yê vê dozê lêgerîna wî heye. Ji ber ku ewlekarî kuştina Guldîren meşrû dît, tenê Koç weke sûcdar nîşan da. Lê bi awayekê organîze ev bûyer pêk anîn. Di vir de em vê yekê daxwaz dikin. Ligel evqas agahî û daneyan hene jî, gelo çima cînayetan weke kiryarên DAIŞ’ê nagirin dest? Di vir de bêhiqûqî û bi zenbûn nêzîkatiyek heye. Em dixwazin dimildest ev bê sererast kirin. Di îdînamê de hemû kiryarên DAIŞ’iyan yek bi yek hatine destnîşan kirin, lê bûyer weke kiryarên DAIŞ’ê nayên nirxandin.”
MA / Cemîl Ugur - Hamdullah Kesen