AMED - Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê, girtiyê nexweş Bahrî Dag, di hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re ragihand ku bi çewisandin û ferzkirinan re rû bi rû dimînin û wexta ew li hemberî evan pêkanînan dertên, îdareya girtîgehê gefan li wan dixwe û diyar dike wê înfaza wan bê şewitandin.
Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê, binpêkirinên mafan didomin. Girtiyê nexweş Bahrî Dag (50) ku nexweşîna dil, demar, tansiyona zêde, şekir û fitqoyê lê peyda bûye, di hevdîtina vekirî ya dawî de bi rêya malbata xwe ragihand ku îdareya girtîgehê tedawiya wî asteng dike û dermanan nadinê. Dag ku di 6 mehan de 4 caran hat sirgûnkirin, destnîşan kir ku jimariya li ser piyan a di nîzama leşkerî de li wan tê ferzkirin û wexta ew li hemberî evan pêkanînan dertên îdareya girtîgehê gefan li wan dixwe û diyar dike wê înfaza wan bê şewitandin. Dag, bilêv kir ku bi evan pêkanînan re polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya girtîgehan belav bûye û bi vî awayî dixwazin tecrîd bê rewakirin. Her wiha girtiyê nexweş Dag, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê jî û bilêv kir ku ew çalakiya Guvenê silav dikin û daxwazên Guvenê daxwazên wan in jî.
DEMA HEVDÎTINÊ JI SAETEKÊ KIRIN 45 DEQÎQEYAN
Roja sêşema borî Ejder Dag, bi apê xwe Bahrî Dag ê ji sala 1993'yan ve girtiye, li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê hevdîtin çêkir. Dag, çavdêriyên xwe yên di dema hevdîtinê de parve kirin. Dag, bilêv kir ku berê wexta hevdîtina vekirî saetek bû, lê belê niha kirine 45 deqîqe û got: "Ji ber lêgerînên li têketina girtîgehê gelek wext diçe. Ev wextê dibuhure jî ji wextê hevdîtina me ya bi xizmên me re tê birîn. Ancax me karibû nîv saetê hevdu bibîne."
‘DI 6 MEHAN DE 4 CARAN HAT SIRGÛNKIRIN'
Dag, anî ziman ku bi dehan sal e apê wî Bahrî Dag di girtîgehê de ye û ji ber vê gelek nexweşîn lê peyda bûne û niha rewşa wî giran e. Dag, diyar kir ku her çend rewşa apê wî nebaş e û nexweş e, dîsa jî sewqî gelek girtîgehên cuda tê kirin. Dag got: "Nexweşîna dil, demar, tansiyona zêde, şekir û fitqoyê li apê min Bahrî Dag peyda bûye. Apê min diyar kir ku, tevî ev qas nexweşînan dîsa jî nayê tedawîkirin, dermanên wî nadinê û daxwaznameyên wan ên ji bo nexweşxane û revîrê nayên bersivandin."
Dag, destnîşan kir ku apê wî Dag di 6 mehan de sirgûnî 4 girtîgehan hatiye kirin û got: "Nexweşîna apê min giran e. Tevî vê wî ji Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê bi dorê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Sêwregê, Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Hîlwanê, Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê û Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê kirin. Ev hemû di nav 6 mehan de pêk hatin. Lê wexta mesele tê ser daxwaznameyên wan, ancax çend meh şûnde tên nirxandin, lê belê dîsa jî nayên qebûlkirin."
ŞEWITANDINA ÎNFAZÊ
Dag, anî ziman ku li girtîgehê girtî bi pêkanînên derî mirovahiyê û binpêkirinên mafan ên giran re rû bi rû dimînin. Dag, diyar kir ku apê wî Dag gotiye: "Tevî jimariya li ser piyan a di nîzama leşkerî de gelek pêkanîn li girtî û hikumxwaran tên ferzkirin. Di odeyên sêkesî û yekkesî de tên ragirtin. Ji hevdîtina asayî ya heftane û mehane bigire heta hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya jiyana rojane de bi pêkanînên leşkerî re rû bi rû dimînin. Wexta li hemberî evan pêkanînan dertên an jî îtiraz dikin îdareya girtîgehê gefan li wan dixwe û diyar dike wê înfaza wan bişewitîne. Daxwaznameyên wan ên ji bo sewqkirinê jî bi hinceta nebeşiyê tên redkirin û nahêlin bi girtiyên din re hevdîtinê çêbikin. Saleke li girtîgeha Xarpêtê ye, lê belê ji bilî herdu hevalên xwe yên odeyê destûrê nadin girtiyên din bibîne."
Dag, diyar kir ku apê wî Dag destnîşan kiriye ku bi evan pêkanînan re polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û bi vî awayî tê xwestin tecrîdê rewa bikin. Dag anî ziman ku apê wî Dag gotiye: "Bi evan polîtîkayan pir aşkere ye, dixwazin tecrîdê rewa bikin û serî bi me bidin tewandin. Lê belê bedêla wê çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û çawa me di 12'ê Îlonê de li zindanan polîtîkayên wehşetiyî têk birin em ê niha jî evan polîtîkayan têk bibin."
BANGAWAZÎ
Herî dawî Dag, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê li girtîgehê daye destpêkirin silav dikin û daxwazên wê daxwazên wan in jî û ji bo vê bang li raya giştî kir ku li hemberî tecrîdê û polîtîkayên li girtîgehan tên meşandin tev bigerin.
MA / Rêdûr Dîjle