WAN- Li Erdîşê par polîsan wesayîta texsîvan Zafer Ceyhan guleberan kiribû û di gulebaranê de Ceyhan miribû. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê belê hîna jî biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê nehatiye rakirin. Birayê Ceyhan Mursel Ceyhan jî du meh berê ji ber îfadeyên "şahidên nepen" hat girtin û malbatê got: "Bi zext û zoriyê dixwazin em ser bûyerê bigirin."
Di 28'ê Îlona 2017'an de li Taxa Sûlû ya navçeya Erdîş a Wanê polîsan texsiya Zafer Ceyhan guleberan kiribû û di gulebaranê de Onder Polat û texsîvan Zafer Ceyhan (45) miribûn. Piştî bûyerê der barê dosyeyê de biryara nepeniyê hat dayîn. Di ser bûyerê re salek derbas bûye, lê belê hîna jî biryara nepeniyê nehatiye rakirin. Birayê Ceyhan Mursel Ceyhanê ku ji nêz ve doz dişopand, du meh berê ji ber hin îfadeyên "şahidê nepen" bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin. Malbat diyar dike ku bi vî awayî dixwazin peyamekê bidin wan û ser bûyerê bê girtin.
Du gule li pêşiya texsiyê û guleyek jî li hêla dîroeksiyonê texsiyê ketibû. Şûna guleyan hîna jî li ser texsiyê ye. Ji ber kurê Ceyhan her texsiya bavê xwe didît û ber bi wê ve baz dida û digot "bavê min hat", bandeke reş li ser texsiyê hat bicihkirin.
‘DIXWAZIN EM SER BÛYERÊ BIGIRIN'
Vîldan Ceyhan, hevjîna Zafer Ceyhan, destnîşan kir ku salek derbas bûye lê belê hîna jî der barê dozê de gavek nehatiye avêtin. Ceyhan, anî ziman ku tiyê wê Mursel Ceyhan ê doz ji nêz ve dişopand hatiye girtin û bi vê yekê dixwazin peyamekê bidin wan. Ceyhan got: "Piştî hevjînê min mir, tiyê min debara me dikir lê wî jî girtin. 6 zarokên tiyê min û 4 zarokên min hene. Niha xezûrê min li hersê malan dinere û ji ber vê ditengije. Wisa difikirim bi evan zext û zoriyên li ser me dixwazin ser bûyerê bigirin."
'EM HÎN NEBÛN, EM Ê HÎN NEBIN JÎ'
Ceyhan, destnîşan kir ku bê sûc û guneh hevjînê wê hatiye kuştin û got: "Hevjînê min texsîvan bû. Ma dikare li nasnameya hemû rêwiyan binere. Hevjînê min ji bo debara me bike dixebitî. Hevjînê min serê sibehê diçû kar û êvarî jî vedigeriya malê. Piştî mir jiyana me serobino bû. Derûniya zarokên min û hemû malbatê xirab bû. Em hînî çûyîna Zafer nebûn û em ê nebin jî."
‘HÎN JÎ ZAROKÊN MIN NIZANIN'
Ceyhan, diyar kir ku piştî bûyerê wan serî li dozgeriyê daye, lê belê hîna jî tiştek rû nedaye û got: "Tevî daxwaznameyan, ji bo bûyer aşkere bibe me hevdîtin bi dozgeriyê re çêkir. Ji wê rojê heta niha tiştek rû nedaye. Dixwazim ev bûyer aşkere bibe û wisa difikirim wê derkeve holê jî. Ma wisa rihet e kesekî bê sûc û guneh bê kuştin? Eger li vê dinyayê ev bûyer neyê aşkere kirin, ma ne axiret heye. Wê li axiretê destê min, zarokên min û hevjînê min di qirika wan de be. Hîn jî min ji zarokan re negotiye bavê wan miriye, her roj li benda bavê xwe ne. Tenê daxwaza min lêpirsîn dest pê bike û berpirsiyar bên dîtin."
'WÊ FORMA JI KURÊ XWE RE BIANIYANA'
Şohret Ceyhan, dayika Zafer Ceyhan, jî xwest demildest sûcdar bên darizandin û got: "Kurê min li pêyî rizqê xwe bû. Wê rojê min ji Exlatê anî malê. Xwarina xwe xwar û got wexta otobêsan e û derket. Min pir jê re got neçe, bêhna xwe vede lês dîsa jî çû. Wexta çû got 'kurê min formayê Fenerbahçe ji min xwestiye. Wexta bêm ez ê jê re bînim.' Wexta çû êdî me xeber jê negirt. Paşê hayê me jê çê bû ku hatiye kuştin. Wexta kurê min mir çend caran lê geriyam, lê telefona wî meşgûl bû. Piştî mirina wî em perîşan bûn. Saleke em li benda edaletê ne, lê hîna gavek jî nehatiye avêtin. Kurê min texsîvan bû, tu sûcekî wî tune bû."
'DOZA ÇI LI MALBATA ME DIKIN?'
Ceyhan bi bîr xist kurê wê yê din jî hatiye girtin û got: "Êdî bes e, doza çi ji malbata me dikin? Daxwaza me tenê darizandina kesên kurê min kuştine. Kurê Zafer ê biçûk her roj pirsa bavê xwe dike. Wexta dipirse em mahf dibin."
MA / Adnan Bilen