* Di Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê ya Navnetewî de wê îsal gelek lîstik bên pêşandan û atolye bên vekirin. Seroka Komeleya Şanoyê ya Mêrsînê (METÎD) Derya Gunerî, anî ziman ku pir piştevaniya wan nayê kirin.
* Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku bi mîlîttarîzma zêde bû re şideta dewletê ya li hemberî jinê jî zêde bûye. Gulum got: "Ya dê me xelas bike mekanîzmaya piştevaniyê û têkoşîna bi hev re ye." Gulum, bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Taksîmê bin.
* Li Erdîşê par polîsan wesayîta texsîvan Zafer Ceyhan guleberan kiribû û di gulebaranê de Ceyhan miribû. Di ser bûyerê re salek derbas bû, lê belê hîna jî biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê nehatiye rakirin. Birayê Ceyhan Mursel Ceyhan jî du meh berê ji ber îfadeyên "şahidên nepen" hat girtin û malbatê got: "Bi zext û zoriyê dixwazin em ser bûyerê bigirin."
* Hulya Yilmaz (48) ku welatiya Avûstûryayê ye, di 8'ê Îlonê de li ser îxbarekê hat binçavkirin û paşê dadgehê der barê wê de 6 meha "biryara venêrîna îdarî" da û ew şandin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Parêzerê wê diyar kir ku der barê muwekîla wê de tu sûceke berbiçav tune ye. Parêzer got, muwekîla nexweşa pençeşêrê ye û nayê tedawîkirin.
* Derket holê ku Endamê MYK'ê û Hevberdevkê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Tûna Aydin, li ser îdiayên kesê bi navê R.T û tawanbariyên dozger bi hinceta "dibe ku pêk bîne" hatiye girtin.
* Li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê, girtiyê nexweş Bahrî Dag, di hevdîtina vekirî ya bi malbata xwe re ragihand ku bi çewisandin û ferzkirinan re rû bi rû dimînin û wexta ew li hemberî evan pêkanînan dertên, îdareya girtîgehê gefan li wan dixwe û diyar dike wê înfaza wan bê şewitandin.
* Siyasetmedar û şêniyên Colemêrgê piştgiriya paramentera xwe Leyla Guven dikin û diyar kirin ku Leyla Guven bi awayekî herî baş mîsyona xwe tîne cih û dê ji bo piştevaniyê 2 rojan çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin.
* Hevşaredarê Şemzînanê yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Seferî Yilmaz, diyar kir ku nelirêtiyên di raporên Sayiştayê de derket holê ku qeyûman şaredarî dibin deyanan de hiştine.
* Nivîskara pirtûka "Topragin Şarkisi/Strana Axê" Rojbîn Perîşan ku berxwedana Cizirê ya serdema qedexeya kolanan vegotiye diyar kir ku hewldana bi watekirinê û ji nû ve vejîn; wêrekî û hêza berxewdanê ava dike. Weki kevneşopiya vegotina pirtûkê, ji bo hevkariyek hewldanê ye."
* Li Nisêbînê Ferhat K.'yê zarokê bi navê K.Y. îstimar kir, ji ber du tawanbariyên cuda 14 sal ceza hat birîn. Ji ber K.Y. di danişîna ewil de îfadeya xwe guherand, dadgehê bi hinceta "zext û zor li ser hene" îfadeya K.Y. esas negirt û di herdu tawanbariyan de jî bi "rewşa başiyê" cezayê Ferhat K. daxist 11 sal û 8 mehan.
* 5'emîn danişîna doza 17 zarokên ku di qedexeya kolanan a Navçeya Nisêbînê de hatin tahliyekirin û doz li wan hat vekirin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza 6 jê girtî 29 kesên di lêpirsîna HDK’ê de doz li wan hatin vekirin dê li 28'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kampusa Girtîgeha Silivrî bê ditin. (10.00)
* Parêzer dê li Edliyeya Çaglayanê ji bo balê bikişînin ser hempîşeyên xwe yên girtî di hefteya 79'an de Nobeta Edaletê berdewam bikin. (11.30)
* Bi minasebeta 15'ê Mijdara 1937'an salvegera darvekirina pêşengê kurd Seyit Rıza û hevalên wî dê li Dersimê bernameya bîranînê bê lidarxistin. (13.00-19.00)
* PEN'a Kurd bi boneya "Roja Nivîskarên di Zîndanê de" bi sermijara "Raman û zîndan" wê li Şaxa 1'emîn a Egitîm Sena Amedê panelê pêk bîne (13.00)