MÊRDÎN – Meclîsa Dayikên Aştiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê, bi daxuyaniyekê piştgirî dan Hevseroka KCD û parlamentera DHP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankiriyê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir.
Hevseroka Kongerya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocala dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya navçeya Qosera Mêrdînê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven li avahiya HDP’ê ya Qoserê daxûyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya hat dayîn de endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Qoserê, endam û rêvebirên navçeyê yên HDP ve DBP’ê û aktîvîstên TJA 'yê amade bûn. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Xewlet Oncu daxuyanî da.
Oncu, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha axivî: "Ev demek dirêje tecrîd berdewam dike. Ev tecrîd her ku roj diçe girantir dibe. Em dixwazin ku di demeke nêz de ev şer bi dawî bibe û tecrîda li ser Serok bê rakirin. îro Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Serok şermezar bike dest bi greva birçûbûnê kiriye. Em îro piştgiriyê didin Leyla. Leyla îro tecrîda li ser serok û bêdengiya civakê qebûl nekir dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Em ê jî heta dawiyê piştgiriyê bidin Leyla Guven. Em dixwazin ku berî bi demekê bi Serok re hevdîtin pêk bê. Em îro berxwedana zindanan û siyasetmedaran pîroz dikin û piştgiryê didin çalakiya Leyla Guven.”
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.