RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Hîlwan a Rihayê û Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsan bibersivîne pirsname da Meclîsê.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, li ser nameyên ku girtiyan ji wîre şandin, têkildarî rewşa li girtîgehê pirsname amade kir û da meclîsê. Ocalan, diyar kir ku li girtîgeha Hîlwanê binpêkirina mafan gelek zêde bûye û bi îdîayên keyfî tê rojevê. Ocalan, ji bo Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne pirsname da meclîsê. Ocalan ji bo bersivandinê ev pirs pirsîn:
* Îdîayên girtiyên nexweş ên giran nayên sewqkirin rast e? Ger ku rast be çima? Hewldanên wezaretê ji bo vê yekê çiye?
* Îdîayên xwarina li girtiyan tê belavkirin bi qasî neyê xwarin xerab e. Rast e?
* Girtiyên ku nexweşiya wan bi belgeyan hatiye tespîtkirin, xwarina ku bijişk pêşniyar dikin nadin wan. Ev îdîayên li gorî nexweşiyê xwarin nadin rast e? Ger ku rast be sedema wê çiye? Wezaret ji bo vê yekê çi dike?
* Girtî ji bo mafê xwe yê civakî yê 10 saetan sûdê nagirin. Îdîayên ku ji bo tîpa F derbas dibin rast e? Ger ku rast bin wezaret ji bo çareseriya vê yekê çi dike?
* Îdîayên personelên girtîgehê dikevin nava hewldanên provakatif rast in?
* Îdîaya zêdeyî kapasiteya girtîgehê girtî hene û girtî li erdê radizên rast e?
* Îdîayên ku xizmên girtiyan alav û cilan dibin ji bo girtiyan nagirin girtîgehê rast e? Girtiyan neçarî kantinê dikin ku alavan ji wir bistînin raste?
* Malbatên girtiyan ku dixwazin cilan bibin ji girtiyan re bi hinceta reng nadin girtiyan, raste? Cilên herêmî û şalvar nadin girtiyan rast e?
* Îdîaya bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê didin girtiyan rast e?
* Der barê îhlala salên 2018'an de tu îstatîstîk hene ya na? Ger ku hebin hûn dê wan bi cemaweriyê re parve bikin? Der barê van îdîayan de lêpirsîn û hewldana Wezaretê heye ya na.