‘DMME di doza Cizirê de bawerî neda'

  • rojane
  • 12:07 14 Mijdar 2018
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), di doza Cizîrê ku duh hat dîtin de bawerî neda û wiha got: “Ger ku ji dozê biryara îhlalê dernekeve, dê êdî posîzyona dadgehên bilind ne li cem edaletê li cem siyasetê bê zanîn û nasîn. " 

Duh danişîna doza Cizîrê ya Şirnexê ku serdema qedexeya  derketina kolanan a li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) hat dîtin. Danişîna doza ku li ser navê Omer Elçî û Orhan Tunç hat dîtin, li Bajarê Strasburg ê Firansayê hat dîtin. Di danişînê de pirsa 'Tirkiye ji bo parastina mafê jiyanê çi kiriye?' pirsî. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, ku di serdema qedexeya derketina kolanan de rapor amade kir û rapor şandibûn DMME'ê, der barê dozê û dosyayê de nirxandin kir. 
 
8 DOZ LI DMME HENE
 
Turkdogan, anî ziman ku di serdema li Tirkiye qedexeya derketina kolanan yên di salên 2015 û 2016'an de hat îlankirin, di serî de li Cizîr û Sûrê qedexe hat îlankirin û wiha got: “Di mijara aliyê hiqûqî yê qedexeya kolanan de 8 doz li DMME'yê hene. Yek ji van dozan doza Omer Elçî ya Tirkiye ye. Doza ku duh li DMME'ê hat dîtin tenê yek ji van dozan e. Di 8 dosyayên dozê de dê aliyê hiqûqî yên qedexeya derketina kolanan bê niqaşkirin. Em wekî parazvanên mafên mirovan jî, me hem serî li AYM'ê û hem jî serî li DMME'ê da û diyar kir ku qedexeya derketina kolanan a li van bajaran li dijî hiqûq û mafên mirovan e. Me diyar kir ku Walî ne xwediyê vê erkê ne. 
 
Turkdogan, destnîşan kir ku AYM’ê wê demê biryar da ku qedexeya derketina derve li dijî hiqûqê ne û wiha berdewam kir: "Disa wê demê di rapora Komîsyona Venedikê de li gorî mevzuatê walî nikarin qedexeyê îlan bikin. Li gorî Komîsyona Venedikê raporên Komîseriya Mafên Mirovan a Ewropa, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di dozyayên dozê ya DMME'ê de cihê xwe girtin. Doza dosyaya ku duh hat dîtin, dê li ser navê 8 dosyayan rewş bê niqaşkirin. Di koma dosyayên duyemîn de jî 26 dosya hene. Ev dosya raste rast mafê îhlala jiyanê vedibêje. Têkildarî bûyera ku Orhan Tunç têde jiyana xwe ji dest da dê di dosyayê de danişîn bê dîtin. Lê dê niqaşên hiqûqî ku bandorê li ser 26 dosyayan dike bê meşandin. 26 dosya bi tevahî der barê îhlalên mafên jiyane de ne. Der barê îhlalên mafê jiyanê de lêpirsîna bi bandor hatiye kirin ya na ye." 
 
‘TEVÎ KU BIRYARA TEDBÎR'Ê HEBÛ JÎ' 
 
Turkdogan, bal kişand ser bombekirina Cizîrê û aliyê hiqûqî û wiha lê zêde kir: “Beriya her tiştî dema qedexeya kolanan berdewam dikir, piştî kanûna 2015'an welatiyên sivîl hatin kuştin. Me ev yek ji nêzîk ve dişopand. Ji bo van geşedanan hiqûqnasan li Stenbolm, Enqere û Amedê li dijî îhlala mafê jiyanê serî li AYM’ê da. Dîsa ji bo niqaşa hiqûqî ya qedexeya derketina kolanan me hem seri li Dadgeha Îdarî û hem jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Lê AYM'ê têkildarî bûyerê biryara tedbîrê negirt. Li aliyekî bajarek bi tang û topan hatiye dorpêçkirin û li aliyê din tang û top wî bajarî bombe dikin. Li wir welatiyên sivîl asê mabûn. Ji bo sivîl neyên kuştin dadgeha Tirkiye ya herî bilind înisiyatifê nagire û temaşe dike. Daxwazan red dike. Di rewşek wisa de em neçar man ku serî li DMME'yê bidin. Piştî li Cizîrê jêrzemîn hatin bombekirin me parêzeran wê demê serî li DMME'ê da. Lê tenê der barê 
5 kesan de biryara tedbîrên îhtiyatî girtin. Ji 5 kesan tenê kesek xelas bû. Tevî der barê 4 kesan de biryara tedbîrê hebûn jî ev kes nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan. 
 
‘DÊ ÎRO ORHAN TUNÇ SAX BÛYA' 
 
Turdogan, destnîşan kir ku dema li Cizîrê ev bûyer pêk dihatin, wê demê di 10'ê Sibata 2015'an de serî li AYM’ê dan û wiha got: “Ez qet ji bîr nakim. Di 11'ê Sibata 2016'an de çûm AYM'ê. Min got vê operasyonê rawestînin û van sivîlan rizgar bikin. Ger ku agahiyên şaş didim we der barê min de gilî bikin. Ji ber vê yekê dadgehek bilind di rewşê wisa cîddî de divê van serlêdanan li ber çavan bigire û operasyonê rawestîne. Ji bo parastina mafê sivîlan divê alîkariya tenduristiyê bigîne wan. Ger ku agahi şaş be jî tiştekî winda bikin tune ye. Ger ku qedexeya derketina kolanan di 10'ê sibatê de hatibûya rawestandin, dê yekîneyên tenduristiyê karîbûya biçûya avahiya ku Derya Koç û Orhan Tunç jî di navde kesên li wir rizgar kiribûna. Dê jiyanasivîlan hatibaya parastin. Me serî li DMME'ê da û biryara tedbîra îhtiyatî girtin. Lê operasyon ranewestandin. Destûr nedan ku Orhan Tunç bê rizgarkirin û yekîneya tenduristiyê ya serbixwe biçe herêmê. Ger ku biryara tedbîrê hatibûya dayîn dê Orhan Tunç  25 kesên li cem wî hatibûna xelaskirin. Taliyê me di dosyayên dozê ku di nivîsên 11'ê Sibatê ku AYM’ê nivîsandine de dît ku di sibeha roja 11'ê sibatê de jêrzemînên 3 avahiyan hatine bombekirin. Ji ber vê yekê AYM’ê di 12'ê Sibatê de biryar da ku cihê biryara tedbîrê tune ye." 
 
‘SERFERMANDAR BI XWE BI RÊVE BIR'
 
Turdogan, anî ziman ku wê serdemê gelek parazvanên mafên mirovan yên ji bo parastina mafan têdikoşiyan, ketin nava hewldanan û wiha pêde çû: “Parlamenterên HDP'ê li meskenê wezîrê karên hundir çalakiya rûniştinê pêk anîn. 
Xwestin Wezîrê Karên Hundir ê vî welatî ji bo operasyon bên rawestandin erka xwe pêk bîne. Lê wezîr erka xwe pêk neanî û operasyon nedan rawestandin. Piştre em fêr bûn ku hemû operasyon raste rast bi fermana Serokwezîr ku erk dabû serfermandariya Artêşê ev operasyon hat meşandin. Ev mijar tev dê di demên pêş de bibin mijarên lêpirsîn û dozê. Îhlalên jiyanê yên giran hene. Gelek agahî û belgeyên ku piştre em fêr bûn hene. Di 13'ê Kanuna 2015'an de Serokwezîr Ahmet Davutoglu, hemû erk da Serfermandarê Artêşê. Rojek piştî wê di 14'ê Kanûna 2015’an de li Cizîr û Sûrê qedeya kolanan a bê dem hat îlankirin. 
 
‘JI BO PARASTINA 327 SIVÎLAN ÇI KIRIN?' 
 
Turkdogan, da zanîn ku Tirkiye di belge û raporên ku şandin ji DMME'ê ye qebûl kir ku li herêmê 327 sivîl hatin kuştin û wiha got: "Lê berpirsiyara van kuştinan dixe sitûyê PKK’ê, Li vir hikûmet qebûl dike ku di bûyeran de 327 sivîl hatin kuştin. Em jî dipirsin têkildari kuştina 327 sivîlan we lêpirsînek bi bandor kir ya na? Hikûmet qebûl dike ku 327 sivîl hatine kuştin. Ji kê kuşt wêdetir, we ji bo parastina  327 sivîlan çi kir? We Dadgeha Bilind ji bo parastina van sivîlan çi kir? Tu tişt nekirin." 
 
‘HEMÛ BELGE PÊŞKÊŞÎ DDME KIRIN'
 
Turkdogan, herî dawî wiha got: “Piştî Hekîmên Sulh Ceza biryara neşopandinê da, me dosya şand AYM’ê. Lê li vir hêj tu encam derneketiye. Hêj AYM'ê der barê kesên jiyana xwe ji dest dane tu biryar nedaye. Li Tirkiye di hiqûq di meriyetê de ne. Dema ewlehiya dewletê dibe mijar, bersûc bê ceza dimînin. Mixabin Dadgeha Bilind, erkdarên dewletdê, erkdarên cemaweriyê biryarên ku hikûmetê diparêzin dide. Di esasê de biryara îhlalê nadin. Me hiqûqnasan ev hemû îhtîmal li ber çavan girt û di doza Cizîrê de serî li DMME'ê da û hemû belge û agahî pêşkêşî DMME'ê kir. Niha ij bo 34 dozan hemû belge pêşkêşî DMME'ê kiriye. Di van dosyayên dozê de Konseya Ewropa li gel me ye. Komiseriya Mafên Mirovan a Konseya Epropa di 13'ê Mijdarê de di daxuyaniya pêşkêşî dadgehê kir de diyar kir ku li Tirkiye tu guhertin tune ye. DMME bawerî ned. Ez hevî dikim ku di biryarên piştre DMME dê rexneyên lê hatine kirin li ber çavan bigirin. Ger ku ji dozê biryara îhlalê dernekeve, dê êdî posîzyona dadgehên bilind ne li cem edaletê li cem siyasetê bê zanîn û nasîn. " 
 
 
MA / Berivan Altan

Sernavên din

15/11/2018
09:53 ‘Em xwedî li çalakiya Guven derkevin û tecrîdê bişkînin’
09:29 Dadgehê 11 sal ceza li zilamê zarokek îstismar kir birî
09:25 Li Girtîgeha Xarpêtê şewitandina înfazê
09:24 Dadgehê ji bo Aydin got 'dibe ku pêk bîne' û biryara girtina wî da
09:23 Jina nexweş 2 meh in li navenda paşveşandinê tê ragirtin
09:23 Di dosyeya texsîvan Zafer Ceyhan de gavek jî nehatiye avêtin
09:20 Mîhrîcana Şanoyê ya Mêrsînê dest pê dike
09:19 Rojbîn Perişan: Strana Axê li dijî şikandina hiş berxwedanek biçûk e
09:18 Seferî Yilmaz: Qeyûman şaredarî di bin deynan de hiştin
09:17 ‘Leyla Guven bi awayek herî baş mîsyona xwe tîne cih’
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2018'AN
14/11/2018
16:24 Dag: Êrîşa li dijî HDP'ê êrîşa li dijî xweh û biratiyê ye
16:01 Pirtûka 'Kurdên Xoresanê' ya Selîm Temo derket
15:32 Piştî teqîna li Şemzînanê ÎHA û dron li Colemêrgê hatin qedexekirin
15:21 Meclîsa ÎSÎG'ê: Di 100 rojan de 576 karker mirin
15:13 Dayîkên Aştiyê piştgirî dan çalakiya Leyal Guven
15:02 HDP ji Erdogan pirsî: Gora Seyîd Riza li ku ye?
14:59 Di doza Musa Anter de dê rewşa ‘Yeşil' a şahid e ya na bê lêkolînkirin
14:53 Doza ‘fîkandina kurdî’ hat taloqkirin
14:36 Bîjişkan: Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
14:21 Danişîna doza Demîrtaş hat dîtin
13:58 Belgefîlma Nûjîn 2 xelat girtin
13:53 Şahidên cînayeta Musa Anter axivîn: Yeşîl dijî û Orhan Mîroglu jî israr kir
13:53 TJA piştgirî da Leyla Guven: Tecrît sûcê mirovahiyê ye
13:27 Ocalan: Li Girtîgeha Tipa T - 2 a Hîlwanê binpêkirina mafan zêde ye
13:04 Guler Tunç: DMME jî bû şahide hovîtiya hat jiyîn
12:34 Temellî: Em dê qeyûman bavêjin sergoyê dîrokê
12:09 Li Amedê serdegirtina malan: Binçavkirin hene
12:07 ‘DMME di doza Cizirê de bawerî neda'
11:49 HDP dê Seyît Riza û hevalên wî bibîr bîne
11:44 Nîzamettîn Toguç: Rengê dewletê ji sor veguherî kesk
11:19 Li Edeneyê zilamekê hevjîna xwe kêr kir
11:12 'Merasîma cenazeyê dayikek 94 salî astengkirin zilme'
09:52 Dozger îdîanameya rojnameger Kîbriye Evren amade kir
09:23 1.1 milyar euro pereyê ku YE'ê da Tirkiye winda ye
09:10 Bi rojan e bê av in: Em gund bifiroşin jî em ê nikarin vî deynî bidin
09:09 Arîna biçûk bi nexweşînê, xwişk û birayên wê jî bi hesreta dayika xwe mezin dibin
09:09 Cenazeyên ji Goristana Xerzanê derxistin hîn jî radestî malbatan nekirin e
09:08 Li Meletiyê gel li dijî tesîsên betonî têdikoşin
09:07 'Qanûnên der barê şideta li dijî jinan de kêm û xelet in'
09:05 Ji bo cezakirinê krîtera nû: Talûkeya nêz
09:04 Krîzê li esnafên Geverê xist
09:04 Gazina welatî ya ji bo qeyûm: Ka we av biribû her gundî?
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2018'AN
08:43 Bîlîcî defin kirin
13/11/2018
19:49 Li Gazzeyê agirbest
18:53 Dayika Mazlûm Dogan Kebîre Dogan hat veşartin
16:45 Hevşaredara Mahsertê Îpek Guneş hat berdan
16:28 Bi hezaran welatiyên Basa 5 rojin bê av in
16:28 Girtiyên Manîsa: Gardiyan her serê sibê êrîşî me dikin
16:23 Sîsê Bîngol: Berî bimirim, dixwazin biçim gundê xwe|
16:09 Rejîma Îranê jina Kurd Elyasî darve kir
16:09 Di doza Medenî Yildirim de 'rapora kifşê' dîsa nehat
15:54 Derbarê Buldan, Ozturk, Taşçier û Onlu de fezleke
15:44 Gulum: Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce girtî rastî îşkenceya cuda hatine
15:05 Koçyigît: Di 6 mehên 2017'an de 60 zarok bi nexweşiya SMA mirin
14:51 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re cara 763’yemîn hat redkirin
14:44 ÎHD: Bila KHK’a hejmara 696’an bê betalkirin
14:36 Polîsan li pêş meclîsê 2 hekîm binçav kirin
14:21 Geveriyan piştgirî dan Guven û xwestin daxwazên wê bên qebûlkirin
14:06 Wekilê HDP'î Temel xwest Komîsyona Mafên Mirovan kom bibe
14:01 Buldan: Divê her kes li çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê xwedî derkevin
13:56 Platforma Zimanê Kurdî: Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî
13:31 Li Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
13:27 Bi çekê êrîşî avahiya HDP’ê kirin
13:01 Bavê 2 zarokan hevjîna xwe kuşt
12:27 ÎHD: Divê tavilê Guven bê berdan
12:01 Akşener: Çima Xaza Xwezayî erzan nebû?
11:43 Polîsan gefa 'Emê carek din pir cuda werin' li malbatê xwarin
11:35 Bahçelî: Em li benda îsahata teqîna li Colemêrgê ne
11:30 Parêzerên Ocalan cara 763’yemîn serlêdan kirin
11:24 Di salvegera Komkujiya Amûdê de, gel di sînemayê de tên gelhev
10:39 Eskeran girtiyên Girtîgeha Panosê dema ji nexweşxaneyê vegeriyan derp kirin
10:19 Endama Konseya Navendî Gungor: Dixwazin TTB'ê pûç bikin
10:07 Orhan a HDP’î: Emê ji hevserokatiyê tawîz nedin
09:55 ‘Her ku ciwan azad bibin, dê gel jî azad bibe’
09:28 Santralên betonê yên li Şirnexê karê xwe rawestandin
09:27 Li Silopiyayê zêdetirî 2 hezar mirov 4 roj in bê av in
09:26 'Divê jin di hemû çalakiyên jinan de dakevin kuçeyan'
09:25 'Wê hesabê AKP'ê yê ji bo kurdan li hev dernekeve'
09:24 Qeyûm Atîlla peymaneke derqanûnî îmze kir
09:21 Ji ber 'pirsa Erdogan' puanê wê hat daxistin, lê dadgehê qebûl nekir
09:21 Li Colemêrgê Rewşa Awarte didome
09:20 Dayika nexweşê epilepsî yê girtî: Nahêlin kurê min derman bibe
09:20 Ji ber wêneyê Ocalan 6 sal û 3 meh ceza birîn
09:19 'Divê Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin'
09:17 Cezayê dîsîplînê dan zarokê ku gardiyan xwest wî bifetisîne
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2018'AN
12/11/2018
21:19 Li Îzmîrê keştî noq bû
21:09 Endama MYK'ê ya DBP'ê Yildiz hat girtin
15:57 Meclîsa Jinan a KESK'ê: Em berdêla krîzê nadin
15:40 Kurtulan: Em li pişt Leyla Guven in
15:11 Leyla Guven: Heta Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike ezê di çalakiyê de bim
14:21 Rojnameger Nazlim: Ezê îxanetê li rêgezên rojnaemegeriyê nekim
14:20 Doza Muglayê hat taloqkirin
13:43 Nûçegîhanê me Nazlim li dozgeriyê hat berdan
13:28 Akademîsyen Yigîtler hat berdan
12:56 Colemêrgî bi armanca desteka ji bo Guven dest bi grevê dikin
12:40 Li Meletiyê hêj nasnameya 181 cenazeyan nehatiye diyarkirin
12:20 Tekneya penaberan noqî avê bû: 10 kes winda ne