DERSIM - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, dê beşdarî çalakiya bîranîna Seyît Riza û hevalên wî ya li Dersimê bibe.
Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di salvegera darvekirina Seyît Riza û hevalên wî yên 15’ê Mijdara 1937’an pêk hat de li Dersimê çalakiya bîranînê li dar bixe. Di çarçoveya bernameya bîranînê de, dê li Qada Seyît Riza saet 13.00’an da daxuyanî bê dayîn û di saet 14.00’an de jî li Demîr Hotel çalakiyek bê lidarxistin. Di saet 19.38’an li Qada Seyît Riza jî dê çira bên vêxistin.
TEMELLÎ DÊ BEŞDAR BIBE
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, Parlamenterên HDP’ê Dîlşat Canbaz, Zeynel Ozen, Alî Kenanoglu û Kemal Bulbul dê beşdarî çalakiyên bîranîna Seyît û hevalên wî bibin.