EDENE - Li Edeneyê, zilamê binavê Fuat K., hevjîna xwe Neval K. kêr kir. Neval K. a li nexweşxanê hat dermankirin, dûre ji nexweşxanê hat derxistin.
Li navçeya Sariçam a Edeneyê Fuat K. hevjîna xwe Neval K. bi kêrê birîndar kir. Fuat K. ê dît, Neval K. birîndar kir, ji malê reviya. Li ser agahî dayîna cîranan ekîbên tenduristiyê û polîsan hatin cihê bûyerê û Neval K. rakirin nexweşxanê. Fuat K. jî hat binçavkirin.
Fat K. di lêpirsînê de sûcê xwe qebûl kir û bi binceta “Ez xapandim” xwest xwe mexdûr nîşan bide. Fuat K. ê derket dadgehê hat girtin û Neval K. jî piştî li nexweşxanê hat dermankirin, ji nexweşxanê tabûrcû bû.