DERSIM – Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farîsogullari, bertek nîşanî astengkirina merasîma cenazeyê dayika Mezlûm Dogan Kebîre Dogan da û got: “Ev nêzîkatî, nîşaneya dijminantiyek kûr a dewlet a li dijî Kurdan bi rêve dibe ye.” Keça Doban Nezaket Dogan jî, bi astengiyan xwestin me bi tenê bihêlin.
Cenazeyê Dayika yek ji pêşengên PKK’ê Mezlûm Dogan Kebirê Dogan a 94 salî duh li goristana Goman a gundê Teman a navçeya Mezgirta Dersimê hat definkirin. Berî merasîma cenazeyê Dogan leşker û polîsan goristan dor pêş kirin. Leşkerên ku di ketina gund de lêgerîna nuqteyê danîn, destûr nedan parlamenter û bi sedan welatî derbasî gund bibin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê û bi sedan welatiyan li rêyên şiverêya gund xistin û bi vî awayî gehiştin gund û beşdarî merasîma cenzeyê Dogan bûn.
‘NÎŞANEYA DIJMINANTIYEK KÛRE’
Yek ji kesên li rêyên şîverêya gund xistin û 2 saet şûnde xwe gihandin gund Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogulllarî bû. Farîsogullari, bertek nîşanî astengkirina tevlîbûna gel a merasîma cenazeyê Dogan da û wiha axivî: “Astengî û bêtehemuliyên li dijî cenazeyan êdî bûye yek ji polîtîkayên dewtê. Ji bo ku em dayika xwe ya 94 salî defin bikin, em ber bi navçeya Depê ya Xerpîtê ve ketin rê. Lê hina ji gund re 15 km mabû leşkeran pêşiya em girtin û ligel hemû hewldanan destûr nedan em biçin gund. Em vê qebûl nakin. Ev nêzîkatî, nîşaneya dijminantiyek kûr a dewlet a li dijî Kurdan bi rêve dibe ye. Ji bo Kurdd xwedî li cenazeyên xwe derdikevin, dewlet ji bo vê jî polîtîkayên dijminantiyê bi rêve dibe.”
‘GEL XWEDÎ DAYÎKA XWE DERKET’
Farîsogullarî, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji berk u Kebîre Dogan, dayîka Mezlûm û Delîl Dogan bû, tevlîbûna merasîma cenazeyê wê hat astengkirin. Bila dewlet baş zanibe ku dayika Kebîre ne tenê dayika wane, di heman demê de dayika hemû gelên mazlûm û gelê Kurde. Gelê me tu carî li dijî zilmê serî netewand. Îro dîsan xwedî dayika xwe derketin û ligel hemû astengiyan jî beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bûn.”
‘XWESTIN ME BI TENÊ BIHÊLIN’
Keça Kebîre Dogan Nezaket Dogan jî, bi tund bertek nîşanî astengiyan da û wiha got: “Xwarina xêrê ya dayika min jî asteng kirin. Xwestîn eziyetê bi gel bidin kêşandin. Bi astengiyan hewl dan me bi tenê bihêlin. Lê welatiyan hemû astengî derbaskirin û hatin êşa me parve kirin. Em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Dewlet dê nekare bi van zordestiyan me têk bibe. Tevlîbûna mirovan a cenazeyan erk û mafeke mirovî û xwezayî ye. Li hemû deverên cîhanê rêz didin cenazeyan. Lê mixabin, ligel ku em li welatek misilman dijîn jî, dewlet li hemberî nirxên xwe bêrêziyê dike.”
‘ASTENGKIRINA MERASÎMA CENAZEYÊ ZILME’
Xwarziya Kebîre Dogan Naîme Polat jî, da zanîn ku ji bo gele beşdarî merasîma cenaze nebin, hatin asteng kirin û wiha bilêv kir: “Lê ligel vê jî, nexweş, pîr, kal û bi sedan kes beşdarî cenaze bûn. Merasîma cenazeyê dayikek 94 salî astengkirin zilme. Emê tu carî van pêkanînên li ser cenazeyên xwe qebûl nekin.”