NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ewropa (YE), ji bo koçberên Sûriye ku li Tirkiye bicih bûn, 3 milyar Avro şandibû Tirkiye. Diwana Muhasebatê ya Yekîtiya Ewropa, der barê lêçûnê de rapor amade kir û diyar kir ku ji 3 milyar Auro, 1.1 milyar Avro pereyê wan winda ye û nayê zanîn çawa û li ku hatiye xerçkirin.
Dîwana Muhasebatê ya Yekîtiya Ewropa (YE), der barê xerçkirina 3 milyar Auro pereyê ku ji bo koçberên Sûriye yên li Tirkiye bi cih bûne rapor amade kir û rapor bi raya giştî re parve kir. YE'ê di raporê de diyar kir ku Ewropa ji destpêka krîza Sûriye de ji bo koçberan piştgiriyek mezin daye Tirkiye û di sala 2016'an de di çarçoveya mutabakata penaberan a di navbera Tirkiye û YE'ê de YE 3 milyar Avro daye Tirkiye û ev yek nebûye çareya krîzê. YE di raporê de da zanîn ku li gorî projeya venertînê alîkarî bi penaberan re hatiye kirin û gelek projeyan encam girt, lê nêviyê van projeyan hêj encam negirtiye. Endamê Dîwana Muhasebatê yê YE'ê Bettina Jakobsen, diyar kir ku YE 3 milyar Auro daye Tirkiye û ji vî pereyî 1.1 milyar Avro li ku û çawa hatiye xerçkirin de diyar e.