ŞIRNEX - Li gundên girêdayî Silopiya û Basanê, bi hinceta "deyn nehatiye dayîn" av û ceryan hatin birîn. Ji ber vê yekê bi hezaran welatî bi rojane bê av in. Keyayê gundê Cêleke Ahmet Erdem, destnîşan kir ku deynê ceryana ku kesên mirine jî ji wan tê xwestin û got: "Em gund bifiroşin jî em ê nikaribin vî deynî bidin."
Li gundên girêdayî navçeyên Silopiya û Basanê yên Şirnexê Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryana bîrên avê birî. Ji ber vê bi hezaran welatî bi rojan e bê av mane. Li gundê Kolya û mezrikên wê Xirbok, Sîslî û Çîçekliyê yên Silopiyayê 5 roj in av tune ye û li gundê Cêleke, Dilopkê, Kaniya Hejîrê, Şikefta Spî, Tahrûnî, Şehrika û mezrika Şevê yên navçeya Basanê jî 6 roj in av tune ye.
GELEKÎ RÊ DIMEŞIN
Ceryana bîrên avê bi hinceta "deyn nehatiye dayîn" hat birîn û ji ber vê bi rojane welatî mexdûr in. Ji ber hindik maye ava depoyên li mala jî biqede, welatî rêyeke dûr û dirêj dimeşin û avê dişînin. Li hin gundan jî welatî nikarin avê peyda bikin.
Keyayê gundê Cêelke Ahmet Erdem, diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin. Erdem, da zanîn ku 2 roj berê wan hevdîtin bi Qeymeqamê Basanê re çêkiriye û ji wan re hatiye gotin "Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê we agahdar bikin. Çareser bikin." Erdem, bilêv kir ku wî û hin keyayên din bi rayedarên DEDAŞ'ê re jî hevdîtin çêkiriye û li vir jî ji wan re hatiye gotin "Ji ber talîmat hat dayîm me birî. Em mecbûr in fermana hatiye dayîn pêk bînin."
'HEQÊ CERYANA KESÊN MIRÎ JÎ JI ME DIXWAZIN'
Erdem, anî ziman ku fatûreyeke 403 hezar lîre ji wan re hatiye şandin û li hin gundan ev yek 600-700 hezar lîre ye. Erdem got: "Em gund bufiroşin jî em ê nikaribin vî deynî bidin.." Erdem, diyar kir ku deyn ê 10 salan e. Erddem bilêv kir ku li gund 20 mal hene û niha ew avê ji goleke ku ava wê pir ne paqij e tînin û got: "Heqê ceryana kesên mirî jî ji me dixwazin."
Erdem got: "Pêdiviya zarokên diçin dibistanê pêk nayê. Ev zorbetî ye. Ev zilm e. Em nikarin li heywanên xwe binerin. Derek tune ye em avê jê bînin. Me xwest li her malê saet bê bicihkirin, lê qebûl nekirin."
MA / Gokhan Altay